• Şerê taybet û rêbazen wê

    16 حوزه‌یران, 2016

    Şerê taybet û rêbazen wê

    Armanc û rêbazê şerê taybet çiye çima hêz û milên desthilatdar vi şerî pêwîstî dibînin û di çê radeyekî de bandor li ser civakê dike ev mijareke ku divê bê bersivandin. Mirov dikare bêje şerê sar yan jî şerê taybet ji karekterê qirnê 21. e. Ji qirnê 19. şûnda şerê germ cihê xwe da şerê sar û bû taktîkek şer yê bi bandor weke çandekê di cihana mirovahî de cîh girt. Bi pêşkeftina şarêstaniyê re rêbazekî yê şer ku pêşket û bi vê rêbazê dîl girtina hemû civak hat armanc kirin, her ku dem derbas bû vî rêbazê şer rewa bûna xwe qezenc kir. Di sedsala bîstande pıştî şerê cîhanê yê duyem wek şerê sar hate binav kirin zagon û rêbazên vê hatin diyar kirin. Dîroka pênc hezar salan ya desthilatdariya nawendî bê navber civak bi hemû hebûn û nirxên vî we da ber xwe û  diherêke, civakê ji rastî, heqîqet û cewhera vî dur dixe. Her wiha serdema modernîteya kapîtalîst bi temenê xwe yê pênsed salên davî bi hemû rêbazên xwe yê jiyanê, qirkirin û asîmîle kirinê ew rêbazê şer gihiştandiye lûtkeyê. Dîroka deweletê bi şerên mezin yên qirkirin, talankirın û bê edaletiyê xwe disepîne.  Pergala modernîteya kapîtalîst bi siyaseta ku yê çawa bikare hemû sermaya cîhanê bigire jêr destê xwe di nava hewldanek ji bo dîtina rêbazên nu yên şerê taybetde bû. Ji ber vê lêgera vê dewlet netew û hejmonîya sermayedar ev rêbazê şer hilbijart. Hemû qadên jiyan û xebatê bi rêbazên şerê taybet girtine jêr tekelê xwe. Di serdema ku em niha di nav de derbas dibin de hmû qada siyaset û dîplomasî bûye qada şerê taybet. Li  şûna ku şêwaza bi hevre jiyankirin, hevbeşbûn û yekitîyek bidin ava kirin bi amûrên xwe yê propaganda civak parçe kirine  û didin meşandin, pergala desthilatdar bi vê şêwazê temenê xwe dirêj dike. Qada çandî, bîrdozî ji xwe re hilbijartiye û bi rêya ragehandinê xwe belavê nava hemû qadên civakê kirye. Bi nifûz kirin di sînema û hûnerê de bi belavkirina bernama, fîlm, muzîk û hwd… ku propaganda wî şerê van dike xwe belavê nava civakê dike û şêwe dide jiyanê. Daxwazın hemû ferdê civakê bi taybet jin û ciwanan berbi jiyanekî sanayî û madî ve dikişîne. Heya mirov dikare bêje şêwaza pêwendiyê dinavbera mirovan de, şêwazê bi hevre danustandinê diyar dike. Heta vê diyar dike ku mirov bi çê keyfxweş û xemgîn bibin. Pergal modernîteya kapîtalîzim îro hemû meyla civakê dikişîne li ser şekl û tıştin ku bi çaw têne dîtin û civakê ji hûcre û koka vî ya manevî qut dike ber bi daxwazên vala ve dehf dide. Bi vi şêwazî fikir, hest û îrada civak û mirovan dîl digire mohtacê xwe dike û bi vi şêwazî rêve dibe.

     Şerê taybet zidetir bi rêbazê bîrdozî civakê bandor dike. Ger em temaşe bikin serdema modernîteya kapîtalîsm modela civaka ku dixwaze ava bike diresimîne û pêşkêşê civakê kiriye. Her wiha evaya bi şêwazekî ku hemû ferdên civakê di nava pêşbirk û hewldanekî dene ku çawa xwe bigihjîne vê modela ku tê pêşkêşkirin di oxira vî de çê nirxên civak komînal hebe dikin qurban.

