• تاگەکان: ,

    KARKER, GUNDÎ, XWENDEKAR, KARMEND, ZENAETKAR, ZAROK Û JİN HESTİYÊ PİŞTÎ YÊ CİVAKÊ NE

    18 نیسان, 2021

    Dema ku pirsgirêkên ekonomîk têne gotin morî û gêrik têne hişê min. Heywaneke hûrik mîna moriyê jî pirsgirêkên wê yên ekonomîk çênabin (ma ne ji bo her hebûnê ekonomîk xwe xwedîkirin e), çawa dibe ku hebûneke mîna mirov pêşketî xwedî aqil û tecrûbe pirsgirêkên xwe yên ekonomîk, heta rewşên wî yên weke bêkariyê yên rûyê mirov sor bibin hene? Wexta mirov mejiyê xwe bixebitîne di xwazeyê de çi heye ku nikare bike kar? Ji sedî sed pirsgirêk ne eleqeya xwe bi hawîrdorê re heye, ne jî eleqeya xwe bi xebat û meşa xwezayî re heye. Mirov gurê wî yê zalim di hundirê wî de ye. Di serî de bêkarî her pirsgirêka ekonomîk bi sermayekirina civakê re têkildar e.

    Bêguman analîza Marks a sermayeyê hêja ye. Hewl dide bêkariya der barê pêvajoya pêxîrtengiyê de jî eşkere bike. Cihê xemê ye ku nexweşiya pozîtîvîzmê ew jî pir di rewşeke xirab de zevt kiriye. Nexweşiya zanistperestiyê ew asteng kiriye û nehiştiye analîzeke berfireh a civaka dîrokî bike. Ya ez dikim ew e, ez hewl didim terîf bikim ku sermaye ekonomî nîne, berevajî amûrekî bi bandor ê ekonomiyê ji ekonomîbûnê derdixe. Ji bo vê jî sedema min a pêşî ew e, di pêşketina civakê de kar û sermaye ti car hedef nînin, di civakê de cih nedîtine. Mirov dikare civaka dewlemend û xweşhal bifikire. Exlaq û polîtîka li vê vekirî ne. Lê li cihê ku civak di nava bêkarî û hewcedariyê de bigevize, biperpite, li dewrûberê behskirina sermaye û dewlemendiyê ji sûc û guneh jî wêdetir divê bi qirkirina civakê re pêwendîdar be. Şaristanî weke guloka pirsgirêkan tê terîfkirin, ji ber ku xwe dispêre yekdestdariya sermayeyê.

    Rosa Luxemburg wexta ku pêkhatina sermayeyê bi şertê civaka ne kapîtalîst ve girê dida, gihiştiye keviyê heqîqeteke gelekî girîng. Eger ji keviyê hinekî din ber bi hundir ve bimeşiya, wê bidîta ku bi tenê bi hebûna civaka ne kapîtalîst ve girêdayî nîne, ew weke geneyê civakê dimije û diwerime û ji vê jî dilopeke xwînê jî bi karkeran dide vexwarin û bi vî awayî wan jî dike hevparê gunehê xwe. Ez bi awayekî gelekî zelal destnîşan dikim: ez hewldana karker jî înkar nakim; lê ez dibêjim pêkhatina sermayeyê pirr hindik dikare bi keda karker ve girê bide, heta mirov di çarçoveya felsefî-dîrokî-civakî de bifikire wê ev pirr hindik jî maneya xwe nemîne. Ji ber pirsgirêkên ekolojîk her diçe eşkere dibe ku îndustriyalîzm civak û hawîrdorê dişêlîne. Ma kîjan mirovê xwedî îzan û zanebûna xwe heyî dikare înkar bike ku di roja me ya îro de rêveberên saziyên kar û serkarên karkeran di nava civakê de dibin xwedî cihekî cihêwaz û li beramberî vê jî bêkarî jî weke artêş û guloka berfê mezin dibe? Tebeqeyên îndustriyê yên pêşketî, beşên bazirgan û fînansî yên yekdestdar ango yekdestdariyên sermayeyê bi projeyên ‘hevpariyên bi pirrhîss e’ têgîna karkeriyê têra xwe bêmane kirine. Gelekî girîng e ku mirov bibîne karker her diçe bi rola ew qayîşa yekdestdariya sermayeyê bi civakê ve girê dide radikin. Mirov çawa ku rola sosyalîzma pêkhatî weke kapîtalîzma dewletê, weke ‘karkerekî tawizkar’ dikare terîf bike, kapîtalîzma taybet a klasîk jî bi heman awayî karkerekî xwe yê tawizkar heye. Ev her tim di nava civakê de wer hebûn û heta îro hatin. Civaka mayî, ew civak e ku kapîtalîst nîne û hatiye hişê Rosayê.

