• تاگەکان: , ,

    Îdam! Kuştin û Qetilkirina bi fermî

    14 كانونی یه‌كه‌م, 2020

     

    Îdam; Kuştin, qetilkirin e. Ji hêla Dewletan ve qaşo li beramberî sucekî cezaya mirinê ye. Dawî anîna jiyana mehkûm  e. Kesê/ kesa ku biryara Qetilkirina wê / wî tê dayîn, tê îdamkirin.  Pênasekirina îdamê jî, bi qasî rastiya wî pir bi êş û azar e û tu car nayê qebûlkirin. Lê dil û mêjîyê mirovahiyê, dil û mêjiyê hemû civakê vê tişta hovane qebûl neke jî bi destên dewletan tên pêkanîn. Belê ev rastiya cinawirê lewîathanê ye ku xwîn mije, ruyê xwe nîşanê me dide. Lewîathana îro dewleta modern e. Ew modernîteya ku di sedsala 21. de hên jî  bi şêweyên serdema navîn, bi rengekî hov û barbarî dawî li jiyana mirovan tînin.  

    Ger ku em dîroka îdamê bigrin dest bi derketina hiyerarşiyê, bi serdestî û îxaneta “ Xwedayê zalim, ên zilam re em bigrin dest. Dema Mardukê dayika xwe Tiyamad  parçe, parçe dike û her parçeyekê wê jî li erd û ezman belav dike; dawî li jiyana jin dayikê anîne. “ CEZAYA MIRINÊ ye “ŞIKENANDINE CÎNS E” Şikenandina di şexsê JIN – DAYIK – de şikandina hemû mirovahiyê û destpêkirina zilamsalari ye. Ku bi hezaran salane berdewam e.  Ev îxaneta kur e, li dayika pîroz a xwedawend ku hate kirin. Lewra her ku çû ev li ser hemû mirovahî hate sepandin. Ev dibe destpêkirina dîroka desthilatdar û sermayedarî, dibe dîroka dewletê bixwe. Dî dîrokê de dema ku zilamê serdest bi aqlê analîtîk derketin ser dikê û bi nasnameya Şef, Rahîb û Qralan li ser mirovahî derew, hile, fîtne, fesadî, kuştin û talan pêk anîn êdî hemû zindewaran (şinkayî, mirov û ajalan ) kirin qurban qetil kirin, qirkirin. ji bo hêrs û îktîdara xwe. Her ku çû bun “Qiralên Xweda” her ku çû bûn dewlet. Edî dewlet, sermayedarî û îktîdarê li ser hemû mirovahî ferz kirin. Bû nexwaşiya serdemê û kokê xwe belav kir ji bo ku bi hezaran salan berdewam bike. Her wiha êdî Dewlet bû = Xweda. Her gotin û her ferman bê nîqaş û bê lêpirsîn diviya bû bihata pêkanîn. Ji ber ku gotina ji devê rayedarên dewletê derket; Ew êdî kelama Xwedê bû! Ew kelam heta îro dibe şikandina PÊNUSAN di destê Qaziyan de. Dibe sedema înfazkirina bi hezaran kesan. Em di rupelê dîrokê de bigerin jî di kîjan dîrokan de li ku îdam, yanî “cezayê kuştina mirovan” hatiye dayîn encax em vegerin li cîhê ku mirovahî tê de wendakiriye. Lê em  îro tiştê dijîn di destpêka mirovahî de veşartîne. Wekê Rêber APO dibêje “Em di destpêka dîrokê de, dîrok jî di roje me îro de veşartiye”  ya girîng em dîrokê rast bixwînin.

    Di Cîhanê de îdam ;

