• تاگەکان: ,

    PEYKERA, EW JIN

    12 ته‌مموز, 2021

    DILJÎN ŞAHO

    Bi salan  dorê peykerek baz didî, dikenî, digrî û dileyzî. Pekykerê ew jin ji te re pir balkêş tê lê tû carî pirsik nîne, pir xweşke lê kes napirsê ew jin kiye. Ne pirs heye şayed jî demek were ku êdî kesik ku bizanibe bersiv bide nînbe. Çîroka keçikêk ku bi salan der dorê peykerek ku weke xwedevedek bû û lîstina ew zarok weke îbadetek bû, wiha destpê dike……

    Di nav welatê çand û hûner, di nav bajerê ku mîrê ERDELAN tê de dirûnişt, di nav malbatê terêqetê qadirî de di sala 1805’an de li bajarê SINE keçikek hat dinyayê û navê wî bû  Mahşeref. 

    Bi salan derbas bû û terêqetê Qaderî kokê xwe domand û di sala 2000’an de keçikek bê ku terêqeta xwe nas bike bi navê Kewê çavê xwe bi rûyê bajarê kû dîsa mirov dikarî tê de şopa çand û hûner bibîne li dayîk bû.

    Kewê di nav malbatek mezin dibû kû ji ziman û cil û bergê kurdî pir hesdikirin. Kewê her diçû mezintir dibû. Mala wan di meheleyel kevin ku berê cihê rûniştinê mîrê Sine bûye bû. malên ew mahale piranî yek qatman bû hewşê wan hebû. Di nav hewşê piranî malan de darên mezin hene, omrê wan şahîdê serketin heya biketinê xandaneke.

    Sehera dema jiyanê bajar dest pêdikir, dayîka Kewê berya her tiştekî bi av dannê hewşa malê, çîçekan û daran ji xew ra dikir. Kewê herê zêde ji bo wê ji vî mal û mahale hesdikir. Dema seheran bi bihina xweşa ax û çîçekan ji xew ra dibû xwe di nav parçekî ji bihişt hîsdikir. Kewê her seher bi enerjiyekî zêde rew rew diçû nav hewş û bi heskirinek ku tenê hesta zarokek dikarê wê tarîf bike, desta xwe li ser dilopên avên ku li ser pelê daran bûn dikişand. Bi eşqekî bê davî gûlên mûhemedî bihin dikir û bi kena xwe roj destpê dikir.

    Bê ku dest û rûyê xwe bişû, rew rew ber bi firinê ve baz dida. Kewê bê ku di sirê de biseknê diçû cem nanpêj û kîjan nan hesdikir ji xwe re digirt. Kewê di nav mahalê de zarokek bû ku her kes ji wî hesdikir û her kesî pîr û ciwan wî nas dikir. Jin û zilamê pîrê ew mahale zêde bûn, lê dîsa jî Kewê ji ber wan kesan, insanên xweş dil bûn ji wana pir hes dikir.

    Ew mahale bi kolanên xwe yên peen, darên çinarên bilind xwe ya dîrokî, hewşên mezin, gelê xwe ku bi çavên xwe çîrokên tek tekê wan dîwaran û serpêhtiyên wan ji te re digotin dibû sebeb ku Kewê ji wê mahale pir hesbike. Derwayê her tiştekî dû tişt dihêşt Kewê tu carî wê mahale ji dilê wê dernekve. malê ku herê zêde Kewê ji hesdikir malekî mezin yan jî ew emaretek bû ku mirov dikarî bibêje weke qûtîka bîranînên mahelekî, bajarekî û gelekiye. Dema Kewê bi bejna xwe ya biçûk hemberê deriyê mezinê emaret  ku ji dar bû diseknî  heybet, tirs, meraq, xweşikbûn û hîsekî pir cûda ku nedikarî navik le bike hûndirê wî tijî dikir.

    Her roj pir kesan ji bo dîtina emaret dihatin lê kesê ku tu carî ji gerîn û meyzandinê emaret nediwestiya Kewê bû. piştê ew deriyê mezin tu bi derbas kirina qolîdorekî biçûk digihêjî emaret. Hewş ewqas mezine ku tê de hewzek bi şiklê artî tê deaye . derdorê emaret hemû ode ne lê cihê ku hakimiyet û mîrbûnê Erdelanan nişan dide  emereta esasî bi xwe ye ku dema tu li balkona wê bisekneî hemû emaret û mahale di bin lingên tu ne. Dema tu li balkon diseknî tu tenê îqtidar hîs nakî ew xweşikbûn daran û sakînbûna mahale dihêle ku tu bê ku bi xwe bihesî bi saatan li vir bimînî. Emaret çiqasî jî xweşike lê dema tû ji derdikevî cogek av heye ku di dawî de tû digihîne peykera jinek, jinek ku sembola hest û helbest, wêje û dîroke.

    Kewê pir ji wê peyker hesdikir, ne tenê wê her kes dema ber peyker de derbas dibû bi kenê ser lêvên xwe silav didan wê.

