• Zinhniyeta mêrsalar a tecawizkar jinan ber bi zinaran ve dehf dide

    16 ئه‌یلول, 2022

    Zîlan Vejîn – hevseroka PJAK

    Bûyera Şilêr Resûlî nîşaneya rûyê rast ê siyaset û zihniyeta kevneşop a mêrsalar ku ev pênchezar sale sîstema dewletê li ser bi rêve diçe ye. Dewlet peyveke ku bi naveroka tecawizê ye. Ev sîstem bi wê siyaset, aqilyet û kiryarên xwe ne tenê êrîşî bedena jinekê kiriye. Di esas de êrîşî nirxên civaka ehlaqî, polîtîk û demokratîk kiriye. Bi vî şêwazî ruh û mêjiyê jinê dikuje. Rojane jin bi bûyerên bi vî şêwazî re rû bi rû tên. Eger Şilêr xwe ji pencereya malê re neavêtiba û bihata tecawiz kirin wê dûbare ji aliyê mêr ve bihata lêpirsîn kirin û kuştin. Dema jin tên tecawiz kirin û bi bûyerên bi vî awayî re rû bi rû dimînin, jiber kevneşopiya civakî an ji hêla bav ve, an ji hêla bira ve, an ji hêla mêr ve, an jî ji hêla dewletê ve tên kuştin. Carna ji bo ku ji her jinekê re bibe îbret vekirî dikin, carna jî jiber namûsa xwe dibînin, bêdeng û veşartî dikujin. Zilamê ku ev jî kirî bi awayekî asayî jiyana xwe berdewam dike. Nimûneya vê Reyhane Cebarî ye. Eger Şilêr Resulî bikarîba xwe xilas bike, wê teqez bi destê wî zilamî bi navê Goran Qadirî bihata kuştin ji bo ku qirêjahiya xwe veşêre. Em bi rastiya dewlet û kevneşopiya civakî a bi vî rengî re rû bi rû ne. Wekî hemû tawanên dewletê, bi van kevneşopiyan meşrûiyet di nav civakê de ji bo kiryarên xwe peyda dike. Mînaka vê a berçav, li gor qanunên şerîetê, her jinek dema ku pîvanên bûyîna namûsa zilam binpê bike, dikare ji hêla zilam ve bê kuştin û ev ne tenê mafeke, ev ji bo wî zilamî rê li deriyê bihuştê vedike.

    Dibe ku em herroj bûyerên ku tên serê jinan, jibîr bikin an jî ji nedîtî ve werin. Jixwe weke netew û çîna jin, dîrokeke me a tijî bi bûyerên bi vî awayî heye. Ma kêm jinan xwe ji zinaran avêtine, di çemen mezin de berdane, xwe darve kirine û şewitandine? Jinên Dersîmî bi pêşengtiya Zarîfeyan, ji bo nekevine destê leşkerên Osmaniyan, xwe ji zinaran avêtin. Di girtîgehên dewleta Îranê de çiqas jin hatine tecawiz kirin û tên tecawiz kirin. Li ser esasê gotina ku di Îslamiyetê de derbas dibe, eger jinek bakîre be diçe bihuştê, dewleta Îranê ji bo dijminahiya xwe a bi jinê re, vêya qaşo wekî bahane bikartîne û ji bo ku jin neçe bihuştê, jinan tecawiz dikin û bekareta wan xera dikin. Vêya jî di bin navê ol û şerîetê de rewa dikin. Kiryarên DAIŞ ên ku li ser jinên Êzîdî pêkanîn, rojane zelal dibin. Tiştên ku di Îranê de li ser jinan disepînin û hovîtiya DAIŞ yek e, tenê rêbaz cûda ne. Jin ji hemû alanên jiyanê, ji siyaset, aborî, xwe rêvebirin, biryar girtin, dûrxistin, her ku diçe berfirehtir û kûrtir dibe.

    Bûyera Şilêr Resûlî û weke wê pir hatine jiyan kirin. Bi tecawizê dixwazin jinan bitirsînin û bi qanûn û siyaseta xwe jî rewa bikin. Kuştin, tecawiz û destdirêjiya li ser jinan bi plan û siyasete. Sîstema sermayedar û dewletî, ji hêz û têkoşîna jinan ditirse. Metirsiya herî mezin li hember pergalê, jin e. Jiber herî zêde jin li hember zihniyeta mêrsalar xwedî helwest û têkoşîne. Pergala bi meyla zilam, zêdetir berbi xerîzebûyîn û maddiyatê ve dehf dide. Eger evçend meyla jinan ji bo emelyatên estetîkê heye, encama vê zihniyetê ye. Pir kêm jin hene ku bi xwezaya xwe ne lîstine. Ev zihniyet hem jin û hem mêr tûşî jiyaneke bi qeyran kiriye. Cinsiyetparêzî xwe di nav hemû tevna jiyana civakî de alandiye. Hemû jiyan di nav dorpêçek teng a cinsiyetparêz de tê fetisandin û ev rê li ber qûtbûna ji civakîbûn, siyaset, felsefeyê vedike heta rê li ber bê mêjîbûnê vedike ku wekî Rêber APO dibêje “li cihê ku mêjî disekine ajo dikevin dewrê” û wekî ku şîrove jî dike, eger ku mirov tenê bi ajoyan bimeşe, tu ferqa xwe ji heywan namîne, jiber ferqa me a esasî di zindîbûnê de têgihîştin û fêmkirine.

