• تاگەکان: , ,

    Sara, isyan a dêrsîm û esaleta şoreşgerî a jin

    9 كانونی دووه‌م, 2022

                                        Ruken Vejîn

    Sakîne Cansiz bi navê din Sara; 1958  li malbatekî ku ji komkujiya Dersimê filitiye hatiye dinya yê. Cihê ku ji dayikbûye gundê Textê xelil ê  girêdayî Dersimê ye. Dibêjin axa ku mirov lê mezin dibe tesîr li ser kesayeta mirov dike. Erdnigariya Dersim bi xwe jî pir xweşik û asiye, ew taybetmendiyê asibûn û xweşikbûnê di heval Sara de jî hebûn. Hîn zarok bû  niheqiyê qebûl nedikir û tekoşinvan bû. Di sala 1974 de komekî piçûk a şoreşger nasdike û  bi wan re dest bi tekoşînê dike. Di  sala 1978 de di kongra avaker a PKK de cihê xwe digre. Piştî darbeya faşîst a 12 îlona 1980 de tê girtin. 11 sala di girtîgeha Tirkiyê de bi işkenceyek pir giran û tund re rûbirû diminê. Piştî sala 1991 ji zindanê derdikeve li Kurdistan, Rojhilata Navîn, li qadên Avrupa ji bo mirovahiyê û azadiya jin gavê pir mezin davêje û tekoşînekî bir mezin dide meşandin. Ji ber xebatê xwe yê aktîf li Avrupa jî tê girtin. Sakîne Cansiz bi nave din; Sara, Fidan Dagan bi nave din Rojbin, Leyla Şaylemez bi navê din Ronahî  her sê jinê şoreşger di encama komployêkî bi destê andamekê mita Tirk li Parîsê li navenda çanda Kurd hatin qetilkirin.

    Dersim, cihekê ku bi dehan cara seferê Osmaniya li ser  hatiye meşandin e. Lê sefera neviyê Osmaniya ji yên kalikê wan hîn hovtir û bê wîjdantir bû. Sefera komara dagirker û qirker  ya Tirk  li ser Dersimiyan di wê astê de bû ku ji pitikê di zikê dayîkan de bîgre heta kalê haftê heştê Sali bi hezara kes hatin qetil kirin. Hovîtîyekî pir mezin hat meşandin leşkeran li ser zarokê di zikê dayîkê de diketin şerta ka zarok keçe an kur e, ji bo zelel bikin zikê pir jina qelişandin û zarok derxistin, pir zarok bê dayîk  û bê bav man, zarokê ku hîn şîr vedixwarin bêy ku bizanibin dayika wan jiyana xwe ji dest daye hewl didan ku şîrê  dayîka xwe vexûn. Bi sedan jin ji bo nekevin destê leşkerên hov û dest dirêjî li ser wan neyê kirin xwe di zinar û tehtan de avêtin. Bi hezara jin û zarokê ku xwe sipartibûn şikefta, ji aliyê dijminê hov ve deriya şikaftan tijî çilo hatin kirin û bi saxi di şikefta de hatin şewitandin û jehrî kirin. Heya niha jî şîkeftên ku deriyên wan di wê komkujiyê de ji aliyê dijmin ve tijî kevir hatibûn kirin,dema tên vekirin bi hezara hestiyê jin û zarokên bê guneh ku hatine şawitantin û bi hovane hatine qetil kirin tê ditin. Bi zagona Tuncelî re (yanê destê hesin) kûlmekî hesîn li nav dilê Dersîmîyan dan û yan qir kirin, yan jî ji Dersimê sûrgûn û koçber kirin yan jî asîmîle kirin û ji cewherê rest a Dersimê dûr xistin û kirin Tuncelî yên Kemalîst. Çima taybet Dersim hedef girtin? ji ber hem wek netew Kurd bûn hem wak bewerî jî Elewî bûn û heya dawiyê xwedî li wareriya xwe derdiketîn ev taybetmendiya  wan ên resen û cewherî , bû sedem ku bibin hedefa sereke  ya dewleta dagirker a Tirk. Baweriya  Elewîti  dibû sedem ku wek nasnemeyekî îdeolojîk Kurdê Dersimê li cem hev bigre û dihişt ku bewerî û netewyeta xwe biparêzin. Elewîtî riya hek e. Tenê sucê Dersimiya ew bû ku digotin  “ yê eslê xwe înkar bike heramzadeye”  ji vê gotinê jî tê femkirin çikas bi eslê xwe û cevherê xwe ve girêdayîne. Dijmin dit ku zû zû wê dev ji baweriya xwe bernadin ji ber wê  wan qir kirin. Li hember civaka Elewî fermana pêşxistin û bombebaran kirin, şawitandin, xwestin kokê wan ji holê rakin. Dewleta qirker   ji leşkerên ku tevlî qirkirinê bûbûn re wisa  digotin “ hûnê wisa bînin serê wan ku yên ku ji komkujiyê filitîne nefikrin ku tu carî li hember dewletê bisekînin û serî rakin. Lê dijmin ji bir kir ku ew rihê berxwedêr zû zû ji  holê ranabe. Di Sarayan û hevalên wê de ew rih careka din derket holê  û tola jin, zorok, kal û piran û hemû Dersîmiyan ji dijminê hov  û qirker hat girtin û heya niha jî tê girtin. Heval Sara bi tekoşîna xwe û berxwdana xwe derbe li ser derbe li dilê dijminê dagirker da. 1 “min wan qirkir êdî nikarin serê xwe rakin” lê dit ku bi cewher û rihekê hîn xurtir Sakine û hevalê wê derketin û wî rihê berxwedanê li her derê Kurdistan, Rojhilata navîn û li hemû cihanê balav kirin. Harbûna dijmin jî ji vê yekê bû. Hedef girtina wan her sê jina jî ji tirs û xofa dijmin bingehê xwe digirt.

