• تاگەکان: ,

    Zayîna siyemîn, komplo vala derxist

    20 شوبات, 2022

    Endama Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Zehra Merîwanî bi nivîsekê ji malpera me a KJAR’ê re. 15’ê Sibatê, komploya li ser Rêber Apo şermezar kir û bang li gelan û bi taybet gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku, li azadiya fîzîkî a Rêber Apo xwedî derkevin.

    Zehra Merîwanî

    Dîsa salek din hat û 15’ê Sibatê, roja reş kete pêşiya me de. Di vê rojê de xwestin ku perdeyeke reş bi ser roja mirovahiyê de dakin û êdî nehêlin ku mirovahî roj û ronahiyê careke din nebîne. Mîna dehakan xwestin rojê li Kurdan û li mirovahiyê tarî bikin.

    Çi jî kirin, li wan zîvirî.

    Bi komploya li ser Rêber Apo, Rêberê Mirovahiyê xwestin vê yekê pêk bînin. Hêzên deshilat û hegemon wiha ji xwe re hesa dikirin ku bi vî rengî dikarin dawî li azadî, Kurd û Kurdistanê bînin. Ji ber vê yekê bi awayekî derveyî exlaqê mirvahiyê komplo li ser Rêbertiya me pêk anîn. Bi xapandin û pilanên xwe ên qirêj ve, xwestin ku vîna gelan dîl bigrin û roj bi roj gelan û bi taybet gelê Kurd di nava qirkirinek wiha re derbas bikin ku, êdî gelek bi navê Kurd û warek bi navê Kurdistanê ji dîrokê were jêbirin. Çi jî kirin, li wan bi xwe zîvirî. Ji ber ku gelê Kurd û gelên Azadîxwaz vîna xwe wiha bi hesanî, mîna ku wan dihizirî radestî wan nekirin û serî hildan. Li himberî tarîkirina rojê, bi sedan kes bedena xwe mîna rojeke tijî agir ve, bi ser dijminên mirovahiyê ve çûn û bi agirê vîna xwe wan şewitandin. Bi sedan kes canê xwe dan ber agir û xwe fedayî Rêber Apo kirin. Bê rawestan li her çar beşên Kurdistanê û li tevahî cîhanê Kurd û dostên Kurdan, dilxwazên azadiyê bê navber li kolanan li ber xwe dan. Bi rojan tî û birçî li kolanan li ser piyan man û li himberî komploya ku di şexsê Rêbertî de li ser tevahî mirovahiyê hate pêkanîn pirotesto û tekoşîn kirin. Bi vî rengî bi sedan kes hatin girtin û binçavkirin, lê gelan bi tu awayî gav ber bi paş ve navêtin û her daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin.

    Ji şîrî ta pîrî, derketin qadan.

    Bi taybet eger em di vir de Rojhilatê Kurdistanê binirxînin. Bi rastî berxwedana ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, di 3’ê Isfendê de da meşandin bi gotinan nayê pênasekirin, ji ber ku nimûneyên wê di cîhanê de pir kêm tê dîtin û bihîstin. Gelê me yên Rojhilatê kurdistanê bi kîn û hêrseke mezin daketin kolanan û dengê xwe li himberî komploya li ser mirovahiyê bilind kirin. Ji şîrî ta pîrî, jin, ciwan û tevahî civak daketin qadan û têkoşiyan kirin. Li her bajar û bajarokekî Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gel rabû ser piyan. Di wê demê de bi dehan kes bi destê rejîma xwîn mij a Îranê hatin şehîd xistin û bi sedan çalakvan hatin girtin û binçavkirin. Lê gel ji vê yekê çavtirsandî nebû û nehate tepsandin, berovajiya vê yekê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi çavekî tijî hêrs ve, bi ser dijmin de çûn. Bi vê yekê ve gelên me yên Rojhilatê Kurdistanê, dijminên mirovahiyê di nava matmayî bûneke (şoqe) pir mezin de hişt. Dibe ku di wê demê de pir kes ji wan berxwedêrên ku di wê serhildanê de cih girtin jî, Rêber Apo wek kes nas nedikirin, lê bi hestên netewî ve daketin qadan û komploya li ser Rêberê neteweyî û mirovahiyê şermezar kir û bedena xwe ji Rêbertî re kirin mertal.

    Gelê Kurd û tevahî cîhan xwe nas kirine.

