• Alternatîfa stratejîk, hêvî û baweriya mirovahiyê

    10 شوبات, 2023

    Rûken Merîwan/Endama Fermandariya Hêzên Parastina Jin (HPJ)

    ‘Şîn dibû û berbelavî cîhanê dibû’

    Bi destpêkirina şaristaniya desthilatdar û bi dawî bûna serdema Neolotîk ve, hêzên desthilatdar li hemberî çand, exlaq, dîrok, ango li hemberî hemû nirxên civakî, şerekî bê eman dan destpêkirin. Armanca wan, jiyana ku li ser koka cewherê gerdûnê şîn dibû û berbelavî cîhanê dibû, tine kirin û li cihê wî deshilatdariya xwe serwer kirin bû.

    ‘Dixwazin gelê Kurd di her milî de qir û tine bikin’

    Ev bi şiklekî herî hovane bi komkujiyeke di her milî de kirin û ev yek heya roja me ya îro jî berdewam dike. Dema em baş meyîze bikin, ev êrîş û komplo di encamên wan de jî komkujiyên ku pêş diketin navenda wan mezoptamya bû û bi taybet jî Kurdistan bû. Ji ber vê yekê jî, em dibêjin ku: Ji destpêka dîroka desthilatdariyê heya roja me ya îro, gelê Kurd û pêşengên wê her tim bi komplo û komkujiyan re rû bi rû hatine. Ji bo ku mirov rastiya komployên ku li hember vê civakê û pêşengên wê pêk hatiye rast pênase bike, pêwîste ku li ser dîrokê bi berfirehî biponij e. Ji ber ku her komployek ku li hember vê civakê hatiye pêş xistin, di pir milan de berdewamiya hev bûne û heya mirov dikare bibêje ku, li ser kevneşopiya hev ava bûne. Ev jî dihêyle ku ji dîrokê heya roja me ya îro, êrîşên dijminên me, bi hev re bên girêdan. Bi taybet komplo û aloziyên ku di sedsala 19 û 20’an de pêk hatin, carek din bi rengekî şênber nîşan dan ku dijminê dagirker, qirker û xiyanetkarên ku dijminahî li gelê û axa xwe dikin, xwedî li mîrasên xweda kralên ku desthilatdarî û dagirkerî bi sîstem kirin, derketin e. Ev dagirker û xiyanetkar bi komplo û komkujiyên xwe, her dem dixwazin ku gelê Kurd di her milî de qir û tine bikin.

    ‘Devera çîrok û çîvanokên destanwarî’

    Ji bo çi li hember Kurd û Kurdistanê ev qas dijminahiyek bê pîvan heye? Bersiva wê ew e ku, yek ji sedemên herî girîng, Kevana zêrîn, orjînê jiyana mirovahiyê ye û Kurdistan di vê kevanê de, xwedî cihekî stratejîk e. Rêber Apo ji bo Kevana Zêrîn dibêje: “Eger em vê deverê di dîroka mirovatiyê de ji aliyê pêşketina şaristaniyê ve weke devera kurketinê bi nav bike, wê zêde nebe gotinek ne di hedê xwe de. Her wiha weke devera çîrok û çîvanokên destanwarî yên mirovatiyê lê hatin, nivîsandin an jî rastî lê dest pê kirin çêbûn jî, mirov dikare pîroz bike. Şoreşên mezin ên piştre çêbibin jî, wê berhemên vê destana pîroz bin.” Ji ber ku ev welat û gelên vî welatî, xwediya vê mîrasê ne û girêdayî cewhera mirovahiyê ne ango girêday jiyana exlaqî-politîk ne û hîn jî hinek tiştên xwe winda nekirine. Ji bo pergala desthilatdar-dagirker metirsiyek mezin in. Bi taybet piştî derketina Rêber Apo û avabûna Tevgera Azadiyê, di tekoşîn û şerê azadiyê de ku dihat meşandin, gelê Kurd hîn zêdetir ket ferqa dîrok, çand û hebûna xwe. Ji ber vê yekê jî ji bo pergala deshilatdar bû metirsiyek hîn mezintir. Girêdayî vê sedemê, di serî de Rêber Apo û piştra jî Tevger û gelê Kurd bûn dijminê herî mezin ê vê pergalê û dagirkerên heremê.

    ‘Her dem êrîş û komployên cûr be cûr pêş ketin’

    Rêbertî bi felsefe û bîrdoziya ku ava kir, di serî de ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û ji bo tevahiya cîhanê bû alternatîfek stratejîk, bû hevî û baweriya jiyaneke ku li ser cewher û koka xwe şîn dibe. Ji ber vê yekê jî, di dîroka Rêbertî de ji destpêka derketinê heya roja komploya mezin a li hemberî Rêbertî û tevgerê, her tim êrîş û komployên cûr be cûr pêş ketin. Lê di komploya reş a 9’ê Cotmeha sala 1898’an de dest pêkir, hêzên desthilatdar xwestin jenosayda li ser gelê Kurd, rewa bê dîtin û hîn bêtir dixwestin ku kûr bikin. Heya eger bikaribin bi encam bikin. Di heman demî de îdeolojî û felsefeyê ku Rêber Apo ji bo tevahiya mirovahiyê pêş xistibû, dixwastin ku ji holê rakin. Rêbertî rehîne ango dîl girtin û xwestin Rêbertî ji tevger û gelê Kurd qut bikin. Bi vê rêkê difikirîn ku wê Tevgera Azadiyê, tesfiye bikin û li ser gelê Kurd jî cûr be cûr, politîkayên îmhayê pêk bînin.

