• تاگەکان:

    Himbêza felsefeya Apoyî, ji tevahî jinan re vekiriye

    2 تشرینی یه‌كه‌م, 2022

    Endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Heval Arîn Akîf, di derbarê serhildanên jinan ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji malpera me a KJAR’ê re axivî.

    Arîn Akîf, Endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di nava axaftin û nirxandinên xwe de, pir bi berfirehî behsa tekoşîn û rihê berxwedêr ê jinan kir. Bi heman awayî bi taybet baş kişande ser berxwedan ku îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengtiya jinan ve tê meşandin kir û perspektîfên pir girîn ji bo tevahî jinan da

    Awyer Sine

    ‘Yek girtina hêzê, serkeftinê misger dike’

    Endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Arîn Akîf, di despêka axaftina xwe de tevahî berxwedêrên ku di nava vê serhildanên de şehîd bûn bi bîr anî û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Sembola serhildana îroyî Jîna Emînî, ji heft salî ta heftê salî ji hemû neteweyan civak li hev kom kir û daxiste qadan. Di vir de pir bi zelalî diyar dibe ku jinek dikare bibe dengê bi milyonan jin û mirovan. Rabûn, yek girtin û yekdengiya civakan jin ava dike û jêre pêşengtî dike. Civakên azadîxwaz, gelên ku bi salana ji bo azadiyê tekoşîn dikin û bedelên mezin didin. Civaka Îran û Rojhilatên Kurdistanê jî bi heman şêwazî civakek berxwedêre. Lê belê sîstem engo rejîma Îranê bi salane ku li ser civakê tepsandinên mezin pêk tîne û nedihişt ku dengê gelan di wê derê de derkeve. Lê em îro tev dibînin ku bi pêşengtiya jinan ve, tevahî civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser piyane û bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve bi yekgirtinek mezin ve li ber xwe didin. Ev yek ji xwe ve ango ji nişkave derneketiye û xwedan fikir û dîrokekê ye. ji ber vê yekê pêwîste ku hê zêdetir jin yekîtiya xwe ava bikin û hêza xwe bikin yek. ji ber ku eger hêz li hev komkirî û yekgirtî be, tu sîstemeke dagirker nikare te birûxîne û tu hêz nikare te bi bin bixe. Yek girtina hêzê, serkeftinê misger dike. Bê guman hêza gel ango civakê jî bi vî rengiye.”

    ‘Em bê enternatîf nînin’

    Arîn Akîf di dewama nirxandinên xwe de qala zext û zoriya ku bi hezaran salan li ser jinê hatiye meşandin û hêza jinê a berxwedêr kir û got: “Li himberî zext û zoriya ku jin bi hezarên salan ji destê zihniyeta zilam salar kişandiye, di roja me ya îro de bi hêzek mezin li ber xwe dide. Îro jin bi wî rihê xwe ê berxwedêr ve, rabûye ser piyan û qêrîna azadiyê dike, ji ber vê yekê jî wê tu hêz nikaribe li pêşiya vê qêrînê bigre. Destên jinan ên ku îro bi nîşaneya azadiyê ve radibe, tu kes nikare wî destî daxe. Îro jin tirsa ku bi hezarên salan têde hatiye avakirin şikandiye. Di roja îro de tiştekî ku jin jê bitise nemaye. Sîstema deshilatdar bi tu şêweyî tehemula wî nîne ku ji bo carekê jî be qêrîna azadîxwaziya jinê bibhêze. Ji ber vê yekê jî dema ku qêrîna jinekê derdikeve, wê qetil dike û di şexsê wê jinê de jî îradeya tevahî jinan binpê dike. Mînaka vê yekê jî qetilkirina Jîna Emînî bû ku li himberî zextên rejîma Îranê li ber xwe da û ji bo wê jî bi awayekî hovane hate qetil kirin. wê heya kengî jin êşê bikêşe û dayik bi rondik barîna xwe re jiyan bikin, êdî dem dema azadiyê ye. derfetên me ên pir mezin jî ji bo vê yekê jî hene. Hêza me wek jin heye. Mînak KJAR û HPJ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo tevahî jinan enternatîfe. Em wek jin bi taybet jinên Kurd li kîjan beşê Kurdistanê dibin bila bibin, em bê enternatîf nînin.”

    ‘Felsefeya xwe bi îrade û hêzkirinê ye’

    Arîn Akîf, Endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di berdewamiya axaftina xwe de mijarên pir girîng nirxandin û her wiha di dawiya nirxandinên xwe de bangî tevahî jinan û bi taybet wiha bingî jinên ciwan kir: “Ji bo jinên ciwan enternatîf, potansyel û hêzek mezin heye. Bi hezaran jin û jinên ciwan dikarin werin û di nava sîstema KJAR’ê de xwe bi rêxistin bikin û ava bikin. Felseferya Apoyî, felsefeya xwe bi îrade û hêzkirinê ye. ji kîjan çand û baweriyê dibe bika bibe, himbêza felseya Apoyî a azazdiyê ji tevahî jinan re vekiriye. Ya girîng ewe ku tevahî jin li hev kom bibin û di bin yek sîwanî xwe bi rêxistin bikin û li ser rehendên azadiyê ava bikin. Wê ev yek bê guman xwe bi rêxistin kirin û pêşengtiyek di asta herî jor de ji bo jinan bide ava kirin. Em bi dilgermiya çiyayên azad, hêviya serkeftinên ji bo hemû jinên berxwedêr dikin. wê tekoşîna jinên azadîxwaz û berxwedêr sîstema zilam salar û zayend peres hilweşîne, îro jî ev yek pir ber bi çav tê kirin. Ji bo azadiya jinan em her dem xebat û tekoşîn bikin.”



    KJAR