• تاگەکان: , ,

    Rêjîm Girtiyan Mehkumî Mirinê Dike

    3 نیسان, 2020

        

    Peyman Viyan                                               

    Êdî tu meşruyeta rêjîmê bu gelên îranê nemaye, ji bu wê bê ku gel hîç bendewariyekê ji dewletê bike, di hemu rewşên zehmet de bi hewara hev diçe, ji ber ku baş dizanin rêjîm tenê parastina jiyana wan dixe xeteriyê. Gel ji bê derfetiyan derfet diafirînin û tedbîrên tenduristiya civakê digrin. Êdî hebûna rêjîmê di her warî de jiyana gelan dixe xeteriyê, ji bu wê tedbîrên pêwîst negirtin,heta pir bi zanebûn pêşiya belavbûna vê nexweşiyê vekirin û ji hemu bajarên Îranê, taybetî bajarên Rojhlatê kurdistanê belav kirin. Tişta herî erzan bû rêjîmê girtina canê mirovane, ruxmî ku pir zu diyar bû ev vîrûs gihîştiye Îranê lê rêjîmê bû berjewendiya xwe aşkare nekir û tedbîrê wê negirt. Heta weke pêlekî qirkirinê bi rêka meleyan li bajarên dîtir, taybetî Rojhilat belav kirin. Sala 2019 bû gelên Îranê salekî pir zehmet û bi êş bû, rûyê rêjîma qirker bû gelan bi eşkere diyar bû. Êdî di navbîna gel û desthilat de qutbûnekî ber bi çav heye. Rêjîm gel mehkumî mirinê dike û hewil dide  derfetên belavbûna korona bû desthilatiya xwe bikar bîne. Rêjîm hewildana wê da ye ku bi behana belevbûna vîrûsa korona tehrîmê ser xwe lewaz bike, lê di rastî da tu berjewendiya gelan têda nîne, berjewendiyê desthilat bi xweye. Qetil kirina zîndaniyan li ber sebeba ku dixwazin canê xwe ji mirinê xelas bikin, ruyê rêjîmê derdixe.                                                                                                                                                                       

    Di rastiyê de  rêjîm di her warî de di nav rizandinekê da ye ji bo wê polîtîka qirkirinê ser gel bi rêve dibe.  Zîndanên Îranê  pirin ji girtiyê siyasî, mamoste, karker û parêzvanên mafê mirov. Di belavbûna vê nexaşiyê de. Ji her demê zêdetir canê girtiyan di xeteriyê de ye, xeteriya ku canê girtiyan tehdît dike rêjîm berpirsyare. Bi sedan girtiyên siyasî di zîndanên Îranê da ji her cure îmkanan mehru min û ji mirinê re tên mehkum kirin, bi her şêwazî îşkenceyê ruhî û fîzîkî ser wan tê meşandin. Rêjîm Ji bo ku desthilatiya xwe ser gelan bisepîne her cure kiryarên derveyî mirovane bi rêve dibe. Di zîndanan da her roj isyana girtiyan bû xelasbûna canê xwe bilind dibe, lê car din bi êrîşên rêjîmê re rû bi rû dibin. Di zîndana Ehwaz da girtî bi rengekî huvane hatin şewitandin, li Mihabat û zîndanên din yên Rojhilat girtî hatin qetil kirin, polîtîka qirkirinê bi rêve diçe.  Bi sedan girtî dest bi gireva birçîbûnê kirine, girtî li zîndana Ûrmiye lêvên xwe didurûn û dest bi gireva birçîbûnê kirine. Bi sedan jin di zîndanan da berxwe didin û ji bo rizgariya canê xwe di gireva birçîbûnê de ne, lê bersiv bû wan dibe êrîşên rêjîmê. Girtîgeh pir bûye ji jinan, bi sedan jin bi zarokên xweve di zîndananda ji hemu derfetên tenduristî û jiyanê mehrumin, jin şerê jiyan kirinê didin, xeteriyekî mezin ê van zarokan jî tehdît dike. Di serî de pêwîste bi dehan girtiyên jin yê siyasî  ku bi salaye di zîndanan de rastî her cûre êrîşan tên û rewşa tenduristiya wan nebaşe werin berdan. Jiyana girtiyên weke Zêyneb Celaliyan, Nergêz Muhemedî, Nesrîn Situdeh, Atêna Dayimî û bi dehan girtiyê siyasî yê jin di xeteriyê de ye, ev jinane bû parastina mafên xwe yên xwezayî di zîndanan de berxwe didin.  Rewşa zîndaniyên jin di girtîgeha, Ûrmiye, Evîn û (qerçeka veramîn) pir xerabe, zîndana Qerçek bi taybetî bûye cîhê qirkirina jinan,  girtiyên siyasî yên jin jî tebîdî van zîndanan dikin. Qerçek weke tehdîdekê bû jinan bikar tînin. Ji xwe hemu qadên jiyanê bû jinan bûye zîndan, ji hemu mafê jiyanê mehrumin, di zîndanan de jî bi qirkirinên rûhî û fîzîkî re rû bi rûne. Sîstema dewletparêz ya mêrsalar dixwaze belavbûna vê nexweşiyê ji rêzê bigre û refleksê civakê bikuje, ji bo wê rayederên dewletê dibêjin civaka me pêwîste rastiyan zanibe ku ji sedî haftê jî wê bigrin, normal dikin, lê di esas de ev nexweşî berhemê zêhniyeta wan ya desthilatparêze. Di rastî de  ev dem bû civakê hem derfet avakirin û tenduristiya xwe parastine, sîstema xwe avakirin û xwedî li hev derketine. Hem jî hesap ji desthilatên dijminê jiyana mirovan xwestine û alternatîf avakirine. Ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekbûnê heye, rêjîmekî weke Îranê ku di her warî da ber bi rizandinê ye û hilwaşandinê re mehkume, lê her roj canê mirovan dixe qurbanî. Êdî dema wêye ku em tekoşîna xwe yek bikin û jiyanekî bi edaleta jin û bi îrada gelan ava bikin.            



    KJAR