• Serbixe Serhildan, Serbixe Tolhildan

    9 ئه‌یلول, 2023

    Serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ hat destpêkirin û belavî hemû civakê bû, di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de yekemîn e. Şoreşa Rojhilat tê wateya şoreşa Rojhilata Navîn. Jin û civak bi yekkirina hêzên xwe yên rêxistinî û bi têkoşîna hevpar dikarin bi ser bikevin. Li Rojhilatê Kurdistan de 16’ê Îlona 2022’an de qetilkirina Jina Kurd Jîna Emînî bi pêşengiya jinan li dijî dewleta mêr bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” pêvajoyeke nû ya azadiye dan destpêkirin. Di dîroka Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê de yekem car gel bi hevre li dora dirûşmeya jinan, li dijî pergala zilam û zordest a dewlet û hêzên desthildariyê serî hildidin. Gotina hevpar a “Jin, Jiyan, Azadî” di roja me ya îro de weke tespîteke dîrokî vegûheriye dirûşmeyeke gerdûnî.
    Sedema ku “Jin, Jiyan, Azadî” bûye dirûşmeya hevpar, ev e ku civak azadiya xwe di azadiya jinan de dibînê. Ev yek di heman demê de asta belavbûn û bandora paradîgmaya Rêbertiya me, Rêber APO ye, ku bîrdoziya azadiya jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê nîşan dide.
    Fikîr û bîrdoziya azadiyê ya Rêber APO belavî hemû cîhanê bûye. Her roja ku diçe li cîhanê bi pêl û pêl belav dibe. Li gel ku Rêber APO 25 sal’in dibin pergala tecrîd, êşkencên û îzalasyonê de ye. Şerê esasî li Îmraliye tê meşandin, ji ber vê jî têkoşîna jinê ji bo belavkirin bîrdoziya Rêber APO û pratîkkirina azadiya fizikî ya Rêber APO bingehinê. Têkoşîna me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO stratejîk e. Rol û mîsyona Rêber APO di warê têkoşîna azadiya jinê de gelekî dirokî ye. Pêşketin û mezinbûna ku di şexsê jinên Kurd de tê jiyîn û statûya weke mînak nîşandayin keda Rêber APO ye. Azadiya Rêber APO azadiya jinan e. Bi vî alî ve xeta me ya azadiya jinê, îdeolojî û felsefeya me gerdûnî ye. Erka me ya sereke ev e ku di pêvajoya pêşiya me de azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin û bîrdoziya, nêrîn û tarzê wî yê jiyanê belav bikin.

    Hêzên sîstema kapîtalîst polîtîkayên xwe ya qirêj herî zêde beramberê jinên ciwan û ciwan de pêkdine. Ji ber ku di dirokê de jinên ciwan û ciwan pêşengtiya civakê ye, di heman demê de di peşketina civak û parastîna civakê de xwedî kedek e. Pergala modernîteya kapîtalîst dixwaze pergala xwe li ser jin û ciwanan bide domandin. Ji ber wê jî herî zêde jinên ciwan û ciwan tê hedef girtin.
    Taybet li Rojhilatê Kurdistanê de li ser jin û jinên ciwan de polîtîkayên qirêj ya asimilasyon, qirqirina cand wek zîman û nasnameya jin bi riya şerê taybet erîşekî bê navber dide meşandin. Jinên ciwan tên şewatandin û bêrûmetî tê kirin, gorîstana Jîna Emînî tê êrîş kirin. Li vir de rola dewleta Îran pîr giring e, pîr bi sîstematik erîşên xwe li ser jinên ciwan didomîne. Ser navê jiyanekî wekhev, xwedî îrade û fikra azadî ya jinên ciwan û ciwan tunê dike û hedef digire. Hêzên sîstema kapîtalîst heman demê de lingekî netew dewlet a herî bi bandore. Mirov dikare bejê ku heya dawî hûcreya însana re nûfus dike û dixwaze be rumetî ferz bike. Ger di mijarê azadî de mirov bi israr nînbe dikare bibe parçeyekî modernîteye kapîtalîst û nikare di bin wî de rabe. Her ku têkoşîna me ya azadiya jinê pêş dikeve, di serî de êrîşên dewleta Iran a faşist û pergala zilamê serdest her ku diçe berfirehtir dibin. Jinên ciwan, jinên Kurd bi rêbazên şerê taybet ên herî hovanê di têxîn nava tora fihûs, tiryak û sîxuriyê.