    ‘Jenosayd tê sepandin’

    Em dikevin 24’emîn salvegera komployê û di vê salê de jî bi pergala tecrîda girankirî ve, li hember gelê me û bi taybet jî li hember jinan, teslîmiyet û jenosayd tê sepandin. Lê ev berxwedana bi heybet a ku Rêber Apo li hember pergala Îmralî meşand û dimeşîne, hemû politîkayên dijmin bi berdewamî vala derxist û derdixe. Gerîla û gelê ku bi diruşma ‟Hûn nikarin roja me tarî bikin” li derdora Rêbertî kom bûn, derbeyên mezin li dijmin dan û xeta berxwedaniyê bilind kirin. Ji ber ku Rêbertî, berxwedanî hilbijart û hildibijêre, dijminê dagirker pergala tecrîdê kêlî bi kêlî kûrtir dike û teslîmiyetê disepîne. Rûxmê her cûre tecrîd û îşkenceyê jî, Rêber Apo li Îmralî ji destpêkê ve, starta berxwedaniyê daye û her tim mezin û berfireh dike. Bi komploya ku li hemberî Rêber Apo pêk anîn ve, armanc kirin ku, Rêbertî û Tevgerê tesfiye bikin, lê em dibînin ku Rêbertî û Tevgera Azadiyê jî bûne malê giştî cîhanê. Bi taybet di vê pêvajoya tecrîda Îmraliyê de, paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xist, li hember pergalê modernîteya kapîtalîst ji bo mirovahî bû alternatîfa jiyaneke nû ya azad.

    ‘Ber bi tunebûnê ve diçe’

    Rêber Apo di vê paradîgmaya xwe de, rastiya civakê ya roja îro û hemû rastiyên ku di dîrokê de hatin jiyankirin di parzûa heqîqetê re derbas kir û bi cewherê mirovahiyê re hem dem kir.  Ji ber vê yekê jî, ev paradîgma ji bo hemû gelên ku li hember pergala desthilatdar dagirker, li ber xwe didin bûye çavkaniya hêvî û baweriyê, bûye îlhama otopyaya azad. Bi taybet di vê paradîgmayê de, yek ji sê lingên bingehîn jî azadiya jinê ye û di misyona pêşeng de ye. ev yek bala tevahî jinên cîhanê dikşîne û hema bêje piranî jî esas digrin. Rêber Apo bûye Rêberekî gerdûnî û ji bo vî jî li her devereke cîhanê, sendîkayên karkeran, rêxistinên sosyalîst, gelên ku li ber xwe didin, mirovên demokrat û azadîxwaz, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyan pêş dixin û pêngavan dest pê dikin. Dewleta Tirk a ku dixwaze bi komployan xwe li ser lingan bigre, li hemberî helwestên gelan û bi taybet jî jinan ber bi tunebûnê ve diçe.

    ‘Komplo bingehekî xwe yê sedsale heye’

    Hêzên navdewletî li hemberî vê berxwedaniyê, matmayî manê. Wiha ji xwe re hizirîbûn ku bi tecrîd kirina Rêber Apo ve ewê hesabên xwe yên li ser Rojhilata Navîn, bixin dewrê. Lê belê sîstema alternatîf ya jiyanê ku di somutê Rojava de pêşket, da diyar kirin ku paradîgmaya Rêber Apo bûye alternatîfa modernîteya kapîtalîst. Hîn jî di navbera me û hêzên komploger de şerê heyî dimeşe, kîjan hêz tekoşînê xwe bi hêz bi rêve bibe ew serkeftinê qezenc bike. Ji ber vê sedemê jî, him wek jin, Tevger û him jî wek civak, pêwîste ku em li hember kiryarên komployê ku bê navber berdewam dikin, tekoşîna heyî bilindtir û piralî bikin. Rêber Apo di paraznameya xwe de, di derbarê komplo de wiha dinirxîne: “Gelekî girîng e ku mirov zihniyeta felsefî û polîtîk a li pişt komployê, fêm bike. Ez têm û diçim, dizîvirim, tim û tim tînim ziman ku komplo bingehekî xwe yê sedsale heye.”

    ‘Vala derxistina komployê, erka me ya sereke ye’

    Mirov bi carekê dikare bi sedan ji van komployan mînak bide û rêz bike. Komplogeran vê weke hunerekê hosteyane ya desthilatdariyê dihesibandin. Ango komplo giyan û amûrê herî girîng ê hunera desthilatdariyê ye. Ji sedî sed, divyabû ku ev huner ji bo Kurdan li ser bingehê komployê bihata meşandin ev yek jî li gorî wa ne. Eger komplo bi rêbazeke eşkere bihata meşandin, wê bibûya mîna bûyera zarokê ji diya xwe re gotiye ‘Yadê binêre qral tazî ye.’ Hêzeke desthilatdariyê ya kirinên heta bigihîje qirkirinê dabe pêşiya xwe, ji wê re amûrek ji bilî komplo rê dide, wê tineba. Li vir a girîng ew e ku, mirov hêzên di nava komployê de cih digirin rast nas bike û bide naskirin.” Ji bo vê yekê jî, di her milî de rast famkirin û têgihiştina komplo, mijareke jiyanî ye. Bi taybet wek jin ku ev komplo di şexsê Rêbertî de li hember jin û civakê hat pêşxistin, ev komplo rast famkirin, li hemberî wî tekoşîna ku tê meşandin de pêşengî kirin û  vala derxistina komployê, erka me ya sereke ye. Bi vê helwestê tekoşîn kirin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger kirin, di vê rêkê de wê bibe pêngava herî stratejîk û pêngava serkeftinê. Di dawiyê de 15’ê Sibatê roja reş a lanetkirî, em dûbare bûbare şermezar dikin. emê bi tekoşîna xwe wek jin, komployê vala derxin, tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin. Wê ev yek soz û hewlidana me a her dem û kêliyê be.



    KJAR