• تاگەکان: ,

    KJAR qetilkirna her çar jinên Efxanî şermezar kir

    8 تشرینی دووه‌م, 2021

    Koordînasyona Komelgeha jinên Azad a Rojilatê Kurdistanê bi daxwiyaniyeke nivîskî qetikirina çar jinên Efxanî ku li Efxanistanê hatin qetilkirin, bi tundî şermezar kir û rewşa jin li Rojhilatê Kurdistan, cîhan û Îranê raxist ber çavan. Her wiha êrîşên li ser jin û hebûna wê anî ziman.

    • Koordînasyona KJAR di despêka daxwiyaniya xwe de bal kişand ser rol û misyonê jinê di nava civakê de û wiha dest bi daxwiyaniyê kirin: “Eger ku em ji dîrokê ve heya roja me ya îro temaşe bikin, jin ji bo azadî û wekheviyê li qadane û ya jiyan afirandiye jine. Jiyan bi destê jinê hatiye ava kirin, ger ku em li dîrokê meyze bikin hêzên desthiladar her dem ji bo dirêj kirina temenê xwe êrîşî deskeftiyên jinê kiriye. Ji ber ku jin her dem li dijî pergala zilamê desthiladar rabûye û bi tu awayî serî ji vê yekê re ne tewandiye û bûye xwedî helwest. Jin bi çalekiyên dewlemend û nêrinên xwe ve li dijî sîstema zordar wek anternatîfek ye. bi hêza jinê ve civak û deskeftiyên wê hatine afrandin, exlaqê jiyan û civakê ji aliyê jinê ve hatiye sazkirin.

    “Sedsala 21’an, sedsala azadiya jinê ye”

    Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR di dewama daxiyaniya xwe de, êrîşên li ser jinê tên kirin nirxand û wiha got: “Dema ku sîstema sermayedar dixwaze civakan û exlaqê civakan tune bike, di serî de êrîşî jinê dike û tunekirina wê ji xwe re dike armanc. Ji ber ku vê yekê baş dizanin ku eger jin were qirkirin û tunekirin, her wiha civak jî tu wateya xwe namîne, hebûn û civakbûna xwe jidest dide û di vir de mirovahî bi exlaqê xwe ve ji holê radibe û tenê sîstemek ku li mirov mîna amûreke bikaranînê temaşe dike serwer dibe. Ji bo ku bighêjin armanca xwe xwestin ku deng û rengê jinê ji qadên jiyanê qut bikin. Ji ber vê yakê jî her dem xwestin ku jinê ji qada siyasetê dûr bixin. Ta ku dengê jin dernekeve û daxwaza mafên xwe yên ku jê hatine dizîn neke. Rêber Apo bi derketina xwe ve hewildanên zihniyeta deshiladar û zilam salar pûç kir. Rêber Apo careke din jiyan û hebûna jinê afirand, jin hişyar kir û derxist qadan. Ji bo ku jin bibe ya xwe û hebûna xwe biparêze,Rêber Apo got: “Sedsala 21’an, sedsala azadiya jinê ye.” her roja ku derbas bû, jin ji bo bi desxistina mafên xwe û carek din avakirina civakek politîk û exlaqî ketin nava tevgerê de. Bê rawestan xebat didin meşandin. îro ne tenê jinên Kurd, her wiha tevahî jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide li derdora fikir û ramanên Rêber Apo kom bûne.

    ‘Jin li sernaserî cîhanê tên qetilkirin’

    Koordînasyona KJAR di berdewamiya daxwiyaniya xwe de qala armancê deshilatdaran ji êrîşkirina li ser jinê kir: “Dijminên jinan û mirovahiyê ji bo ku ber li vê yekê bigrin çi ji destê wan tê dikin, ta ku ev sedsal nebe sedsala azadiya jinê, berovajî vê yekê bibe sedsala qirkirina jinê. Îro li her derê di her kêliyekê de jin rastî êrîşan tê. Him ji aliyê derûnî û him jî ji aliyê fîzîkî ve rû be rû yî heqaret, îşkenc û qetilkirinê tê. Li seranserî Kurdistan û cîhanê jin tên qetikirin, tecawizkirin û tacîzkirin. Eger mirov bi taybet li Rojhilatê Kurdistan û îranê temaşe bike, dibîne ku bi hatina ibrahîn reyîsî re êrîşên li ser jinê li heremê hê zêdetir bûne. Jin ji qadên jiyanê tê mehrum kirin, tê qetilkirin, tecawiz kirin û her wiha ji bo îradeya wê were tepsandin di temenê herî biçûk de tê zewcandin ango wek amûrek xxx tê firotin.

    ‘Em êrîşên li ser jinê şermezar dikin’

    Koordînasyona Komelgeha jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR di dawiya daxwiyaniya xwe de êrîşên qirkeriyê yên ku li ser jinê tên meşandin şermezar kir û banga xwe birêxistinkirin û bilindkirina tekoşînê li jinan kir û wiha dawî li daxwiyaniya xwe anî: Em wek KJAR van kiryarên qirkirina jinê şermezar dikirin. Em rojane dibînin ku jin rastî van êrîşên ku me li jor aniye ser ziman tên. Bi taybet, bi hatina telabanî ve qadên jiyanê hê zêdetir li jinê hat tengkirin, êrîş û zextên mezin li ser jinan zêde bûne. Herî dawiyê li Efxanstan çar jin hatin qetilkirin. Her wiha keçek ku di temenê xwe yê pênc salî de bû bi zilamekî 55 salî re hat zewcandin ango bi zelalî hat firotin. Sîstema li dijî jinê a îranê bi destê civakê dixwaze exlaq û hebûna civakê tune bike. Em wek KJAR bang li tevahî jinên cîhan û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistan û îranê dikin ku xwe bi rêxistin bikin, hev bigrin ta ku bikaribin li himberî van kiryarên sîstema sarmayedar û zayend peres xwedan helwest bin û tê bikoşin. Rêber Apo dibêje: “Jin bi xwe bi rêxistinkirinê, dikare hebûna xwe misoger bike.” Em di wê bîr û baweriyê de ne ku wê tekoşîna jinan sîstema deshilatdar ya ku bi tu awayî mafê jinan û civakan nas nake birûxîne. Em niha di meha Mijdarê de ne, ev meha li dijî tudutujiya li ser jinê ye. Ji ber vê yekê pêwêwîste ku em wek jin ne tenê di vê mehê de, di her demê de ji bo azadî û serkeftinê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Bi vîna xwe jiyan bikin û bibin ya xwe.  



    KJAR