• تاگەکان: , ,

    Bi Beşdariya Pêngava Azadiyê Em Faşîzmê Birûxînin

    31 تشرینی یه‌كه‌م, 2020

     

    Ronahî Ûrmiye

             Pêngava ku bi şîara; ‘tecrîtê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û azadîya Rêber APO  mîsoger bikin’  bi pêşengtîya tevgera me ya azadiyê dema hate destpê kirin di me  hemûyan da hestên pir kûr ava kir. Dema em li ser naveroka wê radiwestin bêyî ku bikevin ferqê em ber bi dîroka faşîzmê diherikin û pirsên wekî; ‘faşîzm çîye, çi kir û dixwaze çi bike?’ li xwe dikin. Bi taybetî ji dîrokê heta niha faşîzm bi çi awayî jin bandor kir,  di şexse jin de rûmeta mirovahîyê anî çi astê, li hember vê pêwîste tekoşînekî çawa were kirin? Pêngav ev xist mejîyê me; gelo bi vê pêngavê li ser navê gelan serdemekî nû tê destpê kirin? Ev faşîzma ku hemû civak bê nefes hiştîye wê çawa were derbas kirin, ev pêngav rê û rêbazê wê ronî dike.

    Pengava bi pêşengtiya tevgera me a azadiyê bi nave; ‘dema azadiyêye’  hatiye destpê kirin ne pêngavekî ji rêzê ye, dîrokîye. Naverok û armanca vê pêngavê rast femkirin û bûyina parçeyek vê pêngava dîrokî gelekî girînge. Bi taybetî li Îran’a ku faşîzm bi awayekî kûr û tarî tê meşandin ev pêngav xilasîyeke ji vê rewşa lanetlî ye. Eger hemû jin bi yek dengî tevlî vê pêngavê bibin wê demê emê bikaribin împaratorîya tirsê ku ji milê Îranê wekî qozek tê bikaranîn biruxînin. Îro desthiladarîya rejîma iranê ji bo gelên herêmê di bin bandora xwe de bihêle polîtîkayên cûr be cûr kar tîne. Civak birçî hiştin politikayeke herî qirêj li hember civakê ye, ku ji ber birçîbûnê malbat mecbûrê kolberîyêye. Her wîha bi darve kirin, îşkence û nenaskirina mafan civakê diperçiqîne û bi vî awayî hewl dide civak li hember desthilatdarîyê bê bertek bihêle. Dîsa bi nêzîkatîyên nijadperest gelên heremê yên xwedî nasnameyên cûda nenaskirin, maf nedayîn ve  êrîş dike.  Li hember vê êdî pêwîstî heye ku bertek were nîşandayîn. Yê ku vê biguhere helwesta gelan e. Tekoşîna li hember faşîzma dewletê wê vê rewşê biguherîne.  Pêwîste em bizanin yê ku pêşengtîya vê pêvajoya dîrokî bike jine û dîsa yê bi ser bixe wê jin be. Bi vî awayî dîrok derfetekî kûrevî daye avakirin ku hemû mirovahî bikare xwe ji vê qefesa demir hatiye dorpêçkirin xilas bike. Reber APO bi  hêza xwe ya cewherî û fikrî ev qefesa bi set hezaran salan mirovahî dorpêç kirîye, lewaz û bê hêz kirîye. Ji bo vê jî ev tecrîda şerma mirovahîyê îfade dike şikandin wê rê ji serdema azadîya gelan veke û bibe serdema gelên xwe ji qafesan xilas kiriye û bibe serdema ronakbûyîna gelan.

      Di vê serdema ku faşîzm xwe lê sazî kiriye bi newekhevîbûyîna xwe zilim û zordarîya xwe ya wehşîyane û serdema tarîtîya xwe ya ji dîrokê heta niha li ser giştî mirovahî ferz dike di rastîya rêberê Konfederalîzma Demokratîk Rêber APO da carek din dibînin kî ronakbûyin û nûnertîya civakê kirin wek suc tê dîtin. Berdêlê wê jî bi tecrîdekî bê dawî ye. Îro yê kû tecrîd li ser Rêber APO dide ferz kirin û meşandin bi vê kiryarên xwe rûyê xwe yê rast nîşanî her kesekî da ku xwedî feraseteke bi çi awayî ye. Em dikarin bibêjin kû DMME ya ku li hember çavê hemû cihanê xwe wekî ku li hember neheqîyê zaliman ya ser gelan sonda parazvanîya mazlûman bike daye  nişandan, di qanûn û yasayan de her çiqas wiha xuya bike jî di çalakîyên xwede paradoksekî jîyan dike. Bi yasayên xwere heta dawiyê ketina nakokiyê heye. Gotinê wan cûdaye çalakîyê wan tiştekî cûda dibêje. Hemû sazîyen xwe li ser bingehê xapandina civakan rexistin kiriye.  Ecep wê YE bikaribe di şexsê Reber APO da li hember civaka kurd ew itibara xwe ya wendakirî  bi dest bixe. Ev sedsala em têre derbas dibin geleki ku  her roj bi qetlîam, tecawuz u hwd. re rûbirû dimîne, jin  di bazaran de tê firotin, hebûna  wan  tê înkarkirin û îmhakirin, hêvîyê jîyaneke bi rûmet bûye xeyal de  jı bo ev gelê Mezopotamya ya qedîm xwe ji vê xilas bike, çirayên hêvîyê yê bi salaye hatibû tefandin ji alîyê Rêber APO  ji nû da hat pêxistin hêvîya jiyaneke bi rûmet û azad ava kir. Hêzên Hegomon bi yek destî ji bo vê çirayê bitefînin ser van hêvîyê gelan de bi awayekî hovane çûn YE jî bi bêdengîya xwe heta dawîyê van êrîşan destek dike. Ji bo vê jî ev pêngava hat destpêkirin yek ji armancê wê jî rûyê rast yê YE derxistina holê ye.

