• Encamnama çaremîn Kongreya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan ê

    24 ئایار, 2024

    Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê kurdistan (KJAR), bi rihê berxwedaniya 9’ê Gulanê li ser bîranîna şehîdên pêşeng, Şirîn Elemholî û tevahiya şehîdan, di roja 7’ê Gulanê de dest pê kir.  KJAR bi dirûşma; ‘Serxistina şoreşa jin jiyan azadî misoger kirina azadiya jin û civaka demokratîk e’ her wiha bi beşdariya delegeyên ku ji hemû qadên me yên xebatê hatine, me çaremîn kongreya xwe li çiyayên azad yên Rojhilatê kurdistanê li dar xist. Ev Kongreya me, di şexsê Ş. Aryen Arê, Şîlan Banê û şehîd Rûken de, ji bo hemû şehîdên rêya azadî û demokrasiye, her wiha şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re hatiye diyarî kirin. Kongreya me di vê pêvajoya watedar, tije tekoşîn û sotîner ya jiyankirina pêşketinên şoreşgerî de, pêk hat. Kongreya me bi rihê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û di pêvajoyeke ku em encama têkoşîna berxwedêran digirin de, pêk hat. Di heman demê de, em di pêvajoyek ku êrîşên pir dijwar li ser hebûna jin û gelên azadîxwaz pêş dikeve re, derbas dibin û asta têkoşîn û berxwedana me wê him destkeftiyên heyî mayînde bike, him jî wê statû û azadiya jin û gelê me misoger bike. Di pêvajoyeke ewqas dîrokî de, li darxistina Kongreya KJAR, di hestên tevahî endam û pêkhateya heyî de bi giranî derket pêş. Her wiha ev kongre di me tevan de, bi rihê berpirsyarî tevgerandin û ketina rihê pêvajoyê de, da avakirin.

    Şoreşa Jin, bi hemû heyîbeta xwe ve pêş dikeve. Bi hêvî, biryar û îdaya pêkanîna serxistina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, me kongreya xwe li darxist. Di kongreya me de, kar û xebatên 4 salên derbasbûyî bi berfirehî hatin nirxandin. Me xebatên avakirinê yên li ser bingeha jiyana azad û civaka demokratik, girt rojeva xwe û li ser vê bingehê kêmasî û nîvço mayînên ku hatine jiyankirin, bi xurtî hatin destnîşankirin her wiha rexne û rexnedayînên div an derbaran de hatin pêşxistin. Her wiha di îda û biryardariya ji wan bihurînan re, bi awayekî xwirt bûyîna bersiv, derket pêş. Bi şêwazekî demokratîk, di kongreyê de Desteya Rêveber a KJAR’ê ya ku ji 15 kesane, hate hilbijartin.

    Di demeke ku êrîşên pir dijwar yên dagirkeriyê li  Kurdistan, gelê me û tevahiya jinan tê meşandin, li darxistina çaremîn kongreya KJAR, ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêngava tekoşîneke dîrokî û nû ye. Di kongreya me de, êrîşên mêrsalariyê di asta heremî û cîhanî de, bi taybet êrîşên Rejîma Îranê ên ku li ser hebûna jinan pêş dikevin, bi berfirehî hatin nirxandin û hate diyar kirin ku, teqez wê jin li himberî pergala qirker, têkoşîna herî radîkal didin meşandin. Di kongreya me de hate diyar kir ku, jin bi tekoşîna xwe ve, di sedsala 21’an de pêşeng û rêberên rasteqîn ên şoreşa civakîne. Çiqas tekoşîna jinan bi hêz dibe, berxwedaniya jinan li hember pergala mêr–dewlet hê zêdetir cîhanî dibe. Li himberî vê yekê jî êrîşên mêr jî, ewqas li ser destkeftiyên jinan zêde dibe. Şerên ku rû didin, qirkirina jin û qirîzên civakî kûrtir dike. Di asta cîhanî de Jinên ku di salên dawiyê de bi awayekî herî giran, bedelên van qirîzên sîstematîk ên mêrê serdest didin, êdî li tevahiya dinyayê pêşengtiya civakê dikin. Jin li her deverekê, li hemberî serdestan, çeteyên paramilîter, tecawiz kar, dewlet, mêtingeriya kapîtalîst û karesata ekolojik, derbasî çalakiyê bûne û pêla berxwedanê bilind dikin.

