• تاگەکان: ,

    EV 134 ROJE DAYÎKA EMÎNE BANGA EDALETÊ DIKÊ

    19 ته‌مموز, 2021

    HEWLÊR ŞAHÎN

    Gelo ev serdema ku em tê de jiyan dikin, mirov dikare qala edaletê bike, yan jî bêje edalet heya ji ber em di demek wiha de jiyan dikin peyava edalet hatiye wenda kirin. Ma cihekî wek pergalekî akp û mhp ê lê hebê, mirov dikare bêje edalet li wir heye. Li tirkiye şûna edaletê faşîzim di meryetê deye, her roj ji bo dil şewitandina Dayîkan çeteyê faşizimê li ser erkin. Roj û şev nine ku ev çete êrişî deriyan nekin her dem di nêçîra mirovan dene ka wê li kur yekî qetil bikin. Hinek însan hatine ser rûyê cîhanê tenê ji bo xirabûnê, ya rastî ku mirov ji wan re bêje însan, wê mirov neheqî li însanetiyê bikê. Ev hatine vê cîhanê tenê ji bo xirabûnê, yan jî êş û azar bi civakê bidin jiyan kirin. Erdoxan û çeteyên xwe ji xwîna mirovan têr nebûne, ji bo temenê xwe dirêj bikin wek hovan êrişî derdorê dikin. Wane dinya dane ber xwe wekî hovan êriş derdorê dikin. Ne mirov ne jî xweza nas dikin bi hovane êrişî hawîrdor dikin, ji bo temenê xwe dirêj bikin bê pîvan tevdigerê. Çeteyên erdoxan berî 134 rojan êrişî mala Dayîka Emîne kir hevjîn û zarokê wê qetil kir. Lê belê bi tu awayî ev kujerane ne hatin dadgeh kirin, ne jî hesab ji wan hat xwestin û evane her roj li wan kolana digerin nêçîra mirovan dikin. Ji bo ev kesane werin darizandin, Dayîka Emîne Şanyaşar û kurê xwe li ber deriyê saziya dewletê yê qaşo jê re edalet tê gotin di çalekiyê de ye. Ev 134 roje Dayîka Emîne bê ku germahiya havînê, birsîbûn û bê xewî bizanibe bi çavê girî, dilê tijî, êş û azar di çalakiyê de ye û banga edaletê dike. Lê belê bi tu awayî dengê Dayîka Emîne ya ji bo edaletê nayê bihîstin, cîhan bi giştî kor û lal bûye qêrîna Dayîka Emîne nayê bihîstin û nêzîkatiyên ji nedîtive ji bo vê bangê derdikevin. Ne tenê Dayîka Emîne li edaletê digerê ya rast, erdoxan û çeteyên xwe tirk ye aniye astek wiha, her kes qêrîna edaletê dike. Her roja şemiyê Dayîk banga edaletê dikin li eqûbeta kesên xwe dipirsin, lê belê heya vê gavê jî bersivek ji bo wan tûneye. Lê divê em vê yekê qet ji bîr nekin yên her dem di nava civakê de li edaletê geriya ye û li pêşiya nexweşiyan bûye kelam jine. Em biçin bi hev re dîrokê lêkolîn bikin, her dem ku nexweşiyek di nava civak yan jî di navbera du malbatan de çêbûyek Dayîkek ketiye navberê, ew pisgirêk çareser kiriye û ev nexweşî ji holê rakirine. Lê mirov dikare bêje dewleta tirk bi teybet erdoxan û çeteyên xwe bi tu awayî para xwe ji mirovahiyê ne girtiye. Her kes dizane dijiminê jina yê herî mezin erdoxane, lê belê çiman cîhan li hemberî vê yekê bêdenge. Bi teybet kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, yan jî em demokratin, ka dengê wan bi tu awayî deng ji wan jî dernakeve. Ger ku edalet hebaya wê hinek biçuban li kêleka Dayîka Emîne rawestiyaban û bigotiban tu mafdarî wê ji wan kujeran mihasebe bihatiba xwastin. Ya rast edalet wek peyv pir tê bikar anîn, ama bi tu şêwazî di jiyanê de cîh nagirê. Ger ku edalet hebaya wê ewqas roj Dayîka Emîne dev ji mala xwe bernedaba behsa edaletê nekiriba. Ji ber ku nîne dayê Emîne ewqas roj bi barandina hêstiren banga edaletê dikê û dibêje dalet û edalet. Dayîka Emîne di çalekiya xwe de bi îsrare, her çiqas edalet di meryetê de jî nebe, lê hêviya Dayîka Emîne ji bo edaletê di astek jor de ye. Dayîka Emîne ji ber ewqas dilê wê tijî êş azarin xwe bi cilên reş girêdaye. Bi teybet ev yek di geleneka Kurdan de heye, dema ku zarok nas û hez jêkerî xwe winda dike xwe reş girê didin. Ev reş girêdan çavkaniya xwe ji êş xemgîniya mezin digire. Em hemû jî dizanin mebesata Dayîka Emîne ji vê çalekiyê çiye, ger ku hesab ji kujerên malbata Dayîka Emîne neyên xwestin, ew kujer wê dilê gelek Dayîkên mina Emîne bi şewitînin.



    KJAR