• LI ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRANÊ, QÊRÎNÊN ‘JIN, JIYAN, AZADÎ

    21 ئه‌یلول, 2022

    Nûjiyan Amed Rojhelat

    Li Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê, ji 8’ê Îlonê ve bi pêşengiya jinan, gelê Kurd di nava serhildanek nû û bi heybet de ne.  Weke ku tê zanîn gelê Kurd di serî de û giştî gelên bin dest ên li Îranê ji ber qeyîrana rejîma siyasî ya sêdare, giştî mafên xwe ên gerdûnî yê jiyanî, dem bi dem li dijî rejîma Îranê bi serhildanan daxwazên xwe dighînin raya giştî. Piştî Komara Mihabat a Qazî Mihemed,  serhildana herî bi bandor, serihildana ji bo dîlgirtina Rêber Apo, li dijî hêzê komploger ên navnetewî bû. jin û civaka Kurd ji serhildana sala 1999’an û vir ve helbet gelek carên din jî, ji bo heqê xwe bi dest bixin, serî li dijî zilma rejîma Îran rakirin û helwestên xwe ên siyasî û exlaqî raber kirin e. Jina Kurd, gelê Kurd û gelên Cîhanê, ji van rewşan agahdarin. Lê serhildana vê carê cûdabûnek xwe ya xweser ji yên berê heye. Ji vê serhildanê, dengê rihê sala 1999’an tê guhê me. Ji ber ku vê carê, mijar azadiya  jine û bi diruşmeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve  giştî civaka Kurd û gelên din, ji bo parastina rûmeta xwe, li ser piyane.Ji bo wê ez dibêjim ku, ev serhildanek nû ye û her wiha serhildaneke pir bi heybet û bi wate ye. 

    Ev nêzî 15 rojin ku bi pêşengtiya jinan, ciwanên Kurd ve li her devereke bajarê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li dijî rejîma zilam salar û zextên wê ên li ser jinên Kurd, di nava berxwedaniyek bi heybet de ne. Weke ku tê zanîn li Merîwanê di 8’ê Îlonê de, dayika du zarokan a bi navê Şilêr Resûlî,  ji ber destdirêjiya zilamekî  girêdayî artêşa rejîma Îranê, xwe ji qata 2’na avêt xwarê û bi vî rengî hate qetil kirin. Jinan ji bo xwedî derketina li Şilêr Resûlî, li dijî bê exlaqiya zilamê Dewletê bi şêwazek serhildanê, helwesteke civaka exlaq û politîk danîn. Di wan çalekiyên xwe de ji neyarê jinan re, ev peyam dan: ‘Destdirêjiya li ser jin, destdirêjiya li ser civakê ye.’

    Hê şîna dayika bi navê Şilêr Resûl bi dawî nebûye, vê carê me qetil kirina keça bi navê Mehsa ango Jîna Emînî di nûçeyên Aryen Tv’î de bihîst. Tê gotin ku Mehsa Emînî bi birayê xwe re, ji Saqizê çûbû bajarê Tehranê. Li wê derê ji ber cil û bergê  (Hîcab) Mehsa Emînî ji milê polîsên ku xwe wek parasvanên exlaq pênase dikin ve, di dema binçavkirinê de, di bin îşkenceyê de hate qetil kirin. Jinên Kurd, vê carê bi hêrsek dîrokî diruşmeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ji Saqiz, Sine, Şino, Mihabat, Dîwandere, Tehran û gelek bajarên din, ji zihniyeta qirker re dibêjin: “Êdî bes e.” Bi rastî jî rayedarên rejîma Îranê pêl rehên hêrsa jinên Kurd kirin. Jina Kurd li dijî van bê exlaqiyên rejîma Îranê, vê carê bi hêrsa jin a dîrokî dest bi çalekiyên ‘Ez li ser fikir û bedana xwe qebûl nakim.’ Her roj di kolanan de qîr dikin. Helbet ev roj û kêlî ji bo jinên Kurd pir bi wate ne.

    Ji bo piştgiriya jinên Kurd ên Rojhelatê Kurdistanê, tevgerên jinên Kurd ên her çar beşên Kurdistanê û tevgerên jin ên derveyî welat jî peyamên xwe yên dîrokî dan raya giştî û her wiha êrşên li ser jinên Kurd, şermezar kirin. Ciwanên Kurd bi rihê ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bi kevirên di nava destên xwe de, li beramberî çekên rejîma Îranê ji bo parastina jin û jiyana xwe, li kolanên Saqiz, Mihabat û Dîwandere careke din dîroka berxwedanê li Rojhelatê Kurdistan û giştî Îranê muhr kirin. Heya niha nêzî 5 kesan, jiyana xwe di van serhildanan de ji dest dane. Her wiha bi sedan kes jî birîndar û girtîne. Wiha diyare ku, ev serhildan dê bi pêşengtiya jinan ve hê berfirehtir bibe. Pêwîste ku te dersek dîrokî ji bo hişmendiya dewleta qirker a rejîma Îranê were dayîn ku, neçar bimîne di zagonên xwe ên qirkeriyê de guhertinan çêke. Ev têkoşîna jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, pêwîste ku mirov rast bixwîne.

