• تاگەکان: ,

    “Kê Kir Ne Giringe, Kîjan Zihniyetê Kir Ew Giringe”

    28 ئه‌یلول, 2022

    Bernameya vê hefteyê ya Ravîn bi tevlîbûna 2 mêvanan hat lidarxistin. Endama Desteya Rêveber ya Komelgeha Demokratîk û Azadî Ya Rojhilatê Kurdistan KODAR heval Denîz Deriya û her wiha Endama Desteya Rêveber ya Tevna Zêrî ya KJAR heval Adar Gabar . Mijarên bernamê qetilkirina Jîna Emînî û Şilêr Resûlî bû, her wiha li ser serhildanên gel bû.

    Medya Hawar

    “jin azad nebe wê komelge azad nebe”

    Di serî de heval Denîz Deriya axivî û bal kişand ser silogana Jin Jiyan Azadî û wiha got: “Wekî hereketa jin, di bin siya durşmeya jin jiyan azadî de xwe birêxistin kir. Dûruşmekî ne ji rêzê ye û di bingeha xwe de ji navenda Îdolojî de cih digre. Her dem sîstema desthilatdar jin ji nedîtî ve dest girt, hemû sîstema xwe li ser esasê tune kirina jinê da ava kirin. bê guman Rêber APO ev sîstem dît û got “jin azad nebe wê komelge azad nebe”. Ji ber ku jin bûn bixwe îfada jiyanê ye. jiyan bixwe li derdora jinê hatiye komkirin û ya jiyana hevbeş, kombûyî û demokratîk ava kiriye jine. Lê mixabin ya ku tiştekî wê bi navê jiyanê nemabû jin bû, bi tu şêwazî di civaka mêrserwer de nehatibû dîtin. Serok APO di bin siya silogana Jin Jiyan Azadî de derbe li zihniyeta hezar salan da”.

    Deriya di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bedelên ku di oxira vê siloganê de hatiye dayin kir û wiha gor:”Di bin sîwana tekoşîna jina kurd de, di cîhanê de û îroj li Rojhilatê Kurdistanê de jin xwe di bin vê siloganê de birêxistin dikin û li himberî dagirkeriyê, neheqiya ku bi sedên sala ye li ser jinê hatiye kirin radibin û tekoşîn xwe hevbeş dikin. Ev jî bi saya Rêber APO, bi saya tekoşîna azadiy Jin hate çêkirin. Zihniyetekî 5 hezar sal li ser esasê tune kirina jin hatiye ava kirin. li himberî vê zihniyetê bedelên pir giran hatin dayin ta ku jin gihşt vê astê. Ev silogan ne tenê ji bo jine, ji bo civakekî azade, ji bo jiyanekî hevbeşe.  jiyan bikin, xwe birêxistin bikin, li himberî dagirkeriyê derkevin, di kolanan de dibin xwedî tekoşîn. Ev silogan hemû civakê himbêz dike”.

    “Yê ku xwedî li vê peradîgmayê derkeve jine”

    Denîz Deriya bal kişand ser fikrê Rêber APO û giringiya ji kur de famkirina silogana Jin Jiyan Azadî û wiha got:“Rêber APO peradîgma xwe li ser esasê xilaskirina jin da destpê kirin. di rastiya sîstemê de tirsekî mezin ji jinê heye. Ji ber ku peradîgma Rêber APO ya elternatîf ji bo gelane, ji bo ku gel azad tê de jiyan bikin. Yê ku xwedî li vê peradîgmayê derkeve, biparêze, di civakê de bide rûnişkandin, jiyanekî wekhev, demokratîk û azad ava bike jin e. Ji bo wê jî Êrîşa herî mezin jî li ser jin tê kirin. ji bo wê jî ev silogan ji kur de fam kirin û li ser esasê fam kirina xwe birêxistin kirin pir giringe ji bo Rojhilatê Kurdistanê û ji bo Îranê jî”.

    “destdirêjiya li ser jin, destdirêjiya li ser civakê ye”

    Di dewama bernamê de Adar Gabar axivî û di destpêka axaftina xwe de li ser qetilkirina Şilêr Resûlî axivî û her wiha li ser raperîna gelan li Rojhilat û Îranê axivî û wiha got:” îroj li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengtiya jin gel di nava raperînan de ne. Ev raperînên azadî xwaziyê ne. Gel baş fam kir ku destdirêjiya li ser jin, destdirêjiya li ser civakê ye. destdirêjiya ku li ser şilê, li ser hemû jinan hatiye kirin. hetanî ku sîstema desthilatdar, modernîteya kaptalîst xwe berdewam bike, wê ev êrîş jî berdewam bikin. Şilêr tenê rûmeta xwe ne parast, rûmeta tevahî mirovahiyê û jinê parast. Bi dehan jinên mîna Şilêr hene û hebûn ku agahiya kesekî ji qetilkirina wê tuneye. Di bin navê namûsê de û bi pir hincetên cûda hatin veşartin. Lê belê ew zilamê ku êrîşî jinekê dike, êrîşî tevahî jinan û civakê dike. desthilatdarî naxwaze civakekî exalqî polîtîk bi rihê netewa demokratîk ava bibe. Ji bo xwe wekî xeteriyekê pir mezin dibînin”.

