• تاگەکان: ,

    Êdî civak nayê xapandin

    21 حوزه‌یران, 2022

    Bernameya Ravîn a telefizyona me Aryen Tv, vê hefteyê carek din bi mijarên girîng derket ser ekrana Aryen Tv. Mijarên ku di vê bernameyê de hatin guftûgokirin. Rewşa Rêber Apo û her wiha rewşa Kurdistan û di nav de bi taybet rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê her weha qampanya KJAR ya li dijî kûştina jin û qirkirina xwezayê tekoşîn, bi mêvanên bernamê, Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Diyala Rojhilat û her wiha Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Pexşan Rojhilat re hate guftûgo kirin.

    Awyer Sine

    ‘Nikarin bi ser kevin’

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Diyala Rojhilat, di despêka axaftina xwe de bal kişande ser Rewşa Rêber Apo û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Rêber Apo di îmraliyê de, demek dirêj li pey xwe hiştiye. Ji sala 2011’an heya niha bi Rêbertî re tu hevpeyîvînek bi awayekî resmî nehatiye pêk anîn. Ji ber vê yekê di derbarê rewşa Rêber Apo de metirsiyên gelê Kurd û dostên Kurdan heye. Eger îro dewleta Tirk a faşîst tecrîdek girankirî daniye ser Rêber Apo, ev bê guman bi hevkariya nato û deshilatarên welatên din ve berdewam dike. AKP’ê jî hêza xwe ji vê hevkariyê digre û her dem tecrîdê hê girantir dike. Di her warî de Rêbertî di nava metirsiyê de ye. Tendurustiya Rêber Apo di nava wê giravê de cihê metirsiyê ye. Rojane Rêbertî ji mafên xwe tê mehrûm kirin. Bi tu şêweyî wekîlên Rêbertî nikarin hevdîtinên xwe bi Rêbertî re pêk bînin. Tecrîda li ser Rêbertî gihandine asta nefes ne kişandinê. Lê bê guman heya niha çi jî kirine nekarîne li himberî îrade û vîna Rêber Apo bi ser kevin”.

    ‘Bi îradeya Apoyî, tekoşînê dimeşînin’

    Di dewama guftûgoyê de, Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Pexşan Rojhilat. Wiha qala rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir: “Gelê me yê Kurd, li her derê bi sekna xwe berxwedana Apoyî didomînin û zindî digrin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve, hêza tekoşîn û berxwedanê di nava gelê Kurd de gihişt lûtkeyê. Bê guman hêz û îradeya Apoyî ya ku niha li çiyayên azad ên Kurdistanê tê jiyankirin, hêz û baweriya civaka me hê zêdetir xwirt dike. Civak hebûnekî zindiye. Eger civak bi vê pênaseyê tê naskirin, bi çand, bawerî, ziman, abûrî û xwe bi rêvebirina xwe ve, vê pênaseyê hildigre. Di vir de eger li himberî wê civakê êrîşên dagirkeriyê hebin, bi awayekî xwezayî ku di nava xwezayê de tê jiyan kirin, wê xwe biparêze û li ber xwe bide. Niha heman rewş li tevahî Kurdistanê û bi taybet eger em Rojhilatê Kurdistanê binirxînin, ev yek tê jiyîn. Civaka me niha bi hemû hêza xwe li beramberî çanda dewletê ku îradeya civak ango jinê dişkîne û kole dike, qebûl nake û tekoşîn dike. Niha jî sîstema Îranê ji bo ku civakê li gorî xwe perwerde bike û bixe bin xizmeta xwe de birçî dihêle. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li hemberî rewşa heyî tekoşîneke bê mînak didin meşandin. Ev tekoşîn û berxwedan di despêkê de bi pêşengtiya mamosteyan hate despêkirin. Di vir de jî di asta herî jor de jin pêşengtî kir. Ji ber ku jin pêşengtî kir, ev berxwedan bê ku gav ber bi paşve bavêje didome û mezin dibe”. 

    “Dijminê me li vê derê ye”.