    Eger mirov bala xwe bidê, mirov ê bibîne li vir cudahiya ya kapîtalîst û ya ne kapîtalîst tê terîfkirin. Li cem Rosayê herdu jî şêweyên civakî ne. Lê ez li vir bi awayekî cuda nêzî mijarê dibim. Ez kapîtalîzmê weke şêweyekî civakê nabînim. Ez wê weke rêxistiniyeke şebeke ya gelekî berfireh dibînim. Ji civakê nirxê zêde vedidize, ekonomiyê dimiçiqîne û rê li bêkariyê vedike. Ji bo vê bi desthilatdarî û dewletê re dikele û marên hegemondariyê yên îdeolojîk bi kar tîne. Di dema dawî de beşê karkeran ê tawîzkar jî li vê rêxistiniyê zêde kirine. Ez wexta careke din naveroka tevna yekdestdariyê welê terîf dikim, armanca min ew e, ez pêşî li gelek şaş fêhmkirinan bigirim. Nexasim divê ez karektera xefik a têgîna ‘civaka kapîtalîst’ deşîfre bikim. Sefetekî welê diyarkirina yekdestdariya kapîtalîst lutûfkarî û qenciyeke zêde ye. Şebekeya sermayeyê dikare tevna xwe ya rêxistinî ava bike. Divê başa were zanîn ku mafya jî şebekeyeke sermayê ya baş e. Şebekeya sermayeyê weke mafya nayê bi navkirin, sedema bi tenê ya vê yekê jî ew e, ji ber hêza hegemonîk a şebekeya sermayeyê di nava civakê de ye, û ji ber têkiliyên wê yên bi desthilatdariyê ye. Naxwe wê weke şebekeyeke bi qasî mafya rêzik û pîvanên xwe yên etîkî nînin bimana.

    Ez divê vê xusûsê jî lê zêde bikim ku ez îndustrîvan, bazirgan û cotkarê asta navîn kapîtalîst nahesibînim. Ev bi giranî ji bo ekonomiya rastî pêdivî bi wan hene. Sermaye ji gelek aliyan ve wan tengav dike û wan dixe nava pencê xwe. Em ên behsa wan dikin beşên civakê ne ku hewl didin hilberînin. Herweha ez ên karûbarên metaya piçûk li bazarê dikin û van metayan li cihê xwe yê kar pêk tînin jî kapîtalîst nahesibînim. Hemin xwediyên pîşeyên cûrbicûr kapîtalîst nayên hesibandin. Ji bilî beşê tawîzkar bi tevahî karker, gundî, xwendekar, karmend, zenaetkar, zarok û jin hestiyê piştî yê civakê ne. Ez vê terîfê weke civaka ne kapîtalîst hewl didim pêşde bibim. Ango ez weke gelek Marksîst yeqîn dikin, ez wexta civaka ne kapîtalîst dibêjim, mebesta min ew civaka bi têgînên weke feodal, tîpa Asya, nîv-feodal tê terîfkirin nîne. Ez îqna bûme ku têgînên behsa wantêne kirin rastiyên hînî mirov nakin, ji vê zêdetir ser rastiyê digirin dinixumînin. Jixwe ez vê analîzê ji bo şebekeyên sermayeyê yên piştî sedsala 16. li Ewrûpayê navendîbûn bi tenê nakim, şebekeyên sermayeyê hemûyan ên tevahiya dîrokê nirxê zêde desteserkirin (yekdestdariyên bazirganî-siyaset-eskertî-îdeolojîk, cotkarî, îndustrî) di vê çarçoveyê de digirim dest û li ser radiwestim. Sermayeya fînansa global a roja me ya îro bi awayekî balkêş vê analîza me piştrast dike. Ji bo mirov vê bibîne jî hewcedarî hûrûkûr bi lêkolîn û analîzê nîne.

    ÇAVKANÎ; “ PARİZNAMEYA RÊBER APO A SOSYOLOJİYA AZADÎ BEŞA PİRİSGİRÊKİN CİVAKÊ YÊN EKONOMÎK”



    KJAR