    Peyva îdam gelek car tenê darvekirin tîne bîra mirovan. Ger ku me li jor pênasekir û me got “cezakirina bi mirinê”  ye, Yanî dawî li jiyana mirovan, kesan anîn e. Em dizanin ku hên jî li gelek walantan îdam tê pêkanîn. Rêxistinê Efuyê Netewî 140 welat dijî îdamê ne, 58 welat jî alîgirê îdamê pênase dike. Lê di  destpêkê dîrokên xwe de îdam bi rengê gule barandinê û li meydanan dardekirin pêk hatiye. Belê hên jî heman rêbaz didome. Di serî de darvekirin, Recm-Sengser- gule barandin, bi şûr ser birîn, bi derzîya jehrî lêdan, bi kursiya Berqî, Giyotîn serî birandin, şewitandin ( di taritîya serdema navîn de bi hezaran jin bi nave pîrebok Cadi ne hatin şewitandin) li çarmixdanîn, û gelek cûre ku hatine pêkanîn. Em dikarin bêjin ku hên jî bi van rêbazan înfaz pêk tên. li Emerîka, Îran, Çin, Turkiye, Suudî Erebistan, Efxanistan, Hindistan, Japonya, Irak, Macarîstan, Polonya, Rusya û gelek welatên din. Qaşo ‘ev welatan pêşketîn e. teknolojiya îro têrê dike ku nexweşiya Korona derbixe, lê têrê nake ku derziyekê jê re peyda bike ji bo nebe sedema mirina milyonan. Çi ferq ji weba ya Ewrupa yê serdema taritiyê heye? Tenê rê û rêbaz hatine gohertin, zêdetir modernîze kirine. Li 98 welatan “cezayê mirinê di hêla huquqî de rakiriye, 7 welat jî bi nave “sucên şer û rewşên îstîsnaî” rakirine, 35' welat jî fîîlî pêknayne.  Lê niha  di vê serdemê de hên jî li 58 welatan ji milê dewletan ve bi fermî qanûnê dewletê “cezayê mirinê, înfaz ê”  tê dayîn. Her roj, bi kelama şefên, Qral xwedê yê cîhanê, wan canê ciwan yek bi yek, bi şêweyên cûr be cûr tên QETILKIRIN.

    Di Îranê de Îdam;

    Dewleta Îranê qaşo bi navê Komara Îslamî qanûn û yasayên xwe diyar kirine, û kesên ku li hember van qanûna disekinin Qaşo wekê kesên ”muxerib” (kesa/ kesê ku bi  Xwedê re şer bike) ango, “ îxanetê Mîhen”,  “eşkîya”, “fitne”, “teror”, “îxanetkar”,”sîxurî”, û hwd suç kirine tên îdam kirin! Ev pêkanînê dewletên dagirkerin. Îdam; ji bo perçiqandin ango bêdengkirin û tunekirina gel bi xwe ye. Di vê hêlê de mirov dikare bêje ku ev polîtîka niha pir bi eşkere li ser gelê Îranî û Kurdan tê meşandin. mirov dikare Parçeyekê ji polîtîkaya înkar û îmhakirina dewletên neteweye ku tê meşandin e wekê Şerê Taybet jî her ku diçe kûr dikin. Ev li ser kesên ku qaşo tê îddîakirin sûcdar e cezayê kuştinê didinê û ji bo civakê ” bibe îbret”, “bibe sosret” ev pêktînin.

    Ji hêla malbatan ve tişta herî zor jî ewe ku; dewleta Îranê malbatên wan kesên tên îdam kirin, bi zorê tînin temaşekirinê. Ev komkirina gel û dana temaşekirin, tenê û tenê di meydanê Romayê de Arenayê ku barbarî dimeşandin tê bîra mirovan. Ev jî bi navê ku bila `îbreta alemê be`tê kirin. Her wiha li cîhê ku cenaze bidin malbatên wan, dibin gorên komî bi dizî vedişêrin. Ev pêk anîn hemû têrê nakin lêçûnên – pere ango mesrefên-tên îdamkirin ji malbatên wan tê standin. Gelo ev çi wijdan û edalete ku ev pêkanîn bi ev dardekirin bi Dayik, bi Bav, didin temaşekirin. Hem jî hemû tiştên ku têne kirin kelamê Qralê serdema kapîtalîzmê ne. Kilif jî amadeye “qanûnê îslamî”, “yasayên komara îslamî ne!

    Ayetullah Montazerî, di sala 2000 de pirtuk li ser pêvajoya şerê Îran û Iraqê dinivisîne û diweşine. Ev kes dema destpêka şoreşê de wekî milê rastê yê Xumeynî buye. Di pirtuka xwe de dibêje “ Di sala 1988 de tenê du hefteyan de 3 hezar û 800 kes hatin îdamkirin. Bi giştî jî bi fetwa ya Xumeynî 30.000 girtiyên siyasî hatin îdam kirin.

     

    Li ser jin îdam;

    Îran di îdam kirina jin de; li cîhanê rêza yekemîn de cîhê xwe digre. Li hemberê hemû jinan lê bi taybet jî li ser jinên Kurd bi îddîayê ku “ahleq xirab dike” û “namûsê” yan jî bi hincetê siyasetê înfazan pêk tîne. Gelek jinên siyasetmedar û berxwedêr ji hêla dagirkeriyê ve hukmê îdamê hatiye dayîn. Ji sala 1979” ji pêlên şoreşê” şunve net nayê zanîn lê heta salên dawî 2 hezaran zêdetir jin hatin îdam kirin. Ya rast ku em bêjin bi awayekê fermi hatin qetilkirin.

