• تاگەکان: ,

    Rûxandina desthilat û avakirdina şoreşê, bi gelekî hişyar buy û xwedî altirnatîf mosoger dibe.

    3 تشرینی دووه‌م, 2020

    peyman viyan

    Rêjîm jiyan bo gelan veguherandiye qetlîgah, ji hemu derfetan bê par dike û bi mirinê ra mehkom dike. Serkut, îşkence û îdam, tecauz û asîd, her roj bi rengekî hov êrîşî nirxên civakê dike, yanê rêjîma qirkirin u îdamê ye. tu ewlehiya jiyanê bo însanan nemaye, taybet bo jinan, mal, kolan,cîhê kar buye kabus. Rêjîm hewil dide şîdet û îdaman bo gel normal bike û refleksê gel lewaz bike. Gelû civakekî ku refleksê wê were lewaz kirin dikare şoreş bike û nirxê xwe biparêze. Dema Jin , ciwan serê wan di bin lingên sîxorên rêjîmê da were perçiqandin, çawa dibe  gelekî ewqas bê reflêks be, temaşe biken, vîdyo ji hovîtiya vê rêjîmê bigrin bêy ku ferqêda bin çi heqaret li wan tê kirin. Rêjîm bi salaye hewil dide civakê ji nirxê wê dur bixe, di warê fikir û felsefa jiyana azad da puç bike. Bu wê ciwan û jinan mutad dike û hewil dide civakekî mirî ava bike, rêkin bê exlaqî pêş dixe û xwe jî weke parastina exlaq bi nav dike. Kesên ku îrade û hebuna xwe diparêzin di zîndana da tên îşkencekirin, ji ber ku nunerê gelin, lê yên ku bê exlaqî pêş dixin tên parastin, ji ber ku nunerên zêhniyeta rêjîmêne. Lê bê exlaqtirîn rêyê ku civakê ji rastî û hebuna wî dur dixîne û civakekî rizyay ava dike rêbazên rêjîmê bi xweye. Em her roj dibin şahidê buyerin pir bi êş ku di kolanên îranê da tê jiyan kirin. Destpêkê mutat dike, ji nirxê însanyetî derdixe, mêjiyê wî poç dike, piştra bê rumet dike û pêş çavê xelq bi hovane qetil dike. Xelqekî jî kom dibe, bê refleks temaşe dike û nezane bi xwe jî di nav heman agirî da ye, bêrûmetî bi her ferdê civakê, bê rûmetî bi civakê bi xweye.  ji bu desthilat civakê teslîm bigre, ji nirxê wî dur dixîne, exlaq ku cewherê civakê ye lewaz dike û reflêksê civakê ku xwe biparêze lewaz ya tine dike. Dema exlaq lewaz bu, polîtîka ku civakê bi rêva bibe namîne, civak nikare îrada xwe biparêze. Ew dem siyaseta dewletê ku mêjî û nirxê civak dagir kiriye zal dibe. eger refleksê civak xurt be, gencê meşhedî bi vê bê rumetiyê, bi hovane nayê qetil kirin, keça abadanî bi destê kesê tecaûzger ku zêhniyeta rêjîmê temsîl dikin wisa nayê bin pê kirin, ya girtiyan naxin seyara û bi şêwazê daîş ya talîban nav gel da nagerînin, ve hezaran buyerin din ku her roj tên jiyan kirin. Bi salaye rêjîm bi van rêbazan dixaze çavê gel bitirsîne û bê deng bike. Her li destpêka hatina ser kar ya rêjîma sedare bi sedan jin di zîndananda hatin tecaûz kirin û piskolojiya wan û malbatê wan têk birin, hatin tîr baran kirin û her roj li meydanan hatin îdam kirin, bi vê hovîtiyê xwestin bê deng bikin. heta niha her roja ku desthilata rêjîmê lewaz dibe, ewqasî bi huvane êrîşî nirx û hebuna civakê dike.                                                                                                 

