• تاگەکان:

    ‘’Komploya 15 sibatê Li hemberî hemû jinên azadîxwaz û mirovahîye bû ‘’

    13 شوبات, 2018

     Berxwedanîya îmraliyê dikeve sala xwe ya 20 De. Di serîde em vê komploya li hemberî mîmarê azadiyê Rêber Apo hatîye darxistin  şermezar dikin. Em berxwedanîya 19 salan a kû   mimarê azadiyê Rêber Apo di imraliyê de dimeşîne silav dikin û hêzên kû ev komplo dan meşandin carek dî şermezar dikin.  Em dizanin bi komploya li ser Rêber Apo hatîye meşandin de jina kurd û gelê kurd ê azadî xwaz hate hedef girtin. Tecrîda ku îro li ser Îmraliyê huquqek pir taybet hatibû amade kirin û dixwazin vê bi mirovên kû azadîyê dixwazin bidin qebûl kirin. Şexsê Serokatî de xwestin mirovahiyê tûne û bêdeng bikin. Dema em roja meya îro tecrîda  dijwar tê meşandin dibînin  ji bo bersiv dayîna vê  jî bi berxwedaniyên mezin hertim tên  şermezar kirin û komplo bi vî awayî  vala tê derxistin. Dema kû em behsa berxwedaniyê dikin, serîde jina kurd di virde cihe xwe digire. Rola ku Rêber Apo wekû jin  daye ser mile me bi têkoşînê  ev komplo  vala derxistine. Li hemberî komplo sekinîn mirov dikare bêje jina kurd di virde xwedî berxwedanek bi wate ye.  Ev berxwedaniya  jina kurd yê komployê pûç bike.

     Faşîzma AKP- MHP ji bo ku jina kurd dixwaze hebûna xwe ava bike, faşîzm şiklên cûrbecûr dewama komploya navdewletî  li ser rastîya jinê de dide meşandin. Ji ber ku dizane rastîya jinê, hebûna jinê, xwe ava kirina jinê ji bona wana tê wateya xilasbûna faşîzma AKP, Erdoxan . Mirov dikare eşkere bêje ku faşîzma AKP- MHP xwe li ser rastîya civaka kurd û rastiya jina kurd  dide meşandin. Ev faşîzm dema tê meşandin hertim jinên kurd xwere hedef digire û tasfîye dike. Em di  vê faşîzmê de ne tenê  kuştina jinê dest digri, Roja meya îro bi tacîz, tecavûz, îdam, binçavkirina dixwaze jinan, zarokan, ciwanan çavtirsandî bike û pergala xwe li ser bide meşandin. Dixwazin bînin rewşek wisa nekarin têkoşîn bidin meşandin.      

    Dema ku Rêber Apo bi komploya navdewletî dîl hate girtin, bi hezaran jin ji bo mîmarê azadiyê Rêber Apo  xwe kirin xelekek ji agir û gotin ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ Rastî û zanebûna  Rêber Apo di  jinan de dabû ava kirin ne tenê jina kurde jina azadîxwaz jî kir xeleke ji vê têkoşînê. Fikir û ramanên Rêber Apo ne tenê ji bo jina kurd û gelê kurd bû ji bo  hemû mirovahiyê ye. Ev berxwedaniyên ku îro tê meşandin di lûtkeya herî jor de jiyan kirin. Faşîzma AKP- MHP hebûna jina kurd û gelê  kurd ji bona xwe tirsek mezin dibîne. Mirov dikare pêvajoya ku Bakûr ê Kurdistanê di  rêveberîyên xweser de binin ber çava. Di rêveberiyên xweser de sîstema ku Rêber Apo xwest  bide rûnişkandin faşîzma AKP- MHP xilasiya xwe di wîrde  dît û hovane li ser gelê kurd de çû.

    Berxwedana hebûna Sêvê Demîr, Asya Yûksel, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Zeryanan li hemberî dagirkeriyê serî ne tewandin û bi vê şiyarê ‘ an jiyanek azad an jî berxwedanî’ ev şiyar jibo hemû jina bu hêzek mezin û  bi vî ruhî dagirkerî hate bin xistin. Dema ku faşizma AKP- MHP  di  Bakurê  Kurdistanê de bînket vêna ne wekî binketinekê berovajî vêna xwe mîna artêşekî serkeftî dît û vê carê deskeftiyên ku gelême yê  Rojava yê Kurdistanê dest xistî vê carê dagirkeriyê berê xwe da Rojava yê Kurdistanê bi taybet jî demê dawiyê  Efrîn bu hedefên êrişên wana.

