• Bi gav avêtinekê, welatê xwe ji nû ve zindî bike

    25 ته‌مموز, 2022

    Deriya Rojhila, Endama Komelgeha jinên azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji malpera me a KJAR’ê re li ser ,Kampaniya KJAR a bi diruşma“Li dijî Kurştina jin û qirkirina xwezayê tekoşîn” axivî.

    Medya Hawar

    “Armanca dagirkeran ewe ku, koka kurdan tune bike”

    Deriya Rojhilat, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên bi gaza kîmiyasal, dar birîn û top barana dagirkeran ya li ser xwezaya Kurdistanê û wiha got: “Em dibînin ku dijmin bi xetên zirav êrîşî gel û xwezaya me dike û dagir dike. Ev şer û dagirkerî, di şexsê jin û xwezayê de destpêdike. Her wiha êrîşî zarok û ciwanan dike. Êrîşî her tiştî ku bêhna Kurdbûnê jê tê dike. Bi kîmyasalê êrîşî çiya, dar û daristanên Kurdistanê dike. Berhemekî ku ji bo Kurd û Kurdistanê hebe, dixwaze ji holê rake û tovên giyayekî ku îsbat dike ew ya Kurdistanê ye, ji holê radike. Armanca dagirkeran ewe ku, koka Kurdan tune bike. Di Dîroka gelê Kurd û bi taybet ya jina Kurd de, her dem berê xwe dayina çiyayan hebû û heye. Cihekî ku dikarîbûn xwe tê de biparêzin, her wiha berxwedaniyê bikin çiya bûn. îro jî em dibînin ku, ew berxwedaniya dem dirêj ya ku daye meşandin, îro gelê Kurd gihandiye asta lûtkeyê. Îro li himberî êrîşên derûnî, çandî, fîzîkî û hwd, berxwedaniyekî bê hempa tê kirin. Ev berxwedaniya ku tê meşandin, ji xwezayê qut nîne”.

    “Erka Welatparêziyê, Ji Bo Jiyan Kirinê erkeke sereke Ye”

    Deriya diyar kir ku, sedema destpêkirina kampaniya li dijî kuştina jin û qirkirina xwezayê, Tekoşîne û wiha got: “Parastina xwezaya Kurdistanê, erkekî sereke ya welatparêziyê ye. Erka welatparêziyê, erka sereke ye, ji bo jiyan kirinê ye. welatparêzî ewe ku tu axa, xweza, çand û dîroka xwe biparêzî, nas bikî û jiyan bikî. Her kes dizane ku di dîrokê de ya ku, pêşengtî ji mirovahiyê re û ji jiyanê re kiriye jine. Him jiyana mirov afirandiye û dewlemend kiriye, jine. Her wiha bi xwezayê re bûye yek û kiriye hebûnekî bi afirîne. Berhemekî ku ji xwezayê girtiye û kiriye xizmeta hemû civakê û wekî xwedawend hatiye pênase kirin. Her jin îro ew xwedawenda wê demê ye ku, rastî êrîşê û qetilkirinê hatiye lê, li himberî hemû cûreyên êrîşan li ber xwe daye. Dibe ku îro berxwedaniya wê ne di asta wê demê de be. Lê dîsa jî em dibînin ku jin di asta malek birêve birin, civakekî birêve dibe. Ya ku dibe mamosteya jiyanê û wî zarokî ku bikaribe di pêşerojê de pêşengayetiyê ji gelê xwe re bike, jine. Ji bo wê jî êrîşekî pir cidî li ser jin tê meşandin”.

    “Jin Bi Tekoşîn Kirinê Dikare Bibe Îrade”

    Deriya Rojhilat  bal kişand ser jina xwedî îrade û wiha got: “Jin bi tekoşîn kirinê dikare bibe îrade. Tekoşîn kirin jî bi rêxistin kirinê re dibe tekoşîn. Eger ku jinek îroj xwe birêxistin neke, nikare tekoşînekî mezin bide meşandin. Ji ber ku îro jin di milê derûnî, bawerî û di her milî de rastî êrîşan tê. Bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê. Jinekî ku bikaribe bi xwe bibe xwedî fikir, nerîn ji bo gelê xwe, ku bikaribe pêşengtî bike, ji her milî de rastî êrîşan tê. Ji bo wê jî pêwîste ku, hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bikevin ferqa misyona ku dikeve ser milê wan û xwe birêxistin bikin û perwerde bikin ji bo ku karibin tekoşîn bikin”.

    “taybetmendiya Pêşengtiyê, di cewherê Jin de veşartî ye”

    Endama KJAR’ê Deriya Rojhilat, da zanîn ku pêşengtiya şoreşê, erkê jine yê sereke ye û wiha anî ziman: “Yê ku pêşengtiyê ji şoreşê re bike jine. Erka sereke dikeve ser milê jin. Ji ber ku ew rol û misyon di jin de heye, qerektera pêşengtiyê di cewherê jin de veşartî ye. lê mixabin ji ber bê perwerde mayina jin û ne birêxistin kirina jin, ji ber ku tekoşîn kirin, li himberî zilim û zora li ser jin kême û pişaftinekî di milê rûhî, hest û baweriyê de li ser jin hatiye kirin. Jin ji rastiya xwe, cewherê xwe û ji zanebûna xwe hatiye dûr xistin. Armanca sereke ya kampaniya me ew ku, her jinek, ciwanek bikeve ferqa zanebûn û hêza xwe de û tekoşîn bike. Bi hevre xwe birêxistin kirin, tekoşîn kirin û bi hevre bûyîna yek îrade, tu hêz û tu desthilatdar nikare li pêşiya tekoşîna jinan bibe asteng.

