Di dîroka nêzîk a Rojava u Sûriyeyê de, hêzên ku li bin navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin rêxistin kirin, bûn yek ji hêzên sereke yên berxwedana dijî teror û faşîzmê. Ev hêz, ku ji civaka kurd û her wiha ji komên din ên etnîk û olî hatine, bi yekdengî û baweriya APO’yî li ser maf, azadî, nasname û xwebuna jinan, hatin cem hev û şer kirin.

YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye; ew projeyeke civakî û felsefeyeke jiyanê ye ku li ser bingehê azadiya jinan, wekhevî û demokrasiya ava bûye. Di dema ku herêmên me ji hêla Daîşê ve hatin dagirkirin û teror li ser gelan hate ferz kirin, YPJ li pêşiya vê berxwedanê rawestiya û di şert û mercên dijwar de şer kir. Ew hêz, bi dilsoziya xwe, bi fedakariya xwe û bi xwîna xwe, gelek herêm azad kirin û rê li pêşiya vegerandina jiyanê vekirin. YPJ tola bindestiya sî hezar saliya jinan ji qatîlê kastîke ku her ku çuye koletiyê kur kirine.

Di heman demê de, YPJ li dijî siyaseta dagirkeriya dewleta dagirker a Tirkiye li herêmê jî rawestiya. Di gelek herêman de, jinên YPJ bûn sembola berxwedana jinan ku naxwazin bin zîhnîyeta zayendparêz ê zilamê serdest de bijîn. Berxwedana wan, tenê berxwedaneke leşkerî nebû; ew berxwedaneke rûmetê, nasnameyê û mafên bingehîn bû.

Niha ku şert û mercên siyasî li Sûriyeyê diguherin û gotûbêjên li ser avakirina hukûmeteke nû hene, pêwîst e ku rol û cihê YPJ bi awayekî fermî were nas kirin. Ev hêz, ku di qada şer de bi fedakariya mezin têkildar bûye, divê di qada siyasî de jî xwedî statu be. Naskirina wan wekî beşek ji avahiya fermî ya suriye, ne tenê mafek e, belkî şertê bingehîn e ji bo domandina aştiyê û avakirina civakek adil.

Bê statu kirina YPJ, neheqiyek li hember fedakariyên jinan ji bo azad kirina hemu jinên li rojhilata navîn u cîhanê, herwiha xetereyeke mezin e ji bo paşeroja Sûriyeyê. Ji ber ku hêzên ku li ser bingehê demokrasiyê û wekheviyê hatine avakirin, ger ji qada siyasî dûr bêne hiştin, cihê wan dikare bi hêzên nedemokratîk, dijecivak û tundrew re were dagirtin.

Ji ber vê yekê, YPJ divê wek hêzeke fermî, wek nûnerê jinan û wek parastina bingehîn a civakê, di hukûmeta nû ya Sûriyeyê de xwedî statu û nasnameya siyasî be. Ev ne tenê daxwazekî civakî ye, belkî jî daxwazeke dadperweriyê û pêdiviyeke stratejîk e ji bo paşerojeke azad û demokratîk.

Berxwedana jinan, berxwedana jiyanê ye. Û ew berxwedan, divê niha bi naskirin nasname û  dayîna statu were temam kirin.

Berxwedana jinan li Rojavayê kurdistanê buye çavkaniya hêz û moral ji bo jinên rojhilatê kurdistan u Îranê jî. Ev bandor hebuna xwe di pêwajoya serhildanên jin, jiyan, azadî ya di sala 2022’an u 2026 da xwe bi avayêkî şênber daye der. Ji ber vê yekê em weke KJAR destkeftiyên YPJ weke destketiyên hemu jinên kurd û azadîxwaz a cîhanê dibînin û piştgîriya xwe ji bo girtina mafê jinan a rewa di statuya nu ya suriye nîşan didin. Paşçav kirina YPJ di pergala nu ya suriye tê wate ya paşçav kirina pêşeroja azad ji bo hemu jinan di rojhilata navîn û cîhanê. Ji ber êdî YPJ bi tenê artêşêkî jinên kurd nîne û weguheriye nirxêkî gerdunî. Li ser wan esasan em dîsa weke KJAR piştgîriya xwe ji bo YPJ di cih girtina di pergala nu ya rêveberiya suriye nîşan didin.

Silav û rêzên şoreşgerî

05.05.2026

Kordînasiyona KJAR