    Li hemberî vê yekê jî jin li her cihê de bi îrade, azwerî û kelecaneke mezin berxwedanê mezin didin. Têkoşîna me ya azadiya jinê ne tenê rojekê li her kêliyê her dem û cihan belav bûye. Em dikarin bêjin, têkoşîna azadiya jinê bûye gerdûnî. Ew ji serhildan û dijberiyên civakî yên ku di bin pêşengtiya têkoşîna azadiya jinê de li dijî pergala zilamê serdest pêşketiye û mezin bûye. Îro civakên mezin en azadî û demokrasî bi pêşengiya jinan zêdetir li dora jinan tên gel hev. Li dijî şêwazê jiyanê yên ku ji aliye vê hişê zilamê serdest ên mêtinger ve hatine afirandin, jiyaneke xweser a wekhev û azadî tê avakirin, gav bi gav dide xwesteka xurt a hemû civakê. Di vê çarçoveyê de îdeolojiya azadiya jinê ya jineolojiyê, paradîgmaya azadiyê, berxwedana jinê û rêxistina me bibe şoreşa jina. Eşkere dibe ku pêwîstiya mirovahiyê bi hişmendî, çalaki, rêxistinbûn û ji nû ve afirîna jiyanê ya jina azad heye. Pêvajoyê ku em niha tê da derbas dibin têkoşîna azadiya jinê ye û di vê pêvajorê de rolên pîr sereke û berpirsyarên pîr mezin dikevin ser mile jinên ciwan. Di peşengtiya jinên kurd de peşketinên pîr mezin û giring tên jiyan kirin û di wan pêvjoyên heyî de paradîgmaya Rêber APO û Bîrdoziya Rizgariya Jin pîr bi bandorê. Ji ber vê jî erk û berpirsyarên me wek jinên ciwan pîr zêde ne. Stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî, erkên înşa kirin û azadiya fizikî ya Rêber APO sedema têkoşîna me ya herî serekê ye. Ser vê esasî em pêwîste Rêber APO rast fêm bikin û bi serhildana “Jin Jiyan Azadî” azadiya hemû jinên ciwan û azadiya Kurdistan serbixin.

    Jinên ciwan yê têkoşer :

    Serhildana Rojhilat bi  “Jin, Jiyan, Azadî” destpêkir û navê xwe di dirokê de nivîsand, jinên ciwan dirok ji nûve nivîsandin.  Jinên ciwan û hemû ciwanên Kurdistanê temînata azadiya mirovhayî ye. Enerjiya herî avaker û erênî ya cîhanê dema ku hevrêtî û hezkirina jinê bi hişmendiya azadiyê pêş dikeve, derdikeve holê. Bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” pêwîste hemû jinên ciwan berê xwe bidin qadê serhildanê. Werin em her tim hevgirtina jinan û yekitî û hevrêtiya jinan pêş bixin. Li ser vê bingehê em bi awayekî herî xurt û bi heybet beşdarî çalakiyên salvegera serhildana bibin û bi pratîkên xwe nîşan bidin ku sedsala 21’an wê gav bi gav çawa pêş bikeve.

    Divê çarçoveyê de em dibêjin, ‘‘JIN JIYAN AZADÎ, SERBIXE AZADÎ’’.

    Bijî Rêber Apo
    Bijî Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’
    Bimire pergala faşist û zîlamsalarî  



    KJAR