• تاگەکان: ,

    Îro Kurdistan, navenda şer û berxwedanê ye

    20 ته‌مموز, 2022

    Endama Rêveberiya Komelgeha Demokrat û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zeyîneb Xoresan, vê hefteyê bû mêvana bernameya Ravîn a telefizyona Aryen Tv. Di vê bernameyê de li ser mijarên di rojevê de, nirxandinên girîng hatin kirin

    Zeyîneb Xoresan, Endama Rêveberiya Komelgeha Demokrat û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), di vê bernameyên de bi taybet rewşa heremê nirxandin. Geşedan û pêşveçûnên dawiyê ên ku li li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tên jiyan kirin. di heman demê de qala êrîşên hovane ên dagirkeriyê kir.

    ‘Jin tirsan, êrîşan pêk tînin.’

    Endama Rêveberiya Komelgeha Demokrat û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Zeyîneb Xoresan. Di despêka axaftina xwe de bal kişande ser rewşa tecrîda li ser Rêber Apo û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “ navenda şerê cîhanê ê siyemîn û di heman demê de navenda berxwedanê, îro Rojhilata Navîne. Di nava Rojhilata Navîn de cihê ku herî zêde şer li beramberî wan tê kirin û ew der navenda berxwedanê ye, Kurdistane. Yê ku di vir de Kurdistan kire xwedan hebûn û Kurd kir xwedan nasname jî, bê guman Rêber Apo ye. ji ber vê yekê tevahî hêzên deshilatdar û piyonê wan, dewleta faşîst a Tirkiyê. Ji ber tirsa xwe a li beramber Rêber Apo her ku diçe, komploya xwe a na merdane hê zêdetir dewam û dijwar dikin. Jin tirsan êrîsan pêk tînin. Rêber Apo ev yek anîbû ziman: ‘Min ev komplo, heya astekê da rawestandin.’ Bi sekna Rêber Apo, berxwedana gelê Kurd û tekoşîna Gerîlayên Kurdistanê ev komploya qirêj dan rawestandin. Lê belê ji kokê ve, ev pêvajo nehatiye rakirin. Ev 24 salin ku Rêber Apo di nava îşkenceyê de ye. Ev yek jî bê guman bi destê Nato tê pêk anîn. Ew perspektîfa wê didin, dewleta faşîst a Tirkiyê jî weke piyonekî pêk tîne. Ev komlo armanca wê a yekem gel û Rêbertî ji hev qut kirin bû, lê belê hêzên deshilatdar di vir de negihiştin armanca xwe. ji ber ku gelê Kurd her dem li ser piyan man û xwe li derdora fikirir û felsefeya Apoyî, pêçan.”

    ‘Bûn sembola berxwedanê.’

    Zeyîneb Xoresan Endama Rêveberiya (KODAR). Di dewama axaftinên xwe de, qala çalakiya mirinê a 14’ê Tîrmehê kir û her wiha sembol, têkoşer û şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û wiha qala berxwedana 14’ê Tîrmehê kir: “ em bi bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê, bejna xwe li beramber tevahî şehîdan ditewînin. Tekoşer û şehîdên 14’ê Tîrmehê mîrasek hem dem ji gelan re hiştin. Di wê pêvajoyê de di asta herî jor de li tevahî Kurdistanê û bi taybet li zindana Amed, ne naskirina îradeya Kurd û kesên siyasî hebû. Di asta herî jor de îşkenceyek hovane dihat meşandin. Ew pêvajo mirov nikare bi tu gotinê pênase bike, ji ber ku ew îşkence û hovîtî di dîroka tevahî cîhanê de tu demî nehatiye dîtin. Lê belê li Zindana Amedê ev yek hat dîtin û jiyan kirin. armanca wan jî ji vê yekê, şikandina vîna gelan û radest girtin bû. Di zimanda Amedê de, di şexsê Heval Mezlûm Doxan de, ku di 21’ê Adarê de bedema xwe da ber agir û bû sembol. Heval Mezlûm Doxan bi gotina xwe a: ‘ Teslîmiyet, îxanete.’ Rê ji pêvajoya berxwedanê re dide diyar kirin. ew dem sala 1982’an bû û îro jî 2022 ye, lê wan berxwedêran pêşeroj ango roja îro didîtin û li gorî wê tekoşîn dikirin. Bi tekoşîna xwe, xeta hebûn, rûmet û azadiyê hilbijartin. Ev yek jî bi bedema xwe hilbijartin.”