    Yêk ji mijarên bingehîn girêdayî vê serdemê bê nirxandin, bandora şerê taybet li ser civak û pirsgirkên ku rê li ber vekiriye! Şerê taybet yan jî bandora wê ya di warê pîskolojîk de bûye sedema  hemû pirsgirêk û qeyranên civakê yên fikrî, aborî, siyasî û leşkerî. Ev rêbazê şer çekekî herî bi hêz û kujer ku pergala modernîteya kapîtalîst bi kar tîne ye. Eger îro civak bi yatbet jin û ciwan ber bi xwe kuştinê direvên û vê ji bone xwe weke rêya xilasiyê dibînin, sedema vê ya şerke pîskolojiya ku niha li ser mirovan hatiye sepandine. Mirovên civakê ji ber hemû rih, fikr û hestên wan hatıne kuştin hemû pîskolojiya civakê di vana nerehetiyekî deye. Ew jî, li ser pêywendiya mirovan bandora xwe dike. Enerjiya civakê dide sekinandin, hêza û baweriyê  lewaz dike. Taktîkê herî sereke ya şerê taybet bê bawerî xistina nava civakê û nakokî dane avakirin û hêvî şikandine. Bi şikandina hêviyên mirovan refleksê civakê dikuje. Yên ku li hemberê van êrişan serî radike û bertek nîşan didin bi rêya gef û tirsê hewldidin wan bêdeng bikin. Bi vi rengî hestên radîkal û serî rakirina civakê li hemberê vê pergala xwe dicemidînin. Yan jî bi şêwazekî nerm û bi dilxwazî kiryarê derveyê pirensîbin  civaka exlaqî û polîtîk bi wan dide pêk anîn, lê dema vê yekê nepejirîne  jî wan mecbûrê pêkandînê dike. Pergala desthilatdar bi şêwaza xwe ya şerê teybet her dem pirsgirêk û aloziya ava dike û dinepixîne şûnda jî bi destwerdana wê qeyrana ku ava kiriye xwe weke yekane hêza çareseriyê derdixîne pêş û berê civakê ji bo pirsgirêk çareser kirinê dide xwe.

    Qada ku herî zêde şerê taybet xwe di nav de cih dike qada aboriye. Bi pêşxitina çînayetiya di nava mirovahiyê de serdest û bindest, feqîr û dewlemend avakirin. Ji xwe yê feqîr her dem bindest, bê heq, yê ku tê tewanbarkirine. Sedema  ku di vê serdemê de asta xwe kujî û kuştinan gihiştiye lutkeyê ji ber ku ev qad jî yek ji navandên şerê taybet. Her ku ew şer di vê qadê de asta wê bilind dibe asta desthilatdarî jî berfirehtir dibe. di qada aborî de hemû pêywendiyên mirov û civakan dizivirîne li ser berjiwendiyan. Hirsa sermayedariya aborî û desthilatdarî bilind û berfireh dike. Her ku ew desthilatdarî bi vi rêbazî serwer bû şûna  aramî, hevbeşî û yekbûna di nava civaka mirovan de şerên mezin bê dadî û kîn û reqabeta serwer bû. Nakokiyên di navber wan de bû amûrek bikar anîna civakê û demdirijiya temenê hêzên serdest.

    Di Rojhilata Navîn jî em dikarin bêjin li kêleka şerê germ bi avayek pir dijwar şerê nerm yan jî şerê taybet tê meşandin.  Sala 2001 de berê vi şerî dane Rojhilata Navîn. Di serî de li Kurdistanê ev rêbaz ceribandin. Dewlet netewên li Kurdistanê ji vê qonaxa qeyranê ku li Rojhilata Navîn sud wergirtin û her rêbazekî qirêj yê şerê taybet meşandin. Bi taybet dewleta Tirk û Îranê ev rêbaz bi kar anîn û qirkirinek ser gelê me dan sepandin û niha jî li ber çavê hemû cihanê vê yekê dikin. Bi vê şêwazê bi salane dixwazin îrada gelê kurd bişkênin û kurdan dîl bigirin. Mînak, dewleta Îran’ê bi bikar anîna  bîrdoziya islamiyetê zagonên xwe rewa dike. Derveyê nêrîn û ramanên xwe tu fikir, felsefe û bîrdoziyên din re mafê jiyanê nade. 