         

    PEYMAN Lİ DİJÎ VİNA GELÊ ÊZİDİYE

     

     Ev pêngav di şexsê Rêber APO da tekoşîna li dijî  înkarîya vîna kurd û rûmeta hemû mirovahîyê ye. Bêyi ku ji  dîrokê de dûr bikevin li nêzî me gelê me yê Êzîdî di qetlîamê şerma mirovahîyê yê bê hejmar de derbas bû. Îro jî hevpeymanê ku di navbera Bexdet û Hewlêrê de hatine çêkirin rêya qetlîamê nû vedike. Ev peyman fermana qetliama nû ya derbarê civaka Êzîdîye. Hêzên hevkar nahêle birînên xwe bipêçe bi hevpeymana hevkarê kurd PDK‘ê re dixwazin van birînan hîn bêtir kûr bikin. Wek me li jor jî ani ser ziman faşîzm êş ava dike û bi rêve dibe kirinên li hember Şengalê jî vê hîn bêtir şênber dike.  Vî awayî faşîzm ne tenê lî ser Rêber APO û gelê kurd tê meşandin ji ber ku gelê kurd  rûyê wê yê rast derxist holê li ser hemû mirovahi bûye metirsîyek.  Faşîzm di tu serdema de wekî vê serdemê xeterî li ser vîna mirovahî çênekiriye.

     Em vê baş dizanin PDK ya îro rol û mîsyona xiyanetê hatîye dayîn nahêle di kurdistanê de tu hêvîyek jîyander bibe. Dr.Şivan, Sileman Moini û hwd yên kû pêşengîya rûmeta kurd û kurdîstanê kirin dema hîn grûbekî biçûk bûn bi awayekî hovane di destê kurdên xiyanetkar de hatin qetilkirin. Bi kuştina pêşengen kurd ve wekî ku serkeftinekî mezin bidest xistiye bi narayê serxweşîyê bi awayekî bê rûmet çûn ber lingê dijmin û bi parîyê ber devê wan xwe xwedî kirin. Îro bi nasnameya PDK’ê ve xiyanet wekî vîrusekî tê belav kirin. Ji bo vê jî hin pêşengen kurdên bê şeref iro bê rûmetbûyinê pêş dixin. Zarokên axa Pîroz bi berxwedayîna xwe temsîla nasnameya kurdên azad kir lê li kêlek vê pir kes jî bi xiyanetkarîya xwe tercîha dijminatîya kurdan kiriye û bi vî awayî rêya talankirina Kurdîstanê vedike.   

    Pêngava kû hatîye destpê kirin bi awayekî pir zelal rê nîşanî me dide bê bi çi awayî tekoşîn were meşandin. Ji bo vê jî pêwîste gotinê me yê tekoşînekî çawa? neyê ser ziman.  Êdî tiştekî ku ji bo naskirina dijminê esasî şilo nemaye her tişt pir vekîrî li ber çavaye. Tenê em xwe ji tesîra derewên dijmin der bixin û berê xwe bidin heqîqetê. Pêwîste edî kurdên ku bûne lîstoka dijmin dest ji bûyîna pelîstoka dijmin berdin û nebin parçeyek ji şehîdxistina gelê xwe. Ev pêngav pêngava rûmeta mirovahîyê ye azadkirina Rêber APO, azad kirina jîyana  rûmeta gelane. Li derdorê vê pêngavê bûyîna xelekek û xilaskirina faşîzmê ve bibin avakerê serdemeke nû ku îfadeya hemû çand, bawerî û hêvîyên zindîbûyî dike. Em dibêjin wê bi vê pêngavê azadî ser bikeve û bibe hêvîyên bi Roja me ya Pîroz re di rojên herî xweşik jiyan kirinê.    

     

     

     

     

     

     

     

     

     

     

     



    KJAR