• تاگەکان: , ,

    25 ته‌مموز, 2024

    DESTHİLATA MÊRSALAR YA ÎRANÊ TOLHİLDANA Jİ JİNAN ZÊDE KİRİYE

    WERİN EM DESTÊ XWE BİDİN HEVDU Û HİKMÊN NEMİROVÎ YÊ SÊDAREYÊ BİSEKİNÎNİN

    Piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê û berfirehbûna têkoşîna azadîxwazane ya jinan û hemû civakên Îranê, em bûne şahidê zêdebûna berçav ya fişarên rejîmê beramber jinan, jinên ku çalaktirîn û radîkaltirîn beşa civakê ne û hertim li qadên têkoşînê de hebûne. Eşkereye ku jin pêşengên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê bûn û yekitiya sertaserî ya xwediyên nasnameyên cuda li derdora jinan de çê bû. Ji heman rojên destpêka şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê de pêla kiryarên nemirovî yên rejîma Îranê û hikmên sêdareyan ku her diçû zêde dibûn di hemû Îranê de dest pê kir û niha jî gihîştiye bilindtirîn asta xwe. Di wê çarçeveyê de dayina hikmê sêdareyê ji bo çalakavanên jin bûye sedema fikarên civaka azadîxwaz di hindir û derweyi welat de. Du roj berê dadawerê bi navê “Îman Efşarî” hikmê sêdareyê da “Pexşan Ezîzî” rojnamevan, çalakvana civakî û zindaniya siyasî ku ew saleke di zindana “Êvîn”a Tehranê de ye. Pexşan Ezîzî di sala borî de ku girtî bû, ji mafê dîtina malbata xwe û hebûna parêzerekê bêpar hiştibûn û ji bo ku bi darê zorê li xwe mikur bê û tawanên ku nekirî qebûl bike di bin fişar û işkenceyê bû. Wê di nameya xwe de basa ferq û cudahiyên cinsiyetî û netewî û işkenceyan û rûyê kirêt yê rejîmê beramber jinan kiribû. Heman ferq û cudahiya ku ji tirsa rejîmê ji têkoşîna jinan tê, jinên ku desthilata jinkuj lerizandine. Hikmê sêdare ya Pexşan Ezîzî duyemîn hikmê sêdare ya jinên zindanî bi tawan û îddiaya “Bexî” (dijatiya çekdarî dijî hikûmeta İslamî) di du hefetyên borî de bû, ji “Şerîfe Muhemedî” re ku yek ji çalakên kargerî û zindaniyên siyasî ye di zindanan “Lakan” ya bajarê “Reşt”ê de ye jî di şubeya yek ya “dadgeha şoreşê” ya bajarê Reştê hikmê sêdareyê hate dayin. Hinek girtiyên jin di zindanên dîtir yên rejîmê jî bi heman xeterê re rûbirû ne. Hevala me “Werîşe Muradî” (Ciwana Sine) ku di zindana “Êvîn” a Tehranê de ye jî bi hikmê “Bexî” re tê dadgeh kirin.

    Desthilata cinsiyetpererst a Îranê dîsan nîşan da ku êdî hêza derbas bûn ji qeyranan cem wan nemaye û bi dayin û pêkanînan her hikmeke sêdareyê zêdetir dikevina çirava siyasetên cinsiyetperest de. Pêkanîna hikmên giran, hewzeman di gel îddia û propagandaya guhartin û reforman, tê wê wateyê ku guhartinan hinek kesan û danîna hinek kesên dîtir yên baskeke din, guhartinekê di mahiyet û naveroka desthilata jinkuj, pîrsalkar û dijî gel ya Îranê de çê nake. Desthilata Îranê bixwe baş hêza têkoşîna jinan nas dike û dayina hikmên giran jî ji ber tirsa wan beramberî hêza jinan û têkoşîna ji bo nasname û irade û azadîxwaziya jinane. Zindan jî di wê demê de bûye senger û çepera berxwedan û têkoşînê. Ew ciyê ku komara İslamî weke “ciyê poşmanî”yê binav dike, niha bûye cîhek ji bo hemfikrî, piştgirî û rêkxistinê. Cesaret, hêvî, têgihîştin û rêkxistinkarîya ku çê bûye, yek ji mezintirîn destketîn şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê ye ku bi hikmên sêdareyan tune nabe. Dema rojev ava kirina jiyaneke azad û demokratîk be, êdî mirin bêwate ye. Rejîma Îranê divê bizane ku encamên wan hikmên nemirovî dê li wan vegere. Hêza gel nîşan da ku fişar û pêkanîna hikmên nemirovî rêya çareseriyê nîne û azadî li sêdareyê nayê dayin. Ew zilm û sitemkarî ye ku dê bi kiryarên xwe dawîya xwe bîne.

    Komelgeha Jinên Azada Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di gel şermezar kirina wan hikmên giran dijî girtî û zindaniyên siyasî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî, ji hemû civaka azadîxwaz, saziyên mafên mirovan, çalakvanên mafê jinan jî dixwaze ku bi hewahengiyeke zêdetir ji berê ji bo berfireh kirina tevgereke dijî hikmê sêdareyê çalak bibin û tevbigerin. Em ji jinên têkoşer di hemû beşên Kurdistanê de û derweyi welat jî dixwazin ku tevlî wê têkoşîna me ji bo azadiya wan jinan bibin ku bûne nirxek ji civaka me re û pêştevaniya wê têkoşînê bikin. Di wê çarçeveyê de piştgiriya kampaniyaya “ne ji bo sêdareyê, belê ji jiyana azad re” erkeke mirovî ye ku em hemû kesan vedixwînin da ku tevlî bibin. Pexşan Ezîzî bû dengê hemû jinên têkoşer û azadîxwaz, em jî di wê dema hestiyar de divê bibin dengê wê û hemû zindaniyên siyasî yên jin. Azadî serekîtirîn mafê mirovekê ye, wan jinan ji bo hemû civak azad bibe kar û xebat kirin, werin em jî tevlî têkoşîna ji bo azadiya wan bibin.

    2024-07-25

    Komelgeha Jinanên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)



    KJAR