    Ger ku em, van salên dawî bigrin dest û binirxînin tablo qet nayê gohertin. Ji pêvajoya Ruhanî buye Serok Komar vir ve 5 hezar însan hatin îdam kirin. Ji van îdama bi qasê tê zanîn 110 jin in. Rixmê ku di pêvajoya hilbijartina Ruhanî de sozê xwe yê ji bo demokrasî, azadi û wekheviyê ewqas waat dan jina û zêde dengê jinan girt hate erkê Serok Komariyê. 2020 sibatê de dema hilbijartina parlemento jî heman siyaset meşandin. Niha jî dîsa hilbijartina Serok Komare û peyvên wekê demokrasi, mafê mirovan, mafê jin û hwd dikin. Kandîd ê jin heta bi mafê civakî dixin rojevê û dixwazin wekê amûr disa jin bi kar bînin. Ji ber ku dî îranê de, di Rojhilatê Kurdistanê de qetilkirina jin, xwe Kujî (ev jî Qetla ku derdor sedemin) heta asîtpaşî, ji tundûtujî, ta tecawuz, di nav malbatekê heta saziyên dewletê, heta kolanan her roj di serî de jin hemû civak pêkanînê dij mirovahî re rû bi rû dimînin. Mixabin di her mijarekê de, hemû amaran de JIN di rêza yekemîn ya lîsteyan de cîhê xwe digre. Ev rewş di nav jinên Îranî jî û Rojhilatî jî her tim di rojevê de ye. Di van mijaran de serî rakirin, berxwedanî, xwepêşandan, her daîm hebûne. Di vê aliyên de gelek maf jî hatine bi destxistin.

    Gelek car hişyarî û şermazarkirina welatên derve hebin jî di astê ev polîtîka bi rayedaran bide gohertinê de nîne. Wekê tê zanîn, ji milê 47 welatên Ewrupa ve binpêkirina mafê mirovan ya li dewleta Îranê ku li ser civakê, li ser jin dimeşîne hate şermezarkirin. Ev şermezarkirin wekê hişyariyekê baş e, lê têrê nake ku bi dewletê ev siyaset bi de dawîkirin. Ji ber ku di dîroka nêz de jî ku em dibînin 2019 yan de 300 kes hatine îdam kirin. Berî çend rojan  bû di nav heftekê de 7 kes îdam kirin. Êdî hemû pêkanînê din jî em bifikirin û em bizanibin ka rewşa Îranê çiye?

    Di Rojhilatê Kurdistanê de di serî de Zeynep Celaliyan, Suheyla Kadirî, Reyhan Cebbarî, Dr Ruya Tlûî û hevala Şîrîn Elemhulî cezayê îdamê hate dayîn. Bi sedema bertekên Raya giştî û encamê tekoşîn û berxwedaniya jinan, hin ceza ji mile dagirkeriyê ve hatine  seknandin û vegoherand mebed zindankirin ê. Lê jina pêşeng, Berxwedêr, Feaî, qehreman Şîrîn Elemhulî jî wekê jina kurd ku “endama partiyê ye” hate îdamkirin e. jina bi navê Reyhan Cebbarî  jî hate îdam kirin. Zilamekî dixwaze tecawuzê wê bike, û nahêle û wî bi çaqo dukuje, “ji ber ku şahîdê”Reyhan nînin, cezayê îdamê digre. Di cewher de ew parastina xwe dike. lê ji ber ku dewleta bi aqlê zilam desthilatî û zilam diparêze, Reyhan nikare xwe biparêze. “Cezayê Zîna yê sengsar e. Lê em dizanin ku gelek car jin di vê hêlê de sûçbar dikin lê di rastiya xwe de hatiye tecawuz kirin, lê sed mixabin dewlet ji nedîtî ve tê. Tam jî wekê Reyhanê, Recim dibin! Ji xwe di dîrokê de jî destpêka Recm  di dîroka Yahudîyan de û piştre jî di Xiristiyane de pêk tê. Çîroka Hz. Îsa heye. Tê gotin ku “Hz. Îsa rojekê di kolanê re derbas dibe û dibîne ku jina ku bi fûhuşê tê sûçbarkirin nave xwe Mariya Macdelena ye, tê kevirkirin -Recimkirin- ,qire qîrekî bi wî komê ketiye û dibêjin “gunehbare lêdin” –Îsa bang dike, dibêje “ kî ji we bê gunehe bila ew kevirê bavêjê…”  Dema ku Îsa wisa dibêje ew kesên kombûne ji bo Mariya bikujin, şerm dikin, serê xwe xwar dikin û kevêrê destê xwe dawêjin erdê û diçin. Ev mînak ez bawerim ku wê bes be ji bo ku kê gunehbar e! yan jî kî QiRÊJE? (?) Gelo çi ferqa ew gardiyanê ku jina ciwan a li ber îdamê ye û tecawuz dike heye. Ji ber ku Bakîre ye û dive bê “qirêjkirin” ji bo neçe cennetê. Ez pirs dikim ji hemû wijdanan, di vir de kî qirêje? Û kê paqije? Ev bi kîjan ol, bawerî ango qanûnî dikare bê îfadekirin.