     Mirov dikare bêje ya ku di Rojava yê Kurdistanê hat hedef girtin  modela federasyona Rojava bû. Di wê modelê de  hemû gelên azadîxwaz cihê xwe digire.  Dagirkeriyê ev yêkbûyina gelan tahamûl nekir û li ser gelên heremê êrîş kirin. Mirov dikare bêje bi hemû  çete û leşkerê xwe ve jî  nikare serbikeve.  Ji ber vê hemû êrîşên xwe bi teknîka herî jor de bikar tînê. Dixwaze hebûn û têkoşîna gelê Efrînê tune bike. Lê ev berxwedaniya serdemê yê serbikeve. Çawa Arîn Mîrkanan, Vîyan Peymanan, Dicle Selmasan li  Kobanê kela berxwedanê, li hemberî çeteyên DAÎŞ ê canê xwe feda kirin û berxwedanî mezin kirin, îro jî li Efrinê li hemberî çeteyên Dewleta Tirkan Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê jî xwe kirin mertal ji bo faşîzm sernekeve. Berxwedani asta herî jor de meşandin. Çawa ku kobanê bû binkeftina çeteyên DAÎŞ ê Efrîn jî yê bibe cihê binkeftin û xilasbûyina faşîzma AKP- MHP ê.

    Mirov dibîne heft Salî heta  heftê salî jin, zarok, kal hemû xwedî li  berxwedana serdemê derdikevin. Nahêlin çeteyên Tirkan bikevin nava axa Efrînê. Dewleta Tirkan li hemberî vê berxwedanîyê têk çû. Faşîzma AKP- MHP bi raya giştîre jî tê ditin û  teşîr kirin.  Di wê berxwedaniyê de rola herî mezin jina kurd dileyîze. Mirov dizane û dibîne ku jina kurd tama azadiyê girtiye. Eger tama azadiyê girtibe çi dibe bila bibe jin dest welatê xwe, axa xwe bernade heya ku Rêberê xwe û hemû jinan azad nekin dest ji  têkoşînê bernadin.

    ‘’ÎRAN- ROJHILATÊ KURDISTANÊ Sekna li hemberî komploya navdewletî’’

    Di Sala 1999 de dema komploya navdewletî  pêk hat di Rojhilatê Kurdistanê de jî  gelê kurd  ji bo li hemberî komployê bibin bersiv gelek çalakî û meş kirin. Mirov dikare bêje wan sala belkî gelê kurdê  Îranê û Rojhilatê Kurdistanê  ne birêxistin kirîbû lê dîsa jî li  hemberî vê sekinandin di asta herî jor de çêbû. Nêzî heftê kesan şehîd ketin  wana jî gotin ‘hûn nikarin roja me tarî bikin‘. Çawa ku parçeyên Kurdistanê yê dîtir ji bo komploya navdewletî derketin kolanan û ev komplo  şermezar kirin di Rojhilatê Kurdistanê de jî bi heman awayî bû. Gelek insan jî di wan serhildanande  şehîd bûn. Jinên Rojhilatê Kurdistanê ev komplo li ser xwe dît ji bo vala derxînin berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û asta herî jor de têkoşîn dan meşandin.  

    Bangawaziyame wek KJARê eve kû  lazime jina Kurd û jinên Îranê xwedî fikir û ramanên Rêber Apo derkevin.  Çawa ku sala  1999 de li hemberî komployê derketin em dîsa dibêjin lazime bi wî ruhî berxwedan berdevam bike. Dîsa di Rojavayê Kurdistanê de taybet jî herî dawîye berxwedana Efrînê lazime qêrîna Avêsta Xabûr ya ji bo azadiyê bibihîsin û xwedî li  berxwedana serdemê derkevin.

                                                          

     

                                                                                                                                                                KOORDÎNASYONA KJAR

             14.2.2018                     



    KJAR