• تاگەکان: ,

    Kelecana azadiyê tê jiyan kirin

    5 تشرینی دووه‌م, 2022

    Mêvana bernameya vê herteyê a Dengê Şîlan ya Radyoya Dengê Gel, Endama Akademiya Jinolojî Heval Zozan Sîma bû. Di vê bernameyê de li ser şoreşa jinê a Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi berfirehî hate guftûgokirin.

    Endama Akademiya Jinolojî, Heval Zozan Sîma vê gefteyê bû mêvana bernameya dengê Şîlan. Di vê bernameyê de tekoşîna jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û her wiha dengvedana diruşma (JIN, JIYAN, AZADÎ) bi berfirehî nirxand û perspektîfên girîng ji bo tevahî jin û civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşkêş kir.

    ‘Hesab ji pergalê tê xwestin’

    Zozan Sîma, Endama Akademiya Jinolojî. Di despêka axaftina xwe de da diyar kirin ku serhildanên heyî ên Rojhilatê Kurdistan û îranê, heyecanek mezin da avakirin û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Serhildan û çalkaiyên heyî ên li himberî rejîma Îranê derketî, tenê bi bajarekî ango cihekî re sînordar nema û li her devereke cîhanê jin û civak rakire ser piyan. Ev serhildan, serhildana hesab pirsîna ji rejîma dij jine. Ji ber vê yekê ev serhildan pir watedare. Di van deh salên dawiyê de qetilkirina jinan li her devereke cîhanê di rojevê de ye. Lê belê tiştê ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê rû da hesab pirsîna vê yekê bû. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku ev serhildan bi çalakiyên radîkal ve bi rêve diçe û ev yek tê wê wateyê ku wê ev serhildan, serhildana guhertin û veguhertinê be. Di vê serhildanê de hesab ji pergalên tê xwestin. Rejîma Îranê azyend pererstî, ol perestî û netew perestiyê di asta herî jor de jiyan dike û bi vê awayî di civakê de di astek jor de fetisandinek daye çêkirin. Ev serhildanên heyî jî bi teqandina civakê re, bi awayekî bi hêz derket. Di vê serhildanê de jî gelê Kurd û tevahî gelên Îranê, cihê xwe girtin û digrin. Daxwaza azadiyê ya gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê di nerazîbûna qetilkirina Jîna Emînî û Şilêr Resûlî de xwe da der. Ev yek jî dide nîşandan ku hê jî şopên dayik xwedawend li ser vê axê hene û bi bandore. Ji ber vê yekê ev serhildan bi pêşengtiya jinê ve hat despêkirin û bi diruşama azadiya jinê ve hat bi hêz kirin û belav kirin.”

    ‘(JIN, JIYAN, AZADÎ) xwedan dîrokek kevnare’

    Endama Akademiya Jinolojî, Heval Zozan Sîma di dewama axaftina xwe de bi berfirehî qala diruşma (JIN, JIYAN, AZADÎ) kir û got: “Li se diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ pir nîqaş hatine kirin û hê jî berdewamin. Ev diruşim di nirxandinên Rêber Apo de û her wiha di tevgera azadiya jinê de, xwedan dîrokek kevnare. Di bingeh de pêwîste ku mirov vê diruşmê tenê weke diruşmekê negre dest. Ji ber ku di vê diruşmê de gelek nirxên dîrokî, çandî û civakî di nava xwe de hildigre. Bi heman awayî jî, ev yek şêwazê jiyanê dide teysandin. Eger mirov bixwaze vê diruşmê di warê gotin de jî bigre dest, di zimannê Kurdî û piraniya zimanên din ên cîhanê de, peyîva jin û jiyan heman peyîve. Ne tenê di zimanê Kurdî de, di gelek zimanê cîhanê de jî ev rastî heye. Çiqas di pir zimanan de jî ev peyîvana ne heman peyîvbin jî lê dîsa peyîvên mê ne. Ev zanebûneke dîrokî ya tevahî gelan e. Ev yek jî dide teqez kirin ku her dem di tevahiya civakên kevnar de jiyan di jinê de dîtine, ji ber vê yekê her dem peyîve jiyan weke peyîveke mê hatiye bikar anîn. Di beden, jiyan, helwest û di her tiştên girêdayî jinê de, jiyan dîtine. Ev jî dide îfade kirin ku, jiyan li derdora jinê hatiye peyîda kirin. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje ku, êrîşa mêr salar ên li himberî jinê, weke êrîşên li himberî jiyanê ye. êrîşên deshilatdariyên ên li ser jinê û qetilkirina jinê, mirov dikare bibêje ku êrîş û qetilkirina jiyanê ye.”

    ‘Şoreş di kêliyê de azadî ava kirin e’

    Zozan Sîma, Endama Akademiya Jinolojî di dawiya azaftina xwe de bal kişande ser kampanya KJAR a ku di 3’ê Îlonê de bi diruşma ‘Dema parastina şoreşa jinê ye’ kir. Bi hema awayî da diyar kirin ku pêwîste tevahî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li kêleka wê tevahî jinên cîhanê li vê kampanyayê xwedî derkevin û tekoşîna xwe bi vê kampanyayê bi hêz tir bikin û xwe li derdora wê bi rêxistin bikin û wiha dawî li nirxandinên xwe ên girîng anî: “ ‘Sedsala 21’an sedsala jinê ye.’ Ev yek bi tekoşîna jinan ve hê zêdetir hate teqez kirin. Şoreş di kêliyê de azadî ava kirine. Ya ku niha hewildan wê jî li Rojhilat û Îranê tê kirin ev e. Mirov di her kêliyekê de çiqas nirxên azadiyê bilind bike û deshilatdariyê bihejîne, bi vî awayî jiyana azad misoger dibe. Bi vî rengî şoreş gav bi gav tê pêk anîn. KJAR jî bi vê kampanya xwe ve, hewildana ava kirina vê yekê dike. jinên Kurd di nav de bi taybet jinên Rojhilatên Kurdistanê bi salane li ser çiyan bi tekoşîna xwe ezmûnên pir mezin bi felsefeya Rêber Apo ve qezenc kirine, mînaka vê yekê jî KJAR e. Ji ber vê yekê pêwîste ku tevahî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di vê şoreşa xwe de, di şexsê Rêber Apo de xwe li derdora KJAR gurçûpêç bikin û jî ezmûnên vê tevgera azadiyê a jinê, sûd werbigrin. Bi taybet pêwîste ku jinên ciwan çawa ku li diruşa ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ya ku bingeh û koka xwe ji felsefeya Rêber Apo digre xwedî derdikevin, pêwîste ku ewqas jî xwe di vê felsefeyê de kûr bikin û xwe hê zêdetir li derdora vî fikrî bipêçin, ji sûd bigrin û beşdar bibin. Kelecana azadiyê tê jiyan kirin. Şoreşa jinan a Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di me tevahî jinan de, kelecenek pir mezin daye ava kirin.”

    A.S



    KJAR