    Diyala Rojhilat, Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)di nava nirxandin û guftûgoyê de îşaret bi rewşa zindaniyan kir û got: li kêleka berxwedana gelan a ku di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rêve diçe, êrîşên berfireh ên rejîma Îranê jî didomin. Li himberî xwepêşandan û berxwedana ku di roja Îro de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi rêve diçin, bê tehemuliyek pir mezin a rejîma Îranê di nava zextên wan de derdikeve pêş. Lê berxwedana ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê didin meşandin, cihê pîroz kirin û silav kirinê ye. Berxwedana ku gelê me li wir didim meşandin, ne tenê ji ber pirsgirêkên aboriye, li himberî sîstema zilam salar û melaya ne. Ji her qadekî jiyanê nerazîbûn û tekoşînek bê nimûne li himberî sîstema Îranê tê meşandin. Pirsgirêka sîstema Îranê ne Aboriye, pirsgirêkeke sîstem sale. Pêwîste ku Îran di qanûn û sîstema xwe de guhertinê bide avakirin û neteweyên din bi wekhevî di nava sîstema xwe de wek nasname, çand û hebûn qebûl bike. Ji ber ku her neteweyek li ku derê be xwedan mafe. Ji ber vê yekê xwepêşandanên ku îro tên birêve birin, xwe pêşandanên siyasî, îdolojîkirin û ne tenê mijareke aboriye. Ev yek jî di dirûşmên ku gel di nava xwepêşandanan de davêje, pir zelal diyare. Gel dibêje: ‘Dijminê me li vê derê ye’. Ev diruşim jî dide diyar kirin ku, bi vê sîstema heyî re rejîma Îranê nikare civakê bixapîne”.

    ‘Parastina jin, parastina xwezayê ye’

    Pexşan Rojhilat, Emdama KJAR. Li ser nirxandinan de zêde kir û li himberî zextên ku rejîma Îranê dide meşandin, armancê kampanya KJAR’ê anî ziman: “Sê bingehên bingehîn ên felsefeya Apoyî, Azadiya jin, xeteweya demokratîk û ekolojiye. Di vir de ekolojî di sîstema me de, bingehekî îdolojîke. Dema ku ekolojî jî tê desgirtin, vegera jiyana dayîka xwedawend ku di wir de jin li ber xwe da û jiyan afirand, tê esas girtin. Di bin vê bingehê de me di 05-01-2022’an de kampanyayek bi navê ‘Li dijî Kuştina jin û qirkirina xezayê, tekoşîn. De despê kirin. Di vê dema ku em jiyan dikin de tu bostek ax nemaye ku dagirker hewildana dagirkirin û talankirina wê nekiribin, nemaye. Ji ber vê yekê di vir ji bo ku em bikaribin axa xwe biparêzin, pêwîste ku di despêkê de dayik ango jin were parastin. Ji ber ku jin û xweza du zindî û hebûnên bi hev ve girêdayî ne. Di vir de eger jin û xweza bi hevre hatin parastin, civak jî dibe civakek parastî û xwe ragir. Bi heman awayî ew civak di warê exlaqî, pîvan û çandî de, civakek parastiye. Ji ber vê yekê jî ev kampanya ku me daye despêkirin, xwedî li derket û pêk anîna wê girînge ku li ser were seknandin. Di vê demê de ku serhildan û xwepêşandan hene, pêwîste ku ev xal neyê pişt guhkirin. Ji ber ku ev xal, xala herî bingehîn a jiyan û berxwedanê ye. Eger darek were parastin û li kêleka wê jinek were qetil kirin, wê demê mirov nikare bêje ku çandekî xweza parêz heye”.

    ‘Jin bertek raber dikin’

    Di dawiya nirxandin û guftûgoyê de Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê, Diyala Rojhilat wiha qala pêşengtiya jinan di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kir û got: “Di roja îro de li kêlek tekoşîna ku li beramberî rejîma Îranê de tê kirin, xwedî derketinek mezin li kampanya me a KJAR’ê jî heye. Îro jin eger di asteke pêşeng de di nava xwepêşandanan de cih digre, ev yek xwedî derketinek li kampanya ye. ji ber ku îro jin li beramberî qirkirin û kuştinên ku rû didin, ne tenê di warê fîzîkî de di her warî de jin li ser piya ne. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jin ji hemû neteweyan, di nava her nerazîbûn û serhildanekê de, xwedî li kampanya KJAR’ê derdikevin û helwestên xwe li beramberî sîstema maf xwar raber dikin. Lê bê guman pêwîste ku ev kampaniya ji aliyê tevaahî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji hemû neteweyên wê ve hê zêdetir were xwirt kirin”. 



    KJAR