• Xwestin me qir bikin

    1 ئاب, 2022

    Bêrîtan Apocî/Gerîla

    3’ê Tebaxa sala 2014’an, li dijî resentiya gelê Êzîdî komkujiyek pêk hat. Di wir de xwestin ku qira civaka Êzîdî bînin. Ez jî weke Gerîlayeke ji civaka Êzîdî, vê qirkirinê şermazar dikim û berxwedêrên ku ji bo civaka Êzîdî li ber xwe dan, jin, zarok, kal û pîr parastin û wan ji nava destê hovan rizgar kirin, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Ew berxwedana ku hat bi rêve birin û heya dawiyê can da. Em jî li vir soz didin ku emê, bi berxwedana xwe tola wan hildin û em soza Êzîdxanek azad didin.

    Civaka Kurdên Êzîdî ku xwedî baweriya herî kevnar a Mezobotamya ye. Berya 2014’an civaka Êzîdî rastî 72 fermanên qirkirinê hatiye. Lê vê care di 3’ê Tebaxa 2014’an de hêzên deshilatdar û di nav de xiyanetkaran, li dijî Êzîdiyan fermana 73’an pêk anîn. Bi vê fermanê xwestin ku Êzîdiyan bi timamî tune bikin. Hêzên mêtînger di 2014’an de, ji bo kontrol kirina Rojhilata Navîn, Mûsil radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin, piştî wê jî komkujî û ferman bi serê gelê Êzîdî de anîn.

    Piştî ku Mûsul radestî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin, çeteyên DAIŞ’ê, di 3’ê tebaxa 2014’an de ji bo pêk anîna fermana 73’an berê xwe dan Şengala pîroz. Lê belê nedizanîn ku ev civak ewqas jî bê parastin nînin. Bi îrade ye û parastina wê xurte. Di heman demê de, ne dizanîn ku wê 12 siwarî, li pêşiya wan derkevin. Ev 12 siwarî bi fikir û ramanên Rêber Apo ve, ji vê civakê re bûn hêzek bê dawî. Ev hêz hişt ku ev civak xwe li ser piyan bigre û bibe bersiva hemû fermanan. Bi rastî jî wek jinek Êzîdî, ji bo min pênasekirina vê fermanê, pir zore. Her fermanek ku li ser vê civakê hatiye pêk anîn, nekarî vê civak tune bike. Vê civakê hê zêdetir xwe bi hêz kir, li himberî dijminên xwîn xwar sekinî.  

    Pêwîste ku em wek civaka Êzîdî, vê rastiya baş bibînin ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo, me xwe û dijminê xwe jî baş nas kir.

    Ev komkujiya ku me jiyan kir, pir zor û zehmetî bi jinên Êzîdî da kişandin. Lê belê di roja me ya îro de, em bi wan êşên ku me kişandiye, em tola bi hezaran jinên ku hatine qetilkirin, revandin, tecawiz kirin û firotin radikin. Jinên Êzîdî ên ku heta niha di destê DAIŞ’ê de ne, em tola wan radikin. Ji aliyekî din ve cûdahiya fermana 73’an ew ku, êşên ku vê fermanê da jiyan kirin, li himberî wê felsefeya berxwedanê a Rêber Apo hişt ku jinên Êzîdî di dîrokê de cara yekem xwe ji her alî ve bi rêxistin bikin. Ferman çiqas bi êş be jî, lê bi berxwedana ku li himberî wê hat meşandin hişt ku, em wek civaka Êzîdî carek din dîroka berxwedana xwe binvîsin.

    Êşa ku jinên Êzîdî kişandin, ji her fermanê zêdetir hişt ku kîn û nefreta li himber dijmin, di dilê wan de hê mezintir bibe. Bi vê fermanê re, gelê Êzîdî hê zêdetir ket ferqa hebûna xwe, ji ber ku xwe bi xwe, bi hêza xwe, xwe bi rêxistin kirin û xwe parastin. Di serdema me ya îro de jî ew jinên ku dihatin tepsandin û hêza wan ji wan hatibû girtin, ji civaka Êzîdî re pêşengtî dikin. Ji bo ku ji civaka xwe ji her warî de bibin bersiv û bikaribin civaka xwe ji her warî de biparêzên û bi rêxistin bikin, ked didin û li himberî zihniyeta paşverû a dij jin li ber xwe didin. Em wek jinên Êzîdî, çiqas dijminan ji aliyê fîzîkî ve li ser me zilim û zorî pêk anîn, me dît, lê weke ku jina pêşeng û berxwedêr, Şehîd Şerîn Elemhûlî gotiye: ‘Çiqas bi bedema me bileyîzin bile bileyîzin, lê nikarin bi fikrê me bileyîzin.

    Ez bi xwe jî wek jinek Êzîdî didim diyarkirin ku ev berxwedaniya ku niha civaka me ya Êzîdî dide meşandin, wê bihêle ku em soza xwe ya Êzîdxaneke azad pêk bînin. Ji bo wê pêwîste ku em weke jinên Êzîdî vê baş bizanin ku bi fikir û felsefeya Rêbertî ve, me dest bi tekoşînê kir û me xwe nas kir. Divê em heta kêliya jiyana xwe a dawiyê, vî fikrî bixwînin û pêre bibin yek. Ji bo ku em nehêlin ev qirkirin ku heya roja îro jî li ser me tên pilankirin, pêk were. Dijminên mirovahiyê, pêşengên Şengalê dixe hedefa xwe û êrîş dike, dixweza ku tevahî pêşengên Şengalê şehîd bixe. pêwîste ku em wek civak û jina êzîdî bi berxwedan xwe li pêşiya van pilanan derkevin û vala derxin.

    Di dawiyê de ez jî weke jinek Êzîdî, soza tolhildana siwariyên ku canê xwe di ber parastina Şengalê de dan, didim. Wê bê guman civak û jina Êzîdî her dem bi berxwedan û keda xwe, xwedî li xwîna wan rêhevalên qehreman ên şehîd, derkevin û wê xwîna wan li erd nehêle.  



    KJAR