    “ne giringe kê qetil kir, ya giring kîjan zihniyetê ev tişt kir”

    Her wiha Denîz Deriya Endama Desteya Rêveber ya Komelgeha Demokratîk û Azadî Ya Rojhilatê Kurdistan KODAR di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sistema ku li ser esasê kuştina jin hatiye ava kirin, kir û wiha got:” hemû sîstemên dewlet gera,sîstema desthilatdar û zilam serwer li ser esasê tune kirina jin hatine ava kirin. ji bo ku azad xwaz ji ortê bê rakirin, hemû qanûn û esas name li ser esasê tune kirina wê tên çêkirin. Di rastiya dewletê de, rastiyekî wisa heye, ji ber ku bi fikirekî tek cinsî hatiye çêkirin, li ser esasê kuştina jiyanê hatiye çêkirin. Sîstemek, zihniyetek li ser vî esasî hatibe çêkirin bê guman ji bo tune kirina azadiyê wê hewil bide. Jin pênaseya jiyanê ye, lê di bin navê namûsê û qedexeyan de her roj jinê qetil dikin. Di şexsê Jîna û Şilêr de me dît, ne giringe kê qetil kir, ya giring kîjan zihniyetê ev tişt kir. Ev zihniyet kê çêkir. Destdirêjiyeke li ser jin, destdirêjiyeke li ser civakê. Gereke civak wisa temaşe bike”.

    “ev raperîn banga jiyanekî wekhev û azade“

    Adar Gabar Endama Desteya Rêveber ya Tevna Zêrî ya KJAR’ê di dewama nirxandinên xwe de bal kişan ser raperîna gelan û sîstema dewletê û wiha got:” Raperînên ku li Rojhilat û Îran tên lidarxistin di asta şoreşekê de ye. îroj gelên azadîxwaz û dewleta dagirker ku xwedî artêş li himberî hev şer dikin. Ger ku mirovekî bi keviran li himberî dewletekî bi çek şer dike, bê guman ew ji bo gelê xwe dibe şehîd. Li gorî qanûnên dinyayê ew artêşa ku çêdibin ji bo parastina gel qaşo tê ava kirin û çekên ku dikev destê wan ji bo ku gel biparêzin. Piraniya wê artêşê jî zarokên wî gelî ye. lê mixabin em dibînin ku ew çek li dijî gel tê bikar anîn. Pêwîste her mirovekî azadîxwaz banga azadiyê dike, ew dibe şehîdê Netewa Demokratîk, şehîdên aşitiyê û wekheviyê. Pêwîste her malekî ku çeka dewletê di destê wê de ye û li dijî gel bikar tîne, wisa neke. Hejmara şehîdên vê raperînî 50 kes derbas kiriye. ev raperîn banga jiyanekî wekhev û azade û bi pêşengtiya jin e”.

    “dema raperîn û serhildanê ye”

    Adar Gabar di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser hevgirtina û xwe birêxistin kirina jinan û wisa got:” pêwistiya jin ya herî sereke û acil xwe birêxistin kirine û hev girtine. 5 hezar sale ku jin tê qetil kirin, bê maf tê hiştin, bê kar tê hiştin û hwd. Wê ev raperîn bi pêşengtiya jin wê bibe nimûne û çirûskekî mezin li pêşiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Pêwîste siyastemedar, Hûnermend û rewşenbîr rola xwe bilîzin di vê pêvajoyê de û bi erkê xwe yê wijdanî rabin. Dema xwedî derketina li azadiya hemû jinane. Ji ber ku di şexsê jin de giştî civak tê qetilkirin. Pêwîste em ji mirinê netirsin. Dagirker êrîş dikin, zindanî dikin, sêdare dike û îşkence jî dikin. Pêwîste em mirinê di hindirê xwe de bikujin. Dibe ku em berdêlên pir giran jî bidin di oxira van raperînan de û şehîdên vê raperînê şehîdên şerê gelê şoreşgerî ne. Mirovekî ku bitirse, her tişt ji dest daye. Exlaq û wijdanê xwe yê mirovî ji dest daye. Ev dem ne dema meyze kirinê ye, dema raperîn û serhildanê ye”.



    KJAR