    Cara yekemîn min heval Sara li saha Serokatî dit. Berê ez tevlî bibim jî min berxwedana heval Sara a zindanê  bihîstibû. Lê cara yekemîn dema min dit heyecanekî bi min re da avakirin. Heval Sara du sê cara hat dewreya me. Rêbertî hevalê jin yê ku dixwest  lêhûrbûnê wan kurbike û ji bo pêşerojê amade bike digirt gel xwe û di mal de wan perwerde dikir. Carna jî pişti perwerdeyê wan dişand nav gel ji bo restiya gel nas bikin. Wê demê ez bawerim h. Sara jî di perwerdeyê de bû. Di 8 adara 1998 de Rêbertî  birdoziya rizgariya jin ragihand. Rêbertî bi hevalên ji netew û baweriyên cûda re di wê rojê de diyalog pêş xist heval Sara jî di nav wan hevalan debû. Di nav wan hevalan de ji netewên Gûrcî, Ereb, Tirk, Tikmen hwd. disa ji baweriya Elewî, sûnnî û hwd hebûn. Ew roj ji bo me hemûyan pir cûda bû ji ber cara yekê bû ku Rêbertî birdoziya rizariya jin li wêderê radigihand ev gavekî nûbû ji bo hereketa jin. Diyalogên heval Sara û Rêbertî  û hevalê din bi baldariyekî pir mezin me gohdar dikir.

     Piştî çend sala min  h. Sara li çiyayên azad dit û li hin cihan jî em bi hev re man. Heval Sara ji nêzve naskirin şensekî pir mezin bû. Di heval Sara de enerjiyeka pir xurt hebû, westandin çiye nizanibû, jê enerjiyekî pozîtîf diherikî wê enerjiyê tesir li ser hevalê derdor jî dikir. Ne mûmkûn bû ku hevalek li gel wê bê moral be, ger ku moralê hevalekî ne di cihdebe jî dema heval Sara didit molarê wan xweş dibû. Li hember hevalê xwe pir hişyarbû hevalekî kêmek be jî moralê wê ne başbûya feq dikir û dixwest ku fembike çima moralê wê nebaş e, yan ji zehmetiyê ku dikşîne çine dixwest fem bike, ji bo ku alikarî bide pêre niqaş dikir. Yek axaftin yan meyzandin bes bû ji bo ku molalê wê yan jî wî kesî baş bibe. Di mirovande wê hîssê dida avakirin pirsgirêkeka ku neyê çareserkin û neyê derbaskirin nîn e. Di insanan de wê baweriyê çêdikir ku dikarê her karî bi serkeftî pêk bine.

    Sakîne keça por sor a Dersimê, neviyê  Seyid Rêza  û Elişêran, hevrêya   Besê  û Zarifeyan. Ji çanda elawîtiyê  ku ser dide sir nade dihat. Hin mirov hene hebûna wan, jiyana wan, kenê wan, axaftinê wan, helwestê wan, tesîr li ser jiyana mirova dike. Hêz dide mirova, hevî ava dike. Heval Sara jî yek ji wan mirovan bû.