    Ev êrişên li ser jinan hemû li ser zemîna ku dewlet ji bo zilam çêdike, çêdibin. Eger dewlet bixwaze dikare pêşî lê bigire, lê nake jiber li gor berjewendiyên dewletê ye. Tenê em behsa hukmê Îran a van çil salên dawiyê bikin emê bibînin çawa siyasetek jin kuştinê birêve biriye. Siyasetek îro di zindanan de li ser girtiyên jinên siyasî birêve dibe hem şerê taybet a derûnî hem jî îşkenceyê dimeşîne. Hîcaba îcbarî bûye xala lewaz a rejîmê. Li beramberî vana çalakiyên jinan pêşketin. Jina bi navê “…” girtin û bi zorê, îfade girtin û belav kirin ji bo ku îradeya jinan a çalakiyê bişkînin û wan çavtirsandî bikin. Rewşa ku niha jin li Efxanistanê dijîn ji vana ne cûdatire. Li her çar aliyên cîhanê ev rewş tên jiyan kirin. Li hember van jî jin bêdeng nemane.

    Lêgerîna jinan ji bo azadî û demokrasiyê

    Îro ne tenê li gund, bajar, welat û herêmê de jin tên gel hev û rêxistinên xwe çêdikin. Di asta cîhanî de hatina gel hev heye. Di 3/9-2022 de konferansa jinên cîhanî pêkhat. Di wê konferansê de li ser hemû pirsgirêkên jin û sîstem, jin û malbat, jin û zarok, jin û perwerde, jin û mêr, tezên Jineolojî û hwd … nîqaş hatin meşandin, biryar hatin girtin, bername û pîlanên hevbeş hatin diyar kirin. Di bin pêşengtiya jinên Êzîdî de komcivîna jinên Îraqê pêkhat û jinan di konferansê de pir biryarên heyatî girtin. Li Libnanê konferansa jinên Rojhilata Navîn pêkhat û rêya çareseriya ji wê pergalê û alternatîfên wê nîqaş kirin. Jin di lêgerînê de ne ji bo azadiya xwe û mirovahiya azadîxwaz. Helwest û xwedîderketina li Şilêr Resulî a jinên Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê îfadeya lêgerîn û xilasiya ji wê pergalê ye. Qêrîna jinên Merîwanê  ye ji bo hemû jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin. Em weke tevger li ser bîrdoziya rizgariya jin û zanista Jineolojî kar û xebata xwe a ji bo azadiya jinan pêşde dibin ku bibin dengê rizgariya jinên Rojhilat û Îranê. Tevgera me li ser hîmê paradîgmaya azadiya jin di hewldana înşakirina  Netewa Demokratîk û civaka azad de ye.

    Eger îro di cîhan, herêm û Kurdistanê de evçend komcivîn û konferansên jinan pêktên ji bo pirsgirêk û çareserî anîn ji wan rewşên ku jin pê re rû bi rû tên, avakirina hêzekî hevbeş a rêxistinî, civakî û siyasî ye. Civîna NATO’yê a li Madrîdê a di asta cîhanî de pêkhat ne ji bo çareserkirina qeyranên ku têne jiyan kirine. Herwiha ne ji bo pêşîgirtina şerê ku di encama zihniyeta mêrsalar de tê birêve birin û hemû cîhan xistiye nav xeteriyê de ye. Berovajî, wê çawa şer were berfireh kirin û şêwazê komkujiyan çawa be tê biryar girtin. Jin li Tunisê li ser pêşerojek azad, wekhev û demokratîk li hev civiyan, nîqaş kirin û biryar hatin girtin. Heta têkoşîn, hevgirtin û rêxistinên jinan hebin, ti siyaset û civînên bi zihniyeta mêrsalar pêkwerin jî, nagihîjin armanca xwe. Jin wê siyaseta cîhanê diyar bikin û bi rêve bibin.



    KJAR