    ‘Bû xetek.’

    Xoresan, Endama Rêveberiya Komelgeha Demokrat û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR). Di dema vê guftûgoya xwe de bi taybet berxwedana Heval Sara, ango Sakîne Cansiz dest nîşan kir û got: “ 4 hevalan dest bi gireva birçîbûnê a heya mirinê kirin, yek ji wan jî heval Sara bû. Her wiha gelek hevalên din jî beşdarî nava vê girevê bûn. Heval Kemal Pîr, Heval Mihemed Xeyîrî Durmuş, Heval Akîf Yilmaz, Heval Elî Çîçek di vê berxwedanê de gihiştin asta şehadetê û bûn sembol. Îro jî li ser şopa van qehremanan bi hezaran ciwan li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û dijmin têk dibin. Heval Sara di nava vê berxwedanê de, xwedan rolekî mezin bû. Hevalan di wir de digotin: ‘ Em ji dengê heval Sara îlham û hêz digrin.’ Heval Sara di nava zindana Amedê de, di hucreyekê de her berxwedana xwe dewam kir. Bi sedam jin jî di nava vê zindanê de dihatin girtin. Piraniya wan rêxistin nas nedikirin. Ji ber vê yekê jî dijmin bi awayekî pir hovane bi ser wan de diçû. Dijmin bi awayekî pir hovane jin îşkene dikir û heye dighişte wê astê ku dest davêj wan jinan. Lê di vir de heval Sara bi seknenk pir xwirt li beramberî vê yekê disekinî. Ev sekna heval Sara ji bo tevgera jin bû xet û partiyek. Ev xeta ku heval Sara da diyar kirin, ta roja me ya îro di zindan û di cîhanê de berdewam dike. Her wiha jinên Rojavayê Kurdistanê jî li ser vê şopê artîşa xwe ava kirin û bi hêza jin DAIŞ, têk birin.

    ‘Eger em nebin yek, em herin yek bi yek.’

    Her wiha Zeyîneb Xoresan, Endama Rêveberiya Komelgeha Demokrat û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR). Di nava nirxandin û guftûgoya xwe de bi berfirehî qala sîstema rejîma dagirker û dij jin a Îranê kir û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “ Rejîma Îranê sîstemeke ku, her dem xwe li ser kolekirina gel û jinan, xwe li ser piyan girtiye. Bi teybet li ser jinan, Îran politîkayên pir zirav û qirêj dide meşandin. Bi zaroktî dide zewcandin, hîcaba mecbûrî lê ferz dike, di zaroktiya wê de, zarokan pê dide çêkirin û li ser esasê namûsê rojane, jinên dide qetil kirin. Rejîma Îranê bi tu awayî mafê jinên û îradeya wê nabîne. Bê edaletiya herî mezin li ser jinê dide meşandin. Ev yek bi awayekî sîstematîk li ser jinê tê pêk anîn. Ev yek jî bê guman ne tenê li ser jinên Kurd, li ser tevahî jinan, ji hemû neteweyan pêk tîne. Lê bê guman jin li beramberî van kiryaran bê deng nînin û serî radikin. Her dawiyê jî me tevan ev yek bi riya ragihandinê dît. Jinên ku di şexsê hîcabê de sîstemê red dikin û li kolanan kefiyên xwe derxistin, ew girtin. Bi heman awayî berya demek kurt, li Kirmanşan jî ji ber sedema hîcabê, sê jin girtin. Ev hemû zext û gefên li ser jinan tên pêk anîn, hew ildana bin pêkirina îradeya jinan e. bê guman ne razîbûnên jinan ên li himberî van kiryaran derdikeve pêş. Lê belê ev tenê bi yek ango deh kesan ve nagihêje encamê. Pêwîste ku îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hezaran jin bi yek dengî, dakevin qadan. Jin enceq bi vî rengî bihêjin armanca xwe. Eger em nebin yek, em herin yek bi yek

    Awyer Sine



    KJAR