    Heval Sara her tim li hember kêmasî, şaşî û niheqiya  dinav tekoşînê û berxwedanê debû. Serê xwe li hember ti kes û hêzê danexist ew rihê asî yê xwedavenda di xwe da dida jiyan kirin. Vê yekê jî bi dehan cara ispat kiribû. Wek jinekî, ku di zindanê dijminde berxwedaniya ku dikir dubû minak Pji bo hemû rêhevalên wê û hez jê digirtin. Ew girtigehên ku ti rêbas nema li ser wan nedan meşandin ji bo ku irada wan bişkênin lê nekaribûn iradayê bişkênin irada wan bû pola û  dijmin têkbir. H. Sara yekem kes bû ku tifî rûyê işkencecî  Esat Oktay Yildiran kiribû. Rihê jinên berxwedêr ê Dersimê dixwe de dihewand. Ew tîmsala berxwedanê bû. Ew şoreşgerek bû ku jiyana xwe dabû azadiya welat, gel û  cinsê xwe. Tu carî heskirina jiyanê, hevaltiyê  tê de kêm nedibû her ku diçû wek rubarekî xurt û coş dibû. Tu car vala nesekîni, jiyana wê bi ked û berxwedanê tijî bû. Ti mirov nebû ku heval Sara nasbike û jê bandor nebe. Her tim ji bo mirova bikşînê rastiyê û başiyê ked dida. Tû carî li hember pirsgirêka bê hevî nedibû her tim çareseriyeka wê hebû. Tiştê ku bizanibûya raste ti carî taviz nedida û heya dawiyê diparast. Dema li hember şaşî û kêmasiya tekoşîn dikir rêbazek wê ya avaker, çêker hebû dixwest başiyê hakim bike.  Ew şoreşgeraka avaker, xuluk kar û kadkar bû. Sakîne Cansiz yek ji kadroyê avaker ê PKK bû. Nêzîkî çil sala di nav hereketa Apo yî de ked û tekoşîn da. Bi sekna xwe ya şoreşger û tekoşer bû efsane ji bo hemû Kurdan û şoreşgerên cihanê. wek xwedavendek a di roja me de, her hêz dide mirovahiyê.

    Kesên ku komkujiya 9 çile pêk anîn armanca wan a yekemîn kadoroyê pêşeng ê PKK ji holê rakirin bû. Bi qetil kirina kadroyên pêşand re jî dixwestin tevgera azadiya Kurdistanê ji holê rakin. Armanca wan a sereke  ji qetilkirina h. Sara re darbeyekî di seride li hereketa jin û  pêve girêdayî li tevgera azadiyê bidin. Ji ber xebatê heval Sara yê dinav gelde, di nav jinên enternasyonal û gelên bindest  û gelên azadîxwaz de tesireka xwe ya pir xurt hebû di heman demê de berxwedaniya wê ya zindanê di nav gelande bibû efsane. Ked û hevîyê Rêber Apo vala dernexist bû pêşenga jina azad,bû hevalê rast yê Rêber Apo. Bi sekin, berxwedanî û wêrekiya xwe bû minak ji hemû jinên tekoşer re. ji aliyê dijmin ve dihat zanin ku cihê wê di nav  PKK û gel de çiye û  ti carî nayê dagirtin , ew mirovekî bê hempa bû. Ji bo wê jî taybet h. Sara kirin hedef.

    Belkî bi şêwazekî pir hovane dijmin fîzîkî heval Sara û her du hevalê din Rojbîn û Ronahî ji me kut kir lê divê tu çarî ji birneke, dibe ku di aliyê fîzîkîde  ew heval hatibin şehîdxistin lê di aliyê rûhî de hertim bi me re ne. Fêkrê wan tarzê jiyana wan tekoşîna wan a bê hempa di nava gelê Kurd û rêhevalê wan de jiyan dike.Bi şahadeta heval Sara hîn baştir hat ditin ku ne tenê di nav Kurdan de awqas tê naskirin û heskirin di cenazeyê wan hevalande jî hat dîtin ji Avrupa bigre heta latin amerika ji Afrika bigre heya Rojhilata navîn dost û heskiriyê wan şoraşgera amadebûn. Her kesê ku carekî heval Sara ditibe dibû evîndarê wê. Heval Sara bi şahadeta xwe bu pirek di navbera  tekoşina azadiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz  ê cihanê de. Bû sembola jina azad û tekoşer. Em wek hevalên we tu carî wan jibir nakin û emê di riya wan ya piroz de bimeşin û berxwedaniyê xurt bikin û hesap ji kujere bipirsin.



    KJAR