• تاگەکان: , ,

    Bi Sekna Bêrîtanî re Ber bi 25ê Mijdarê ve

    22 تشرینی دووه‌م, 2020

    Zehra Merîwanî

    Êdî em bi rehetî tê digihêjîn ku tundî bi hezaran sal e li ser jin misoger bûye. Tundî bipergal e. Bi awayekî rêkûpêk her kêlî pêkan dibe. Di seranserê cihanê de bi her awayî cihê xwe di jiyanê de qayîm kiriye. Pir milan de balê kesekî nakişîne û nabe mijarê rexne û ne rehetî ye jî. Ji ber ne xuya ye.  Ketiye nav çand û exleqê. Bûye şêwazê fikrandinê. Tê gotin, çov ji cinetê hatiye, yanê bihuştê derketiye. Ji ber wê jî kar anîna çov haletekî xwezayî ye. Ew teyîsîna xwe hema her tevgerê mirovê de dide der. Desthilatdarî qey loma ketiye xwînê mirovê .  Leşkertî de tundî û qursî wekî qeydeyên berbiçav xuya dibe. Li ser kuştin û dagirkirin û şelandin û rûtkirin û jêstandinê artêş her tim tê amade kirin. Artêş di bingehê de parastina civak nake, li hemberê civakan parastina berjewendiyê dewletê dike.

    Teqez di cewherê dewlet û artêşan de tundîtî pir vekirî û zelal e. Lê viya hezar hest û cureyên îdeolojiyan re dipêçînîn û rewa nişan didin. Wê sed salê dawî qasî gelê Kurd ti gel êşa wê tundîtî ne kişand û ji nêz ve nebû muhataba tundîtî. Lewra qasî gelê Kurd ti gel jî xeta parastina rewa de pêwistî ne dit ku xwe bi rêkûpêk bike.

    .  Roja 25ê Mîjdarê yanê qetilkirina her sê xwîşk, Li Hemberê Tundîtî Roja Têkoşîna ya Navnetewî tê naskirin.

    Bi kurtasî em dibînîn ku li hember derketinê tundîtî bi pergalbûn mijarekî sereke ye. Carna kesayetê kesekî de an jî çend kesên jî bi berxwedaniyê xwe re bandorekî pir mezin li ser pergalê tundî û serweriyê dike. Jixwe em rastiya 25 Mîjdarê de jî viya pir eşkere dîbînîn.

    Sê xwîşkên Mirabal dibê hereşe û metirsiya herî mezin ya diktatoryayê dewleta Komara Dominik. Sê xwîşkên Mirabal li hemberê seroka dewletê diktator Rafael Trujillo têkoşinekî mezin dan. Ne ku li hemberê tundîtiyê tundîtî raber kirin, lê berxwedan û xwe rêxistin kirin. Herî dawî diktator her sê xwîşkê Mirabal wekî metirsiyekî herî mezin dest nişan da. Her sê xwîşk û şofêrê wan jî tê de hat kuştin, hem jî wehşîyane. Yanê li gor şayanê dewletê çi pêwist bû aliyên polisên wan re ew hatiye kirin. Tê zanîn ku yek milê rûyê dewletê qaşo ciwanmêr heye, ger ku hêrs bibe jî rûyê wî din karesat derdikevî holê. Lê hilweşandinê diktatortiyê Komara Dominikê de ew sê xwîşk hatibû kuştin jî roleke sereke rabûn, tevgera wan Clandestine wê rolê cih anî. Nêzî salekî şûn de bi têkoşînên mezin re ew diktatortî hat hilweşandin û tevgera her sê xwîşk rolê pêşengtî rabûn.

    Carekî din li hemberê êrîş û şelandina dewletan, gelê Kurd xwe di nav berxwedaniyê de dît.

     Wekî têkoşînvanê gelê Kurd nêzî nîv sedsale li hemberê heman tundîtî em berxwedaniyekî mezin didin. Xwedî bi hezaran pakrewan û pêşeng in. Yekî wan ya herî gring jî Bêrîtan Hêvî ye. Ji ber di xeta parastina rewa ya jinê de sekn û çalakiyê wê rolekî sereke dilîze. Xeta Bêrîtan li hemberê tundîtî seknekî ye.