    Îro jî li her derê, li her çar beşên Kurdistanê û li tevahî cîhanê gelê Kurd û gelên azadîxwaz, ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo li ser piyane û çalakiyên cûr be çûr didin melandin. Bê ku rawestan û westanê nas bikin li ser piyane û banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo dikin. Dijminên exlaq û vîna gelan jî, ji bo ku vê berxwedanê rawestînin her cîre zext û zoriyê didin meşandin. Him di warê derûnî de û him jî di warê fîzîkî de bi ser gelan ve diçe. Lê çi jî dikin êdî nikarin bighêjin armanca xwe a qirkirinê. Ji ber ku gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê xwe naskirine, gihiştine vîna xwe û di azadiya fîzîkî a Rêber Apo de, azadiya xwe mîna siya xwe ji xwe nêz dibînin. Ji ber vê yekê tu tişt nikare li pêşiya wan bibe asteng ku, ji berxwedana xwe gav ber bi paş ve bavêjin.

    Bû çirûskek mezin a ronahiyê

    Gelê Kurd hêza xwe ya berxwedanê ji Rêberê Apo, Rêberê çavkaniya azadiyê girt û karî bi hemû hêza xwe ve tekoşîn bike û li ber xwe bide. Dema ku Rêber Apo pêvajoya Îmralî mîna zayîna siyemîn pênase kir, careke din hêvî xiste nava dilê gelê Kurd û cîhanê de ku bikaribin careke din xwe li ser piyan bigrin û li ber xwe bidin. Rêber Apo Girava Îmraliyê a ku ji bo mirinê hatiye amadekirin, kire cihê jiyan û dibistana azadiyê. Bi sekna û felsefeya xwe komploya namerdane û derveyî exlaqê mirovahiyê vala derxist û dijminên mirovahiyê di nava matmayîbûnê de hişt û ew vala derxistin. Ji ber ku li himberî vê komployê teslîm nebû û qutbûna ji azadiyê red kir û li himberî wê li ber xwe de. Rêber Apo ji nava çar dîwaran felsefe û paradîgmayeke cîhanî pêş xist û pê dîwar û zincîrên Îmralî qetand û gihande tevahî cîhanê, gihand dilê her kesî. Gihande hemû jinan, ciwan û tevahî civakê û di dilê wan de bi cih kir û ji bo tarîtiya ku ji zihniyeta 5000 sala hatibû avakirin bû çirûskek mezin a ronahiyê.

    Pêwîst heya azadiya fîzîkî a Rêbertî, em têbikoşin.

    Tevahî gelê me yê li Kurdistan û derveyî welat û bi taybet gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîste ku bi rihê 3’ê Isfendê careke din derkevin qadan û hemû astengên li pişiya azadiya vîna gelan rakin û li ber xwe bidin. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, gelekî xwedan rûmet û berxwedêr e. Pêwîste ku tevahî gelên me yê Rojhilatê Kurdistanê bi rihê xwe yê berxwedêr, careke din bi tekoşîna xwe muhra xwe li dîroka berxwedanê bidin. Ji bo ku em bighêjin azadiya Rêber Apo, ku azadiya tevahî gelan û mirovahiyê ye. Pêwîste ku em bê navber tekoşîn bikin, li ser piyan bin û li ber xwe bidin. Pêwîste ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ji îro heya ku azadiya fîzîkî a Rêber Apo, were bi dest xistin li qadan be û têbikoşe. Bi taybet jin pêwîste ku di vir de, bi rola xwe ya girîng ve rabe û mîna her demê pêşengtiyê ji vê berxwedanê re bike. Ji bo ku ev pêşengtî rast û encamgir jî were pêkanîn pêwîste ku em wek jinên Rojhilatê Kurdistanê bi hemû rêxistinên xwe ve yekbûn û yekîtiya xwe ava bikin û xwe di bin yek sîwanê de birêxistin bikin. Pêwîste ku tevahî jinên Rojhilatê Kurdistanê bi riya xwe parastinê ango parastina cewherî xwe hê xwirtir bike û di şexsê azadiya fîzîkî a Rêber Apo de, li hebûn, nasname û azadiya xwe xwedî derkevin. Li himberî hemû pêkanînên deshilatdariyê pêwîste ku em bi berxwedana xwe a ji bo valaderxistina komploya li ser Rêberê mirovahiyê, bersiveke xwirt bidin dijminên hebûna mirovahiyê. Îro ji her demê zêdetir, dem dema xwedî derketina li azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê pêwîste ku em tev bi hevre û bi yek dengî ,komployê pirotesto bikin û li ber xwe bidin ta ku em azadiya fîzîkî a Rêber Apo bi dest bixin.



    KJAR