    Di kongreyê de hat nirxandin ku, Jin li her devereke cîhanê, îlham ji tekoşîna hev digrin. Tekoşîna jinên Kurd di sedsala 21’an de, bûye çavkaniya îlhama tekoşîna azadiyê. Li Kurdistanê tekoşîna jinan, ji her demê zêdetir hevpar bû ye. Bi şoreşa‘Jin, Jiyan, Azadî’ re cîhanî bû ye.  Sînorên netewperestî, olperestî, zayendperestî ên li ber tekoşîna jinan, bi berxwedana jinan ve bê wate dibin. Bi manîfestoya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re êdî şoreşa jinan, di asta cîhanî de derbasî pêvajoyeke tekoşîna radîkal a li himberî pergala kapîtalîst a gilobal dibe. Di kongreya me de hate diyar kirin ku, teqîna şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di sala 2022’an de ku, bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ve pêvajoyeke nû ya tekoşînê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê da despêkirin. Şoreşa jin, veghurî şoreşa hişmendî, siyasî, civakî, çandî. Ev yek têkoşîn û berxwedaniya jinan anî rewşeke çandî a mayînde. Kongreya me diyar ku ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di sedsala 21’an de, dikare bibe manîfestoya hemû şoreşên civakî ên Rojhilata Navîn. Jinên Kurd li çiya, zindan û kolanan tekoşîneke pir dijwar li hemberî faşîzma mêr-dewlet dan meşandin û bedelên pir giranbuha dan.

    Hate nirxandin ku, KJAR berpirsyare ku bi hemû hêza xwe ya siyasî, civakî û parastinî, pêşengtiyeke hê xwertir ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bike. Êrîşên Rejîma destpot, nikare îrade û baweriya jinan a bi şoreşê bişkîne. Jin tu carî serî ji pergala mêrsalar re netewandine û natewîne. Wê berxwedan û tekoşîna jinan ya ji bo jiyanek azad, di asta herî jor de berdewam bike. şoreşa ku pêşengên wê jin û ciwan bin, wê tu carî gav paş de nevêje. Weke KJAR, emê di pêvajoya nû de, rêxistin kirin, perwerde kirin û rêxistin kirina pergala parastina jinan, ji bo xwe bikin armanca sereke. Me di kongreye de tesbît kir ku, rêxistin kirin û serxistina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mosogerkirina azadiya jin û Îraneke demokratik e. Hate nirxandin ku, KJAR xwedî mîraseke pir mezine. Xwedî şehîdên pêşeng ên weke Şirîn Elemholî, Zîlan Pepûle, Aryen Arê, Zîlan Serdeşt û bi sedan şehîdên qehreman e. Li ser vê bingehê di Kongreyê de bi biryardariyekî xwert hate diyar kirin ku, wê KJAR li ser bingehê hevgirtineke bi hêz, bi tevahiya jinên azadîxwaz re, tekoşîna azadiyê di asta herî jor de, bide meşandin. KJAR xwe li beramber rêxistin kirin û parastina hemû jinan, di Îranê de berpirsyar dibîne.    

    Yek ji mijarên sereke ên kongreya me, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Hate diyar kirin ku, eger niha pêxirtengiyên cîhanê û heremê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tên mehkûm kirin, çavkaniya xwe ji tekoşîna mezin ya Rêber Apo digre. Yê ku tespîta dîrokî daniye holê û gotiye: “Şoreşên vê sedsalê, wê bibin şoreşên jinan. Bîrdoziya vê sedsalê, wê bibe azadiya jinê.” Rêber Apo ye. Xwedî derketina li “Pêngava ji Rêber Apo re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî” da diyar kirin ku fikrên Rêbertî çiqas cîhanî bû ne. Tirsa mezin ya hêzên hegemon, ji fikir û ramanên Rêbertiye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, tê wateya vekirina deriyên çareseriya pirsên gelê Rojhilata Navîn. Hate diyar kirin ku, em weke jin di ber azadiya fîzîkî a Rêber Apo de berpirsyarin. Kongra me bi îdayên xwe ve da nîşandan ku, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo wê çavkaniya hemû xebatê me be. Weke tevgera azadiya jin (KJAR) di asta Rojhilatê Kurdistan û Îranê de wê tekoşîna me bi şêwazekî herî radîkal ji bo pêngava azadiya Rêber Apo were meşandin.

    Di kongreya me de hate destnîşan kirin ku, şoreş bi yekîtî û tekoşîneke hevpar a jin û gelan ve dikare serkeftinê misoger bike. Hat diyar kirin ku, yekîtîya jinên Kurd di Rojhilatê Kurdistan de dikare pêşengtiyeke hê bi hêz ji bo hevgirtina jinan a di asta Îranê de pêş bixe. KJAR weke rêxistineke sîwan di Rojhilat û Îranê de, bi tekoşîn û xebata xwe ve di asta herî jor de wê pêşengtiyê ji bo hevgirtina jinên Belûc, Ereb, Gîlek, Azer, Fars û hwd re bike. Tekoşîneke hevbeş di çarçoveya pergaleke hevbeş a jinan, wek KJAR wê armanca me ya sereke be.  

