Siheke kubar
15 ئهیلول, 2022hêvî kotol
Sibehek kubar
Deng û bêdengî pevdiçin
Gelawêj di dema xatir xwestina xwe li şeva birqoke
Spîtiya seherê reşatiyê têkdişkêne û di revrevkek neçar de li belekiya sibehê dûr dixe
Li rûpena asimanê mêzer,
Pêş çavên heyvê
Stêrkek geş hirdişe!
Çi bûyerek kambaxe hirşîna stêrkan!! …
Dawmîn Xwnên siwarê Ewrînî
Xerîb û rengale di asmanê bajêr de
teşe girtî
Weşana keser kûra Şênbayê Ewrînî ye
Tevdigere , li hevdizvire
Û bêhna Stêrk ,ax û kulîkê
Digehîne wargehê dayîkê
Hêmingeha xatirên nexwestî
Êwirgeha hembêzên nivîşkan …
Hevgiheştina Ewrîn û cûdiye
Êďî hew….
*
Di berdewamiya zinarên zagrosê de
Hestên bê sînor şikeft bi şikeft weşrtîne
Dem rawastaye !!
Û
Roj ,hisabê çirkeyan li xulekên distìne..
Ma gelo tê ji bîr kirin demaku
Stêrkek di hembêza çiya de dinixime
Kêliyên hilkişîna hêstirkên dayikan
Ber bi asoyên birîndar
Girê dana biskên hêviyê ye
Ku li tefeşa Ewrînan hilawêziye
As û Ar
Di çavên şervanên ahûramezda de
Pevdiçin
Mirin, bi hemî desthilata xwe xerîbe
Û
Siwar li wî
Jiyanek bê zewal distînin
Çelenge siwarê ewrînî
Zaroka çil kaniyên herikbar
Dizgîna xwe li xoşmêran girtîbû
Û
xweş bezand ber bi stargeha egîdan
Ber bi Wargehê mîrata hezar salan
Payîz û bedewiyek bêdawî
Bi bezîna şênebayeke ewrînî
Hesteke çarpare
Bi avrengên gewrîn û gewez
Li wargehê Mîtên zagrosî
Dineqşîne
Kûlîlkek sor
Li ser niximgeha stêrkên kotolî
Serî hilandî
Şênebayê rêwî, kulîlik hembêzandî
Û
Bi hulmeke lêvalêv ji bêhna
Stêrk
Ax
Û
kulîlkan
ber bi çiyayên kotolê ve dimeşe..
Şehîd namirin
Brîanînek ji hemî cangoriyên azadiya welat
Bi taybet cangoriyên Kotola rengîn