• تاگەکان: , ,

    HÊVÎ DÊRÎK; ÇARESERİYA FELAKETÊN HEYÎ PROJEYA RÊBER APO’YE

    2 نیسان, 2020

    Endama Komîteya Perverdeyê a Rojhilatê Kurdistan Hêvî Dêrîk tevlî bernameya Rawîn bû û nirxandin kirin.  Dêrik balkişand ser  kaosa li ser civakê derketiyî holê û got ku, ji bo ku civak ji nava van pirsgirek û felaketan derbikevin pêwîste sistema konfederal a demokratîk were pêşxistin.”

    Korona  Nexweşiyeke Sermayedariyêye

    Endama Komîteya Perverdeyê a Rojhilat Hêvî Dêrîk di destpêka axaftina xwe de behsa vîrûsa korona kir û wiha axavî; “Ev demên dawî vîrûsa korona rojev dagirtiye û bandoreke li ser civakê avakiriye. Gotin dicihdebe ev nexweşiyeke sermayedariyêye.  Ango nexweşiyeke siyasî, birdoziye.  Bi pêşxistina vê nexweşiyêve îro li ser civak û gelê me siyasetek tê meşandin.’

    Hêvî Dêrîk di berdewamiya axaftinên xwede balkişand ser siyasetên dewleta dagirker İranê ku li ser Kurdistanê pêkaniyî û got ku ev tiştên li ser gelên bindest tên kirin hemû bizanebûn tên kirin.  Dêrik; “ev salên dawî tiştên ku pêşketî mînak wek erdhej, tûfana avê û hwd. Hema ji xwede çênebûne.  Ango xwezayî nînin.  İiro beşekê civakê ketiye vê zanebûnê lê belê divê hemû civak bizane ku ev karesete hemû teybet jî korona ne xwezayiye, nexweşiyek teybet bi destê  kapîtalîzmê ve hatî pêşxistine û belavkirine.”

    Hêvî Dêrîk di berdewamiya axaftinên xwede sedema bêdengiya dewletên dagirker ê li hember vê nexweşiyê anî ziman û wiha got; “bêdengiya herî mezin a li hember vê nexweşiyê dide diyarkirin ku bi destê wan hatiye çêkirin, çawa ku di demên pêşiyê me gotibû ku li Rojhilatê Kurdistanê û Loristanê lehiya avê di encama sedên ku dewlet avakiriyî çêbûye û polîtîkayeke wiye bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û dewlet bê deng ma û alîkarî neda îro jî bi nexweşiya korona heman tişt dubare dibe, bi sedan kes her roj dimirin.  Pergal jî ji bo ku emrê xwe dirêj bike bêdeng  çavê xwe, dilê xwe girtiye.” 

     İran Çareseriya Kirîzê Kêmkirina  İnsanan De Dîtiye

     Dêrîk destnîşan kir û got ku dewleta İranê ji ber ku nikare xwe ji krîza heyî xelas bike bi riya korona ve kuştina insananve wê hijmara gel ên di nava dewleta xwede kêm bike.  Hêvî Dêrik wiha domand; “Dewleta İranê dibêje ku; ‘dibe ku yêk milyon insan ji gelê İranê bi virûsa korona jiyana xwe ji dest bidin.’ Viya jî tê wê wateyê ku ev proje bi destê xwe amadekirine.  Ne tenê iran hemû dewletên desthilatdar ji bo berjevendiyên xwe ev viros pêşxistine û diyarkirine ku wê çiqas insan bi vê virûsê bimirin.  Dewletên cîhanê şuna ku çareserî avabikin ketina nava pêşbirkekêde ka wê kê dermanê viya çêbike û xwe wek dewleta herî bi hêz û xelasker nîşan bide.  Di İranê de jî ev demeke krîza aborî tê jiyan kirin û ji ber ku nikarin van pirsgirekan çareser bikin bi vê rêyêve dixwazin hijmara gel kêmbikin, gel bidin kuştin.  Ji xwe İran di cîhanê de bûye dewleta çaremîn ku miriyên wê ji ber korona zêdebûne.  Rixmê wê jî dewlet bêdenge û rewş gihiştiye wê astê ku wek qetlîamek were pênasekirin.  Pêwîste civak viya bibîne.”

    Hêvî Dêrik di berdewamiya axaftinên xwede balkişand û got ku yê ku civakê ji vê virûsê xelas bike projeya sistema konfederal a demokratîk e û wek mînaka herî şenber jî rojavayê kurdistanê nîşanda. Dêrik; “Li Rojavayê Kurdistanê em dibînin ku gel li hember vê vîrûsê  tedbîra xwe bi xwe digire.  Ji ber ku sistema konfederalîzmê heye, sistema komînan heye.  Gel ji mala xwe dernakeve, komîn pêwîstiya gel li gorî derfetan pêk tîne, bendewarî ji dewletê çênabe.  Rojavayê Kurdistanê îspat kir ku dewlet nebe jî wê civak bikaribe xwe bi xwe rêvebibe.  Ji bo ku civaka Kurdistan û Rojhilata Navîn bikare xwe ji sîstema bindest rizgar bike pêwîste projeya Serokatî Konfederalîzma Demokratîk esas were girtin.  

