• KJAR

    » ÎXANT

    ÎXANT JI DIJMINATIYÊ JÎ KÛRTIRE

    12 ئه‌یلول, 2021 | تاگەکان: ,
    Hişmendiya hevkarî û xiyanetê ya ku çavkaniya xwe ji serdema Sumeran digire, heta roja me ya îro xwe berdewam dike. Ev çîna ku her tim tenê bi deshilatdarî û berjewendiyên xwe yên teng difikire. Di felaketên ku têne serê civakê de wekî amûrek sereke ji bo hêzên hegemon rol dilîze. Ev çîna ku em behsa wê dikin bi teybet di Kurdistanê de bûye wekî amûrek şerê teybet û ji milê hêzên deshilatdar ve têne bikaranîn û mînakên wê pirin. Bê guman ev çîna ku hevkariyê bi dijminê netewa xwe re dike ji xiyaneta Enkîdo ne qute. Heger mirova bala xwe bide, di destana Gilgamiş de, dema ku Hombaba ji milê Gilgamiş û Enkîdo ve tê dîl girtin, Gilgamiş dixwaze wî serbest berde, lê Enkîdo ji ber tirsa xiyaneta ku li hevalê xwe û axa xwe kiriye û ewê pêşerojê hesab jê were xwestin, lewra di kuştina Hombaba de îsrar dike û li ser daxwaz û îsrara Enkîdo, dawî de ew û Gilgamiş wî dikujin.