• Ji bo min û gelê Kurd, fermandar bû

    12 ئاب, 2022

    Ji bo min û gelê Kurd, fermandar bû

    Dayika Emîne Muradî, ji bo bîranîna şehadeta Endamê Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR). Rêzan Cawîd ku di 6’ê Tebaxê de, li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşa dawleta Tirk a faşît, li Qamişlo taxa Sînaa şehîd bibû. Ji malpera me KJAR’ê re axivî.

    ‘Her dem tekoşîn kir’

    Dayika Emîne Muradî, di despêka axaftina xwe de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha dast bi axaftina xwe kir: “Serê tevahî gelê Kurd, Gerîla û Şervanên azadiyê sax be. Em her dem xwedan wê baweriyê ne ku li çiyên Kurdistanê, ciwanên Kurd ango Gerîla, ji bo tolhildan û berxwedanê, xebatên mezin didin meşandin. Yek ji berxwedêrên ku her dem ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiya, Şehîd Rêzan Cawîd bû. Cara yekem, dema ku min Şehîd Rêzan dît hêz û hêviyek mezin da min. Her dem ji bo min û her wiha tevahî gelê Kurd, fermandarek bû. Dema ku Şehîd Zaniyar, di zindanê de bû, Şehîd Rêzan her dem ji min re digot: ‘Dayê xwedan sebir be û bila serê te bilind be.’ Raste serê me her dem bilind e.

    ‘Em bi şehadeta zarokên xwe, bi hêztir dibin’

    Di dewama axaftinê de, Dayika Emîne da zanîn ku ew her dem bi tekoşîn, berxwedan û şehadeta zarokên xwe ser bilindin û wiha domand: “Em wek dayik, her dem em bi şehadeta zarokên xwe, ser bilindin. Ji ber ku zarokên me ne ji ber tiştekî vala jiyana xwe ji dest nadin, can û xwîna xwe di ber axa Kurdistanê de didin. Her wiha şehadeta Heval Rêzan Cawîd jî, ez bi şehadeta wî û her wiha dayika wî, pir şanazim. Ji ber ku wê dayikê kurekî wiha aniye dinê ku, ji ciwantiya xwe ve ji bo tekoşînê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo gel û welatê xwe tekoşîn kir. Heval Rêzan ta ku gihişt karwanên şehîdan, her dem li ser vê riyê bê navber berdewam kir. Ez jî wek dayikekê dema ku min şehadeta Heval Rêzan bihîst, ez ji dilê xwe ve hejiyam. Wek dayik û hevjîna Şehîd, ez bi şehadeta Heval Rêzan şanazim. Min ji tekoşîn û şehadeta wî hêz girt. Bê guman di van rewşan de, her dem dayik hêz digrin. Em bi şehadeta zarokên xwe, bi hêztir dibin. 

    ‘Pêşengên Kurdan, armanc digrin’

    Dayik û hevjîna Şehîd, Dayika Emîne Muradî di berdewama axafitina xwe de got: “Dijminên Kurdan her dem ji bo qirkirina Kurdan di nava tevgerînê de ne. Rojane li her derê bombe baran dikin. Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê rojane didin ber topan. Armancê wan ji van êrîşan bê guman, ne tenê dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Armanca wan tune kirina gelê Kurd e. her dem tirsa dijminê gel Kurd ji gelê Kurd heye ku, her çar beşên Kurdistanê bighên hev û Kurd bighêjin mafên xwe. Di vê derê de jî bê guman xilas bûn û tunebûna xwe dibînin. Ji bo ku Kurd neghêjin mafên xwe, rojane pilan û pirojeyên qirêj ên armanc kirin û tune kirina pêşengên gelê Kurd dikin. Wê her dem ev dijminên mirovahiyê şermezar û rû reş bin. Hêzên deshilatdar heya dawiyê di nava vî şerê bê pîvan de, di her warî de destekê didin dewleta faşîst a Tirk. Eger desteka wan nebûya, rojane balafirên rejîma Tirkiyê a dagirker ne dikarî li ser esmanê Kurdistanê bigere û êrîşên hovane pêk bîne.

    ‘Êdî Bese’

    ji bo tevahî saziyên Mafê Mirovan, Neteweyên Yekbûyî û cîhanê, Dayika Emîne ev bang kir: “Ez bang li tevahî cîhanê dikim û dibêjin: ‘Êdî bese, ma me wek gelê Kurd çi kiriye, me ku derê talan û dagir kiriye.’ Yên ku ax û welatê wan tê dagir kirin emin, Kurdin. Ez daxwazê ji neteweyên yekbûyî û tevahî saziyên Mafê Mirovan dikim ku, li pêşiya van êrîşan bisekinin û xwedan helwest bin. Wê ta kengî welat û zarokên me rastî êrîşan werin, werin qetil kirin, talan bikin û koçber kirin.

    ‘Ya ku ev kurê berxwedêr aniye dinê, ew e’

    Dayika Emîne Muradî di dawiya axaftina xwe de serxweşî ji malbata Şehîd Rêzan Cawîd, Endamê Desteya Rêveber a Komlegeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) re xwest. Her wiha daxwaz ji dayika Şehîd Rêzan kir ku, ew hêzê bide wan û tu caran ji ber vê şehadetê teng nebe û her de şanaziyê bi vê şehadetê bike. Ji ber ku ya ku ev kurê berxwedêr ku bi salan li serê çiya tekoşîn kir, aniye din ê, ew e.   



    کژار