     Li ser zarokan Îdam;

    Zarok sembola pakî û sadebûnê ne. Bi dil pakiya xwe û girêdanê xwe tên nasîn. Îran di hêla îdama zarokan de jî, di cîhanê de di rêza yekemîn de cîhê xwe digre. Di sala 2019 yan de 90 zarok hatine îdamkirin. Her rojekê nîne ku em dibînin KOLBERÊ ZAROK li ser wan sînoran têne qetilkirin. Her roj nîne ku keda wan tê metîngerkirin, roj nîne ku di qezayekê kar de wan zarokan tên kuştin. Dîsa roj nîne ku Dewlet wan Zarokan dike Qurbana polîtîkaya xwe û wan dikin diz, dikin muhtad, dikin sîxor, dikin nav qirêjiyê  û pişre jî “ Cezayê Mirinê didin” wan. Gelek ji wan dema diçin sehpayê îdamê jî hên nizanin ku, kî çima wan aniye wir û çi bikin li wan. Bi hemû pakiya xwe dibên belkî hên jî di nav lîstokê zarokî de ne. Ji hemû qirêjîya cîhanê dûr in.

    Ger ku mirovahî xwe li bendê “Huquqa dewletê” bihêle wê ji vê zêdetir jî were serê mirovahiyê. Me li jor behsa rastiya dewletan û pêkanînê wan kir. Civaka xwezayî, bi destê dayika pîroz bi Edalet û bi ehlaq bi rêve çûye û çemê dîrokê heta niha jî dimeşe. Ew dema ku hîyerarşî, îktîdar wekê zilamekê nexwaş  Dewletê li serê mirovahî bû bela, Kural û qaîdê civakê yên ehlaqî ji hole rakir, li cîhê EHLAQ – HUQUQ danî, ew huquq  ji bo mirovahî ciqas çareseriye, çiqas belaye em dibînin. Dive em bizanin cîhê “dewlet”û “huquqa dewletê, demokrasiya dewletê” hebe li wê mafê mirovan, li wê civakbûn, li wê ehlaq, li wê jiyana wekhev û azad tuneye. Ji bo vê jî civak yê careke din xwe bispêre nirxên komunal û ehlaqî, bi kok mîrasê xwe divê bi rêve biçe. Ne bi qural û qaîdê dewletê, ne bi huquq û demokrasiya xapînok û derewkar!

    Dî îranê de jî û di Rojhilatê Kurdistanê de jî Qanûnê dewleta  dagirker ya Îranê tu carî nehatiye qebûlkirin. Her daîm buye sedema protestokirin, hilmet û kampanya, buye sedema berxwedana gelan Bi taybet jî herî zêde jin serî rakirinê re ji berxwedaniyê re pêşengî kirine. ji ber ku herî zêde maxdûrê vê rewşê jin û ciwanin.Niha jî ji milê KJAR’ê ve hilmeta bi şîara “ Li Dijî Sêdare û Qirkirina jin Dema Parastina Jiyana Azad e” destpêkir. Ev hilmet tê wateya ku dî Îranê de êdî dawî li îdamê were. Dawî li  qirkirina li ser jin were. Dawî li polîtîkayê qirêj yê hemû cîhanê were. Ji ber ku li ber çavê hemû cîhanê ev sûcê mirovahî pêk tên. Êdî em  wekê jin, bi hêz û zanebûna cewherî tevbigerin. Di serî de em jin jiyana azad û demokratîk avabikin û jiyana azad biparêzin bi vê rengê xwe ji qirkrinê rizgar bikin. 

    Rojîn Hêja

     



    KJAR