    Tundîtî stûxwarî, bêdengî, bêçalakî, ji rêzê bûnê, nikarê xwe bîne zimên, xwe radestî kiriye, her li bendewarbûnê de, bi kelegirî, encex bikaribe lava bixwîne, kêm aql, hewcedar û dehan taybetmendiyên bi wê awayî kesayetî jinê de çand. Jin êdî ji bîr kiribû, ku bikaribe xwe bi parêze. Encex zilamek, birayek, mêrek, malbatek, eşîrek, dewletek hewce heye jin xwe ewlê de bîbîne. Yanê xwe insafê wan re hiştîye. Qafesekî de ye. Ketiye bin bîrekî û hesretê rojên xweş û baş e. Hê hêviya xwe qût nekiriye, ew rojên xweş were, lê kî bîne. Li derveyî pergala tundîtî jiyanek heye û jin navê wê “Azadî” lê kiriye.

    Azadî jiyan bixwe ye. Lê jin jiyanê mêr û mêrsalarî û desthilatî de ye, dewrûberê wê jî hatiye dorpêç kirin. Bitaybet jin êdî fêr bûye xwe wisa bîbîne û hestê xwe ya jiyanê li wê çarçoweyên de bihûne.

    Bêrîtan wekî sekin, li hember derketinê wan taybetmendiyên bû. Hêz di xwe de didît ku li hemberê her cûre ferasetên ku dixwaze jin radest bigire, bisekine.

    Bêrîtan, rastiya “jin dikarî, jin her astê de berxwedaniyê de xwedê berpirsyarî ye,” bû.

    Bêrîtan, qêrîna “ez kole nabim û xwe radestî nakim,” bû. Bêrîtan bû, xeta parastina rewa ya jinê.

    Me dît ku ew xet li Rojavayê de bû şoreşa jin û derfetek nû afirand. Pergalekî li derveyî dewlet înşa kirinê de hê jî rolê xwe dilîze. Lewra Bêrîtan li ser kevirekî de dema di nav dijminê de ma, ku ew jî Kurd bûn, lê xwedî desthilat û nokera serwer bûn, Bêrîtan nekeve destê wan, bangê wan “teslim bibe” re bersivek pir dijwar da. Sîlehê xwe parçe parçe kir, nekeve dest dijmin û zilamên xwedî desthilat. Xwe jî serserkî li tehtê avêt xwarê, vê rojê, 25 Cotmehê xwe şehîd xist. Ketina dest desthilat û serwer bi tu awayî qebûl nekir. Piştî wê pêvajoyê şûn de jinên Kurd jî bi ked û hewldanê Rêber Apo re xwe bi wê ferasetê re rêxistin kir; jin divê ti carî xwe radestî ti kesê û hêzê neke! Li hemberê tundîtî sekna Bêrîtan pêşêrojê me diyar kir. Sala 1992ê de li hemberê dorpêçê berfireh ya arteşê Tirk û hevkariyên wî de bû xwedî heqîqetek. Ew heqîqet herî dawî jî ber çavê cihanê li Heftanînê bû xwedî berxwedaniyekî bêhempa. Pêşiya dagirkirina ya Başûrê Kurdistan xwe kir astengekî herî mezin.

    Em xwedî Bêrîtan in û hezaran Bêrîtanên din. Her pêvajoyê de bi hilmetekî re em wê ruhê şad dikin. Ew jêvenegerin me ne.