    Zarokên wê mahale her tim derdor ew peyker dilîstin, weke ku ew peyker weke dayîkê ke û bi pirtûka desta xwe  helbesta jiyan ji wan re dixwîne. Kewê bi hezaran caran der dor peyker lîst lê carek nepirsî tu kî?

    Yekemin qotbûna ku Kewê jiyan kir çûna malê wan ji wê mahale bû. kewê nedikarî bawer bike ku

    Êdî nikare her roj biçe ber deriya emaret û bejna xwe bipîve, edî nikare her seher bi hemû cîranan silav bide, edî nikare bi havalên xwe der dorê ew peyker bilîzin. Kewê çen rojên dawî berya ku malên wan biçe tenê diçû nav balkona emaret û têre dilê xwe mahale, emeret û peykera ew jin mêze dikir cûda ji her tiştek dema Kewê diket fikra nedîtina peyker zidetir xemgîn dibû.

    Bi rojan, mehan û salan derbas bû lê hezkirina ew mahala û ew peyker ji nav dilê Kewê derneketibû. Roxmê ew qas heskirin, Kewê tû carî nezvrî nav ew mahale, dîsa neçû hûndirê ew emaret û heta dema ber ew peyker derbas dibû berê xwe dide milekî din. Weke wiha acizbûna xwe ji malbata xwe nişan dide ku çima ji wê mahale çûne.Kewê nedizanî wisa dixwaze xwe ceza bike ku çima ji  tiştên ku ew qas girêdayê wan bû çewa karî  ew qas sal dûr bikevê, yan jî şerim dikir ku çima dîsa nezivrî cem bîranînên xwe ya zaroktî.

    Dema sefa heştan bû di nav pirtûka edebiyat de di koşêyekî bi xetekî biçûk nivîsan dibûn, Mastûre Erdelan yekemîn jinê dîrok nîvîsa kurde. Bi dîtina resma ew peyker dîsa di kêliyekî de hemû zarokatiya wî hat ber çavên vê. Bi xilas bûna mekteb Kewê meşiya, meşya heya gihaşt ber peykerê ku niha dizanî navê wê MASTÛRE ERELANE.

    MAHŞEREF QADIRÎ yan jî MESTÛRE ERDELAN ku pişt re bi vê navê bi nav û bang bû keçikek li malbata Qadiriye ku bi mîrê Erdelanan, Xesroxan ê Erdelan dizewce. Mastûre helbestwanekî mezine ku bi zimanên kurdî û farsî helbest nivîsandiye. Mestûre li ser mijarên olî de jî lêkolîn kiriye û di vî barê de jî pirtûk nivîsandiye. Mestûre ne tenê helbestwan û nivîskarek mezine, yekemîn jina dîroknivîsa kurd di nav rojhilata navîne ku dîroka MÎJÛYA ERDELAN nivîsandiye. Mastûre piştî bin ketina Xesroxan li bajarê Sine diçin û derbasî Silemaniye dibin. Mastûre Erdelan li sala 1848’ an de vefat dike û  mezara wê li Girê Sêwane.

    Dibe ku Mastûre mecbur be ku ji bajara xwe çû be lê ew emaret, ew peyker û ya herî girîng pirtûk û karen ku weke jinek kiriye nahêle ku Mastûre di nav dil, mêjî û dîrokê de winda bibe.

    Kewê piştî naskirina ew peyker, watayekî pir cûdatir ji bîranînên wê ya zarokatî ji re hebû. Kewê heya 18 salî xwe jî hertim diçû emarert û tê de digerya. Di nav ew emaret hîsekî pir xweş digirt. Li qarşî peykera Mestûre kafekî vekiribûn . maseyî ku tam qarşiya pekera Mestûre bû hertim cihê Kewê bû. ew hertim li vir dirûnişt û peyker dimeyzand û difikrî…

    Difkirî ku çima roxmê ew qas heskirin çima lêpirsîn nebû, çima meraq nebû, çima dîrokek wê carê bi desta jinekî hetiye nivîsandin nexwendiye, çima ew qaslîstin lê kesekî helbesta Mahşeref nebîhîst….

    Pirsên weke çima zêde bûn lê çimayê girîng ji bo Kewê ew bû ku ji bo çe peykera Mastûre ne di nav emaretê wê daye? Ger tenê ji ber ev bê ku her kes ew peyker bibîne, her kesî dibe ew peyker di nav ew emaret bibîne  ji ber ku heybet, mezinbûn û esaletê  ew emaret bi cihgirtina ew peyker di nav ew mal wata digre. Ew peyker dibe tenê sembolek be di rastî de Kewê difkrî ku dibe rojekî ev emaret bibe cihê hemû jinên ku helbestwanên, nivîskaran û strananbêjan.  Hemû wan jinan dibe li wir bi hev re kom bibin û rûhê MESTÛRE ERDELAN din av bajar û mala xwe zindî bikin û ji bo hemû zarokan çîroka MESTÛRE û çîroka jiyan ji wan re bibêjin.



    KJAR