    lê dengên azadîxaz nayê birîn, berxwedanî bi zîndanî û îşkence kirin nayê şikandin, rihê berxwedanî mezintir dibe. 42 sale rêjîm bi vê karnama reş ya îdam û îşkence dixaze çavê gel bitirsîne, lê her diçe daxazên gelan radîkaltir dibe, ev jî rêjîmê dixe nav tirsekî mezin. Rêjîm  rêbazên ku çiqas êrîş bike, ewqas dikare xwe biparêze dide meşandin. Lê ya girîng helwest û refleksê gel dijî van buyerên ku rêjîm heqaretê nirxê wan dike ye. Pêwîste gel ji hêza xwe bawer be, ji ber ku rêjîm ji hêza gel ditirse ewqas êrîşî nirxê civakê dike. Ya esas hêza gele, tenê hêza gel dikare gûhertinên bingehîn ava bike. Gel xwedî ked û tecrubeye. Em bîr nekin dema tecawuzgerê rêjîmê êrîş birin ser ferînaz xusrewanî, gelê mahabat bi ciwan û pîrê xwe rijiyan ser kolanan û dersekî mezin dan rêjîmê, xwedi li nirx û hebuna xwe derketin. Çiqas gel hişyar û refleksî wî xwert bin, parastina civakê ewqas dikeve garantiyê. Pêwîste civak musade nede rêjîmê ku ewqas huvane êrîşî fikrê jin, îrade û fîzîka jin bike. Ji ber ku jin hebuna civakê ye, qirkirina jin, qirkirina civakê ye. siyasetekî taybet yê poç kirinê ser jin û ciwanan bi rêbva diçe, di şexsê jin û ciwanan da potansyêlê civakekî hişyarbuy poç dikin. Civaka me vê siyasetê baş dizane, bu wê pêwîste musade nede ku bi hezaran gênc di nav parkan da, di kolanan da bi madeyê huşber meşxol bibin, ev dîmenana pêwîste bu civakê normal nebe. Navê wê sere(hûşber) rêjîm bi van madena mêjiyê ciwanan, potansiyêla civakê poç dike. Pêwîste civak di her warî da xwedî li îrada xwe derkeve, nirxê xwe biparêz û bi xwe rêxistinkirin dikare siyaseta rêjîmê poç bike. Ciwan û jin pêwîste rolê pêşeng bilîzin, di demekî weke niha ku hemu cure êrîş ser îrade, nasname, çand û hebuna gelan heye, pêwîste xwe rêxistin bikin, der durê xwe rêxistin bikin û bibin hêza parastina îrade û hebuna xwe. Tenê bi hêza gel, bi pêşengtiya ciwan û jinan zêhniyeta dagirker ya îranê dikare hilwaşe.  Ji bu wê me jî weke KJAR ku xwe ber rêxistinkirin û parastina hemu jinan da berpirsyar dibîne,  di vê demê da ku her roj gel, jin bedîlê mezin didin û bu mafê xwe tekoşîn dikin, hemleya bi navê li dijî sêdare û qirkirina jinan, dema parastina jiyana azade îlan kir. Bi rastî dem ser me ferz dike  ku em hêza xwe dêxin yek, li dijî hemu cure şîdeta ser jin û gelan têbikoşin û serkeftin bi dest bixînin. Dema wêye ku em, kolan, meyadan û çiyan têxin cîhê tekoşîn û parastinê. Jinên îranê ji her kesî zêdetir bedîl dane, bu wê îdî dema bi destxistina jiyana azade, jiyana azad jî bi parastina dikare were misoger kirin. Bê guman rêxistinkirin, hişyar buyin, yekgirtin parastina jinan misoger dike. Weke jin û gel, hêza me di yekgirtina medaye, em çiqas hev bigrin, ewqasî bi hêz û serkeftî dibin. Tekoşîn û berxwedanî remza serkeftinê ye.                                                                                                          



    KJAR