    Jin çanda xwe ya xweserbûnê de divê her çalak be û xwe birêxistinî diyar bike. Pergala tundîtî birêkûpêk e, lewra encam digire û bi milyonan jinê dike bendeyên xwe. Ger ku jinekî nikare li ser rojevên xwe serwext be, zanebûnê jin, rêvebirênê jin de nebe xwedî dewlemendiyekî bin sihê gur û şêran de nikarê xwe aza bike. Niha pêşengtiya bi hezaran sekna Bêrîtanî re Rojhilatanavîn de çanda jin ava dibe û ew taybetmendî û karakterên xwe jî êdî misoger kiriye. Ji ber wê jî jinên bê lêhûrbûn, bê rojev, him xwe him jî dewrûberê xwe perwerde nakî, nabe. Jin divê bihest û bihîzyar, têkîliyên xwe de hevalbend û hevbend be, karên xwe de bizanibe serkeftinê dest bigre. Encex bi vê awayê em jinên berxwedêr re dikarin hevpeymanê xwe çêkin. Nexwe, bin şkencê û zilmê yê dewleta Îranê de jinekî berxweder ya Şîrîn Elemholî çawa were fehm kirin. Şîrîn xeta berxwedaniya jinê de ezmunekî ji me re hişt. Çi be bila be, ruxmî her şert û mercên girtîgehên dewleta Îranê de dev jê xwe berneda, qasî misqalek be jî dema derfet ket destê wê xwe zana kirin û hevaltiya xwe ya jinên cuda re her pêş xist. Zehmetiyên herî dijwar de civakîbûnê xwe nîşanê me kir. Pêkanîna hevaltiya jinê de ticarî seranser nema û fedekariyê mezin raberî me kir.

    Şîrîn Elemholî ji bo jinên gelên Îranî re ferasetekî mezin dest xist û pêk anî. Ew xet hê jî berxwedaniya Zeynep Celaliyan de zindîbûnê xwe diparêzî. Dewlet bi tenê rêya mirinê ji bo jinên berxwêdêr rewa dibine. Ew jî parastina xwe ya rewa dixin çavê herkesê. Her çi be bila be ew jinên berxwedêr rojevê xwe bi xwe diyar dikin û çalak tevdigerin. Ew jî tê manê ku jin reng û îrade xwe re di nav civakê de pêwist e giranbûnê xwe biparêz e û xwe rê bixe. Carekî din li derdorê felsefe û paradigmaya Rêber Apo de xwe bicivîne û nîqaşên xwe dewlemend bike û bibi xwedî sekn, tarz û reftar.

    Dem dema xwe nêz kirina Rêber Apo û serwextbûnê wî ye. Çalakiyê herî mezin têgihîştin û fêhmkirina paradigmaya jinên azad û çanda demokrasî û cîhana ekolojîk e. Ew nîv esir e jinên Kurd li ser vê sê lingan de berxwedaniyekî mezin meşand û dimeşîne jî.

    Hilmetê ya KJKê ya “Li Hemberê Qirkirina Jin Dem Dema Parastinê Jina Azad û Civak e” re carekî din em wekî jin bibin xwedî gav. Ji ber vê jî dîlgirtiyên polîtîk çawa azad bibe û berxwedaniya wan çawa were silav kirin girîngiya xwe diparêze. Li ser jin tundîtî û tecawûz kêlî bi kêlî tê berdewam dike, gelo li beramberê viya seknê me çawa bibe? Avê naherikî çawa dirîz e û bêhnekî nexweş dide, kesekî têkoşînê xwe de her çalak nebe, xwe nûjen neke, tiştekî dibêjî li gor tevnegere birîz e. Her tim li derdorê berxwedaniyê de çalakbûn vejen û enerjiyekî xurt derxîne.

    Divê, sê xwîşkên Mirabalan yên berxweder re em hêza xwe ya cewherî carekî din baştir bixwînîn û mîna ronahiya derdikevî derve û teyîsîna xwe çêdike, tevbigerin. Bi Sekna Bêrîtanî re ber bi 25ê Mijdarê ve çûyînê bikin rêya pîrozî. Jinên têkoşer û azad encex dikarî bi berxwedaniya xwe re xwe pîroz bike.

    Carekî din wê rêyên piroz de him fikrî him jî çalakbûne xwe re em xwe biparêzin û jiyanê xwe înşa bikin. Dê em hê baştir bîbînin ku sê xwîşkên Mirabal jiyanekî çawa ji bo me hiştîne û berxwedayîn çi şîrîn û helal û xweş e.  

     

     



    KJAR