    Dewleta Îranê ku di herêmê de ezmûnê xwe yê dewlet bûnê de pispore hemen dem di şerê xwe yê taybet de jî yek jî dewletên herî pispor ya cihanêye.  Di milekê bi rêya şerîet di milê din avakirina xof u hewayê wehşetê serweriya xwe di vi şerî de isbat kiriye. Civaka Îranî her çend ji siyaset û pergala heyî aciz û nerazî be jî lê belê vê rejîmê bi silogan û hitabkirina hestên welatparêzî yê civakê her tim pêşî li bertekên gel girtiye. Dema ku metirsiya derketina civakê hemberê pergala xwe dibîne hemen rojevên ku ser miletê me, ol û mezheba me ji derve êriş hene ava dike, bi vê yekê hemû bertekên civakê dicemidîne. Civaka li Îranê bi vi rengî dimeşîne û gelên li wir jî bi rêbazeke din. Bi ferq û cûdatiya ku di nava gelan de dide avakirin nakokî û hev red kirinê di nava gelê li Îranê de jiyan dikin de derdixe pêş. Ev yek jî dibe sedema şer û pevçonên demdirêj navbera wan gelan. Ji ber vê jî êdî tê jî bîr kirin ku pirsgirêka bingehîn dewlet bi xwe ye. Sedema nakokiya di navbera Azerî û kurdan jî ji ber vê siyasetêye. Ji xwe girtîgeh jî bûne mekaneke yê ku rejîm bi siyaseta ku li wir dide meşandin hemen hemen peyam dide hemû civakê.  Li girtîgehan di milekê de ji xwe darvekirinê weke amêrekê hovîtiya xwe bikar tîne di milê din de li ser şikandina kesayet di wê qadê de kar dike. Taybet jî hemen hemen hereketên siyasî û kesayetên çalak di wir de tên tinekirin. Bi dehizarên ku ji ber fikrên siyasî ketine girtîgehê yek jî li ser vê dozê nehatine darijandin. Ev bi xwe jî şereke pir zirav ji bona têkbirina dengê siyasî yê gelane.

    Li kurdistanê jî bi darê zorê ciwanên kurd dikin ajan û bi kartînin. Sedan mînakên ku çewa ciwana digirin, her cûre bê exlaqî ser wan dikin û dîmenên wan digirin û wan mecbûrê sîxortiyê dikin hene. Yan jî bi gefên ku yê malbatên wan li ber çavên wan qetil bikin wan bikar tînin. Jî xwe pijaftin û belavkirina madeyên hişber li kurdistanê pir ji rêzê tê dîtin.  Bi taybet kesên ku pırsgirêka van ya aborî hebe wan bi rêya pere bi kar tîne.  Eger îro di pergala rejîma islamiya Îranê de jin her roj xwe dikujin û dişevitînin,  dibin qurbanê madeyê hoşber û dikevin nav bandên fuhuşê sedema yekê jî amurên şerê taybete ya dewleta Îranê li kurdistanêye.

    Di van demên davî dewleta Îranê rêbazeke din yê vi şerê xwe xistiye devrê, hem li girtîgehan, hem jî li hemberê kesayet û saziyên ku di nava civakê de xwedî nasnamene vi şerê xwe dimeşîne. Bi rêya ifadeyên nerast û heya bikaranîna dermanan li ser mirovan wan didin axiftin û ji wan dîmen û îfade digirin u belav dikin. Ger mirov ezmûn rêbazên wehş û qirêj yê pergla Îranê di vi şerî de bizane mirov matmayî namîne. Ev qonaxeke nu yê şerê dewletê hemberê civaka Îran’i ye.  Bi van propaganda û lîstokên heyî yê rejîmê bawer kirin tenê yê vê êrişê ser bixîne. Ji bona wê jî bertek û sekna ku civak nîşan bide davî li vê qirêjiya ku nirx û baweriya civakê armanc dikeye.

    ENDAMA KORDÎNASYONA KJAR

    ZÎLAN VEJÎN



    KJAR