    Zindan ji bo Rejîmên totaliter qada ji navbirinê ye. Her wiha ji bo têkoşeran jî qada berxwedan û tekoşînê ye. Ev yek du eniyên ku di zik hev de li hemberî hev şerê herî dijwar didin meşandin. Şerê taybet yê Rejîmê, wê nikaribe vîna azadîxwaziya jinan bişkîne. Hate destnîşan kir ku, di şexsê Zeyneb Celalyan, Ciwana Sine, Gulrux Îrayî, Spîde Qulyan û hwd jinên berxwedêr, di girtîgehan de bûne pêşengên rasteqîn ên tekoşîna azadî û demokrasiyê. Di vê çarçevê de, wê tekoşîna me di asta heremî û cîhanî de bê navber berdewambe.

    Kongreya me destnîşan kir ku, nirxên herî giranbuha şehîdên şoreşa azadiyê ne. Xwedî derketina li armancên şehîdan, erka me ya şoreşgeriye. Giringiya hevgirtina malbatên şehîdan di kongreye de bi berfirehî hate nirxandin. Bi pêşengtiya malbatên şehîdan û li ser bingehê nirxên şoreşê xwe birêxistin kirin, dikare şoreşê mayînde bike. Li ser vê bingehê destkeftiyên ku şehîdên şoreşê ji bo civaka me ava kirine, emê bi têkoşîneke xwirt armancên wan pêk bînin.

    Zanista jin Jineolojî, div ê kongreyê de, bi berfirehî nirxand. Hate diyar kir ku, şoreşa ‘Jin, jiyan, Azadî’ li ser hîma zanista jin pêş ket û rêya çareseriya hemû pirsgirêkên jin û civakê, di zanista azadiya jin, jineolojî de derbas dibe. Li ser vê bingehê komîteya Jineolojî, di serdema nû ya têkoşîn de rol digre ser şanê xwe ku, hemû jinan di akedemiya jin de li ser zanista jin perwerde bike.  

    Di kongrê de hate nirxandin ku, xwe rêxistinkirin û xwe parastina tekoşîna herî mezin e. Li hemberî herî cûre êrîşên çandî, derûnî û fîzîkî xwe parastin, şertê sereke yê têkoşînê ye. Di şexsê jinan de, pergala mêrsalar êrîşî nirx û destkeftiyên civaka dike. Li ser vê bingehê, weke hêzeye parastina jin, HPJ di Rojhilat û Îranê de zanista parastinê ava kirin, pergala xwe parastinê bi rêxistin kirin, dike erka xwe a sereka. Di cihên pêwîst de, wê helwesta xwe a li himberî destdirêjî û êrîşên li ser jinan di asteke hê bilindtir de, raber bike.

    Di çaremîn kongreya ma ya KJAR’ê de, ji bo me yek ji xalên herî sereke parastina xwezayê ye. Dagirkerî û talana li ser xwezaya Rojhilatê Kurdistan û Îranê, êrîşa li ser hebûna jin û civakê ye. Bi têkbirina xwezaya, mirovahî nirxên xwe ên dîrokî û jiyanî ya civakan tine dike. Li ser vî bingehî, bi feraseta xwedî derketin û parastina xwezayê, parastina civakê ye, wê tekoşîna me li hemberî dagirkeran bi xwertî were meşandin.

    Kongreya me bi berfirehî rolê jinên ciwan nirxand û da diyar kirin ku, jinên ciwan hêza herî radîkal a li dijî pergala mêr dewlete. Rejîma Îranê bi êrîşên xwe ên li ser jinên ciwan ve, tola xwe ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ digre. Jinên ciwan bi çalekî û tekoşîna xwe ya radîkal, tevahiya beşên civakê beşdarî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kirin. Kongreya çaremîn da diyar kirin ku, tu hêzeke serkutger nikare pêşî li hêza ciwanan bigre. Yekîneya Jinên Ciwan Ya Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) armanc kir ku, wê li ser esasa xwe rêxistin kirin û parastinê, xwe bighîne tevahiya jinên ciwan ên Rojhilat û Îranê.

    Di vê çarçoveyê de çaremîn kongreya me ya KJAR, bi xwe rêxistin kirineke berfireh, bi tekoşîneke ji her demê radîkaltir, di serdema pêş me de biryarên ku hatin girtin, bi piratîk bike. Bi hêvî, îda û heyecana ku di kongreya me a çaremîn de derket holê, KJAR weke rêxistineke pêşeng wê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ji hemû hêvî û daxwazên jinan re, bibe bersif.

    ‘Bijî Rêber Apo’

    ‘Bijî yekitiya jinan’

    ‘Jin, jiyan, azadî’

    Koordînasyona KJAR



    KJAR