• Newroz hêmay yekîtî û bihevre jiyankirina gelan e

    18 ئازار, 2022

    Gelê Kurd li seranserê cîhanê her sala di 21`ê Adarê de, Cejna Newrozê pîroz dikin. Neweroz cejneke neteweyî ye û nîşana serhildana Kurdan li dijî dijminan û têkbirina zalima ye.

    Medya Hawar

    Tunebûna dagirkeran û desthilatdaran, Newroza gelane.

    Çawa ku gelê Kurd, bi newrozê gelên Rojhilata Navîn jî rizgar kirin. îroj jî dîsa gelên azadî xwaz bi pêşengtiya tevgera azadiyê gelên Rojhilata Navîn ji bindestiyê û dehakan xilas dikin. Bi peradîgma netewa demukratîk wekhevî û azadiyê radixe ber çavan. Tunebûna dagirkeran û desthilatdaran, Newroza gelane. Ger ku em bi vê hişmendiyê pêşwaziya newroza îsal bikin, emê bi reng û dengê xwe ji her salî zêdetir deşt û çiyayên xwe bixemilînin û agirê newrozê bi agirê şoreşê li Rojhilatê kurdistanê dadin.

    Serkeftin nêze

    Îroj  bi hezaran kawayên qehreman li serê çiyayên Kurdistanê tekoşînê li himberî dehakan dikin, lê hîn jî kême. Pêwîste em sala pêşiya xwe bikin sala serkeftin û azadiya rêber Apo sala rizgariya Kurdistanê. Firset ji mijankê me nêztirî me ye,lê pêwistiya me bi jin û civaka azad heye, ew jî bi tekoşîn û berxwedanê tê avakirin.

    Her dem dijminên azadiyê, bi tekoşînê têk diçin

    Em dibînin li bakurê Kurdistanê Dagirkeriya Tirk Newrozê wekî gefekê li dijî ewlekariya xwe ya neteweyî dibîne. Her wiha ji ber ku di Newrozê de hestên girêdana bi nasnameya Kurdî re  ku hikumeta Tirkiyê bi rêya komkujiyan hewl dide tune bike, geş dibe. Ji ber vê yekê agirkeriya Tirkiyê hemû şêwazên zordestiyê bi kar tîne da ku rê li kombûnên gelê Kurd ên bakurê Kurdistanê û hildana sembolên Kurdî, bigire û kesên pîrozbahiyan birêxistin dikin dixe bin çavan. Lê belê berxwedana Şehîd Mazlûm Dogan di zindana Amedê de û agirberdana bedena xwe di şeva Newroza sala 1982`an de, careke din pîrozkirina cejnê li bakurê Kurdistanê vejand. Bi vê yekê Mazlûm Dogan veguherî Kawayê hemdem û qêrîna wî ya “Berxwedan Jiyan e”bû silogana gelê Kurd li her derê.

     Faşîzim li her aliyên kurdistanê yek karî dikin

    Ne tenê hikumeta Tirkiyê pîrozkirina cejna Newrozê qedexe kir, lê belê hikumet û sîstemên faşîst ên Sûriyê, Iraq û Îranê jî ji bo pêşîgirtina kombûnên Kurdan û berzkirina nasnameya neteweyî hemû şêwazên xirab bi kar anîn. Ji ber sedemên neteweyî û gelek sedemên din hikumetên dagirkerên Kurdistanê cejna Newrozê qedexe kirin. îsal jî dewleta îran hin qural ji bo pîrozbahiya newrozê derxistiye. Lê pêwîste gelê me wekî her sal çawa bi reng û dengê xwe û li ser çiyayên xwe newrozê pîroz dikirin îsal jî wisa û bi hêztir pîroz bikin. Newroz bi dilxweşî û heyecan tê pîroz kirin, ne bi qural û biryarên zorê.

    Azadiya Zeyneb wê Newrozê geş bike

    Pêwîste newroz îsal bi rihê Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyên zindanan were bilind kirin, çawa li bakurê Kurdistanê Şehîd Mezlûm Doxan dîwarên zindanan nas nekir û agirê newrozê bi sê çixatan (darikê kibrîtê) newroz pîroz kir û canê xwe feda kir. Îroj em di şexsê Zeyneb Celaliyan de heman rihî dibînin. Pêwîste gelên azadî xwaz newroza îsal bikin newroza azadiya Zeyneb Celaliyan.

    Newroz hêmay yekîtî û bihevre jiyankirina gelan e. Bi vî rihî em newrozê li gelên azadî xwaz pîroz dikin.



    KJAR