    Tê zanîn ku pêngava dem dema azadiya Rêber Apo, azadiya jin û civakê, di vê meha Îlonê de bi têkoşîn û rihê bexwdaniya Apogerî a li çiyayê Zap, Avaşîn û Metîna, giştî qadên siyasî û civakî, dikeve sala xwe ya siyemîn de. Jina Kurd a Rojhilatê Kurdistanê, li beramberî siyaseta qirker a Îran û Tirkiyê, di van sê salên dawiyê de, pêşengên rihê demê li her çiyayekî Kurdistanê, ji bo azadiya xwe û gelê xwe dan. Di vê meha Îlonê de, pêşengek ji pêşengên jin a Rojhilatê Kurdistanê, weke Hevrê Rojda Kotol di şerê Zapê de şehdî bû. Ev pêşenga Kurd di parazvaniya jinên Rojhelat, jinên her çar beşên Kurdistanê û her wiha di parezvaniya giştî jinên cîhanê de, gihişt şehadetek bi rûmet. Jin û ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistan û giştî Îranê, her roj bi van nûçeyên têkoşîn û berxwedanê xwe perwerde dikin. Jina Kurd a Rojhilat, xwe bi felsefeya azadiyê û perspektîfên Rêber Apo ve, xwe bi berdêlên giranbuha ava kiriye. Jina Kurd a Rojhelatê Kurdistanê eger îro li kolanên Saqiza Rohilatê Kurdistanê û Tehrana Îranê bi diruşmeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ qîr dikin, helbet ev îsbata fikirê rihê çanda têkoşîna Tevgera Azadiyê ya jina Kurd û paradîgmaya Rêber Apo ye.

    Rêber Apo di name û peyamên xwe ên di derbarê çareseriya pirsgirêka jina Kurd û jinên cîhanê, gelek nerînên dîrokî pêşkêşî me jinan kiriye. Tesbîta têkoşîna sedsala 21’an wê bibe têkoşîna jinan, anîbû ziman. Bê guman ev heqîqet îro li Rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya jin û ciwanan de, dibe destpêkek zêrîn. Ev serhildanên jinan ên dîrokî ku roj bi roj xwe mezin dike, helbet ne wiha ji xwe de dest pê kiriye. Pişta xwe dide zanista jin û dîroka bîrdoziya ‘Rizgariya Jina Kurdistanî’ her wiha KJK’ê.  Tevgera jina Kurd îro li ser xeta bîrdoziya ‘Rizgariya Jin’ bi nasnameya KJAR, YJCR û HPJ. Parezvaniya giştî jinên Rojhilatê Kurdistanê û her wiha parezvaniya giştî jinên Efxan, Fars, Ereb, Azer û hwd, dike. Ji bo parezvanî û pêşxistina jinan, xwedî proje û xwedî stratejiyek dîrokî ne. Heya niha ji bo her cûre tund û tijiyê, qirkirina li ser bedana jin û civakê, rêxistina xwe ya hêza cewherî li her devereke welat, xwe li dijî êrîşên li ser jin, ziman, çand û axa xwe, heta niha bi sedan şehîd û birîndar daye. Ev şehîd û birîndar tevahî, nirxên giştî jin û civaka Rojhilatê Kurdistanê ne. Di hebûna parastina jinên Rojhilat de, parastina giştî jinên li ser axa Îranê hatiye kirin. Helbet tevgera jina Kurd a Rojhilatê Kurdistanê, îro êrîşa li ser bedana Şilêr Resûlî û Jîna Emînî, weke politîkaya qirkirinê ya li ser bedena  jinê dibîne. Li dijî vê bê rûmetiya li ser bedana jinê, bê guman jinên bi rêxistinên xwe ve, wê xwedî helwest bin. Bi qasî hate şopandin, ev êrîşîn ku di meha Îlonê de ji aliyê Îbrahîm Reyîsî ve hatin pêk anîn, wê ji bo jinên Kurd dibe nuxteya dawî ji bo rejîma Îranê. Li dijî kiryarên bê exlaq ên reîma Îranê, jin bi hest û ramanên xwe ên azad li kolanên Tehran û giştî Rojhilatê Kurdistanê bi diruşmeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ meyîdan dixwînin.

    Ev diruşm ji bo tekoşîna jinan, mijarek siyasî û exlaqiye. Divê rayedarên rejîma Îranê û bi taybet Îbrahîmê Reyîsî tevî komika xwe ya melan, demildest kiryarên xwe ên qirkeriya li ser jinê ji holê rake. Di mizgeftan de bi rêka melayên xwe, dev ji wan wazên xwe ên li ser cil û bergên jinan berdin. Helbet mijar li vir ne cil û bergên jinan e. Mijar pêkanîna siyaseta bi exlaq û avakirina sîstemek demokratîk û hevsengiya jiyanek bi rûmet e. Rejîma Îran bi pîvanên siyaseta xwe ya bê exlaq nikere xwe li ser pişta jin û civakê bide jiyan kirin. Divê ku êdî ji ser pişta jin û pişta civaka hejar dakeve xwarê. Eger rejîm di vê sîstem xwe de îsrar bike, wê bi destê jinan ev sîstem were hejandin û wê bi hest û ramanên jinan, jiyana bi rûmet û azad li ser koka jiyana resen ji nû ve, tevna civakî wê were avakirin. Wê heqîqeta ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ di hevjiyana azad de, civaka exlaqî û polîtîk de bibe teraziya jiyanê. Bi vê boneyê ve, em serhildanên ku bi pêşengtiya jina Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi rêve diçin silav dikin. Em weke jinên Kurd li ku dibin bela bibin, li çiyayan an jî li deştê bin ferq nake, emê weke fikir, zikir û çalekî, bi dil û can di her kêliyek serhildanan de di her qêrînekê û her êşekê de emê bi hevrebin. Em di çalakiyên we jin û ciwanan de, serkeftin û serfiraziyê dixwazin.



    کژار