     İran Ji Tirsa Windakirina Desthilatdariya Xwe Girtiyên Siyasî Bernade

     Hêvî Dêrik ji bo biryara dewleta İranê a di derbarê girtiyên siyasîde wiha got; “Dema dewlet ev vîrûse pêşxit, hesabê hinek tiştan kirine.  Dewleta İran ji bo ku binkeftina xwe di hilbijartinan de bi şêwazekê ji rojevê derxîne, bahaneyet derxist û got; ‘gel ji ber vîrûsê nehatin ser sindokan, îtîraf nekir ku civak êdî wê sistemê qebûl nake.   Ji bo girtiyên di zindana İran û Rojhilatê Kurdistanêde jî em dikarin bêjin ku, çima ev girtiye îro dikarin birevin çima berê vê nexweşiyê nedikarîn birevin.  Eger niha jî karîne birevin demekki destê dewletê têde heye.  Yê ku pirsgirek di civakêde derxistine, yê ku dizî kirine, maddeyên hişbir bakiranîne, biryar di derbarê derxistina wande digirt.  Lê belê di derbarê girtiyên siyasîde tu biryar nehatine girtin. Behsa wan jî nayê kirin.  Heman tişt li İmralide jî îro tê kirin.  Rêber Apo girtiyek siyasiye. Rêbereke ku li hember siyaseta wan ya qirêj ku civakê dimije, çareseriya  civakê pêşxistiye.  Rêber Apo wek kelemekê li pêşiya desthilatdariyê disekine. Ji ber viya jî bi rêbazên curbicûr şerek li ser Rêber Apo dimeşînin.  Tirsa desthilatdaran ji girtiyên siyasî eve.”

     Pêwîste Çalakiyên Xwedî Derketina Serokatî Zêdebibin

     Hêvî Dêrik di berdewamiya axaftinên xwede balkişand ser 4’ê Nîsan Rojbûna Rêber Apo û ev roje li hemû gelan pîroz kir.  Dêrik di vê derbarê de wiha axaftin kir; “Dayikbûyîna Rêber Apo ji bo me Kurdan wek zayînekêye. Dayîkbûna Rêber Apo karîbû jina Kurd û mirovahiyê jin nava lepên kedxwarî, desthilatî, netewparêziyê rizgar bike.  Rêbertiya me ji zaroktiya xwede kete ferqa pergala ku bi xwe pirsgirekan avadike û jin xistiye rewşa kolede.   Li ser vê esasê jî kete nava lêkolînan de û îro pergala ku avakiriyî wek alternatîfek derketiye holê. Rixmê ku li ser Rêber Apo tecrîda girankirî dimeşe berxwedayîna Rêber Apo îro gelek destkeftî bi xwere anîne. Bi saya felsefeya Rêber Apo ve cîhan hişyar bû û kete ferqa lîstokên dewletên dagirker.  Gelê Kurd jî îro Rêber Apo wek jiyanek nû dibîne li ser viya jî xwedî lê derdikeve.   Ji bo ku em bikaribin bi hemû şêwazan ve bersiv bidin van polîtîka û êrîşên dagirkeriyê ku li ser Rêber Apo tên meşandin pêwîste xwedî derketinek pir mezin derbikeve holê û li derdora Rêber Apo çemberek were avakirin”

     PJAK Ji Bo  Gelê Rojhilat Zayîneke

    Endama Komîteya Perverdeyê a Rojhilat Hêvî Dêrik di dawiya axaftinên xwede balkişand ser avabûyîna PJAK’ê ku 4’ê Nîsan 2004 hatibû avakirin û wiha axaftinên xwe dawî kir; “Avabûna PJAK’ê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistan û İranê wek zayînekêye.  Di demeke wisade ku gelê me ê Rojhilatê Kurdistanê li tu cihan nedikarî nasname, îfade û rengê xwe di nava jiyanê de bide nîşandan û li hemû qadên jiyanêde cihê xwe da nîşandan bi avabûyîna PJAK’ê ve gelê Rojhilatê Kurdistanê karî nefesekê bistîne, karî xwe wek mirov bibîne karî dengê xwe bilind bike û hêza xwe bibîne.  Herî girîng jî karîbû hêza xwe a parastinê avabike.  PJAK di bin felsefeya Rêber Apo de hate avakirin.  İiro gelê me ê Rojhilatê kurdistanê bûye xwedî hêzek ku bikare li her derîre bersiva xwe bide.  Helwesta gelê me ya di zindanan de li kolanan de li mala xwede li her cihîde em dikarin bêjin ku wek berê nîne.  Bi sedan ciwanên kurd tevlî nava refên gerîlla dibin. Ev nîşaneya wêye ku gelê Rojhilatê Kurdistanê ji vê sistemêre dibêje; ‘êdî bese’  di pêşengtiya PJAK ê de gavên pir girîng hatine avêtin lê divê hîn gavên mezintir jî ji vir şûnde were avêtin.”

     

     

     

     



    KJAR