    “Dijmin ji hêza jin û îrada jinê ditirse”

    Deriya Rojhilat, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser armancên êrîşên dagirkeran yên li ser jin û wiha got:Yek ji armancên sereke yên dagirkeran ewe ku, jin nebe hêz û îrade. Ji ber ku dema jin bû hêz, bû îrade, tu astengiyek nikare wê bisekinîne û tu tişt nikare li himberî xeta jiyana azad avakirinê bibe asteng. Xwe perwerde kirin, bi rêxistin kirin û tekoşîn kirin, erkekî sereke ye. bi taybet ji bo jina Kurd, îro ro, em dibînin ku li ser welatê me êrîşekî hovane tê meşandin, erkê me ye ku em welatê xwe bi riya tekoşînê, ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

    ‘Em nikarin jin û pêşengtiyê ji hev qut bikin

    Deriya Rojhilat da zanîn ku peşengtî rastiyekî jin ya veşartî ye, pêwîste jin wê rastiyê hişyar bike û bi erka xwe ya dîrokî rabe: “Erka ku dikeve ser jinê, eger ku jin neke, wê civak birêve neçe, wê ew şoreş negihêje asta serkeftinê. Ji ber ku em nikarin pêşengtî û jin ji hev qut bigrin dest. yek ji nasnameyên jin pêşengtiye. Jinê ev nasname, ji dîrokê de hilgirtiye ser milê xwe ta roja me ya îro. Tu kes ji jinê re negot tu pêşenge, wê jî ji xwere negot, lê belê bi jiyana xwe bi piratîka xwe, bi hebûna xwe ew rol ji dîrokê ta îro meşandiye û pêşengtî kiriye. Îroj em nikarin jin û pêşengtiyê ji hev qut bigrin dest”.

    “Pêwîste ku em îlhama berxwedanê, ji xwezaya Kurdistanê bigrin”

    Rojhilat, diyar kir ku pêşengtiya jin di kampaniyayê de, wê çar demsalên me bixemilîne û wiha dewamî da axaftina xwe: “Kampaniya di derbarê jin û xwezayê de ye û pêşengtî kirina ji kampaniya yê re erka sereke ya jinê ye. Her jinek dikare ji milê xwe de bi şêwazên cûda ve, beşdarî nava kampaniyayê bibe. Eger ku îro dijminê me darên me qut dike, xwezaya me dişewitîne, her jinek dikare bi dar çandinekê derbeyekê li dijmin bide. Darek biçûk be jî, welatê me dixemilîne. Welatê me yê ku her roj dibin dagirkeriyê de ye, di bin top baranê de ye, kîmiyasalê de ye, bi dar çandinekî ji nûve, tê ava kirin. Dijmin tune dike, lê jin pes nake, ji ber ku jin pêşenge, hêza berxwedaniyê ye û di cewherê jinê de razaye, ya giring şiyarkirina wî cewherî ye û bi gav avêtinekê, welatê xwe ji nûve zindîbikî. Çawa ku her kesek ji zindîbûna xwezayê, di mehên Biharê de îlham digre, pêwîste em çar demsalên jiyana xwe û berdewama jiyan kirina xwe, bixemilînin û her dem îlhama berxwedanê jê bigrin. Her dem hêza tekoşîn jê bigre”.

    “Tekoşîna jin, pêwîste bighêje civak û jiyana azad”

    Deriya Rojhilat, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên jinan ên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îran li dijî hicabê tên meşandin kir û her wiha bal kişand ser 5 pîvanên serek ên ku Rêber APO balê dikşîne ser û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Îroj jin wê kefiyê (hîcab) ji ser serê xwe davêjin, tê wateya ku zihniyeta zilam salar ya ku dixwaze îradeya jin tune bike, jin wekî însan nabîne, wekî hebûn nabîne. Li dijî wê zilamsalariyê disekine û dibêje: ‘Ez te qebûl nakim û red dikim.’ Lê belê ew tenê têrê nakê, pêwîste ku pênc pîvanên sereke ên ku rêber Apo dibêje, em di kesayeta xwe de pêş bixînin. Welatparêziye, xwe birêxistin kirine, tekoşîn kirine, bûyîna îrad, Etîk û estetîke. Ji bo wê jî giringe ku jin bi tekoşînekî bê hempa, ku tu carî pes nake û lewaz nabe, bi bin nakeve, li himberî zihniyeta zilam salar bimeşîne û bighêje serkeftinê. Ta ku li ser axeke azad, li welatekî azad û di nava civakeke azad de, jiyanek azad ava bike û weke jinekê azad pêşengtiyê ji azadiyê re bike û azad bijî”.



    KJAR