• تاگەکان: ,

    Li Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwedî derkevin

    12 شوبات, 2022

     JI BO RAYA GIŞTÎ

    Em weke  Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 15 Sibatê, komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin û bang li tevahî gelan dikin ku xwedî li azadiya fîzîkî a Rêber Apo darkevin.

    Li diji komploya navdewlet ya li ser Rêber Apo, gelê kurd, bi duruşma “ Kes nikare roja me tarî bike” li derdorê Rêber Apo xelekek ji berxwedaniyê ava kirin û xwedî li Rêbertî derketin. Bi sedan keç û ciwanên egît, bi soza tolhildanê, her yek xwe kirin parçeyek ji agir û di nava dilê dijmin de çalakiyên can bexşane pêk anîn. Di tu dîrokê de nehatiye dîtin, nimûneyên wê nine. Agir berdana bedena xwe gihiştin zîrveya ‘şehadetê ye. Bi boneya salvegera komployê, carek din em hemû şehîdan bi mînetdarî bîr tînin, soza pêkanîna xiyalê wan di Kurdistaneke azad de, bi Rêber APO re azad jiyan bikin, didin. Ji bo ku em komployê di sala 24’an de ji hemû aliyên wî têk bibin, emê her kêlî û gav tekoşîn bikin.” Emê nehêlin komploger biggêjin armanca xwe. Di sala 1999’an de li çar aliyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê gelên Kurd, dost û mirovên azadî xwaz bi kînek mezin rabûn serhildanê û bi tekoşînek dijwar, ji heft salî heya heftê Salî daketin meydanan. Bi dengekî bilind dan diyar kirin û gotin: Emê nehêlin pilanên qirêj ên hêzên komploger bigihêjin armanca xwe. Hemû gel bi yek dengî gotin: Destê dirêjî Rêberê me bibe emê jêkin, Emê jiyanê li wan bikin jehir û cîhanê bi ser dagirkeran de hilweşînin. Yek ji cihê ku weke çirûskên berxwedaniyê bi hêrsek mezin li hemberê komplogeran rabûn û bertek raberkirin, Rojhilatê Kurdistanê bû. Dilsozî û girêdanbûna xwe bi serhildan û çalakiyên xwe ve nîşandan. Rabûn ser piyan, li hemberê komplogeran, li gelek bajar û bajarokan, xwepêşandanên gel çêbûn. bi dehan şehîd dan û bi dehan ciwan hatin girtin, lê dest ji tekoşîna xwe bernedan. Gelê me yê welat parêz bi ruhê netewî, azadîxwaz û tekoşer heta roja me îro bê rawestan bi fikir û felsefeya Rêber APO re meşiya û dimeşe.”   

    Êrîşên ser Rêbertî û gelê me  berdewamya komployêne. Xwestin sekna gel a xwedî vîna azad,ya li hemberê hemû rêbazên êrîşên derve de têne kirin, bi ruhekî  berxwedêr parastina xwe dikin. Ji ber ku tehemola wan ya li hemberî gelê ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ji nû ve avakir û bû xwediyê jiyaneke azad re nîne. Ji ber wê ewqas êrîşên derveyî exlaqê mirovahiyê li ser sîstema rêveberiya xwaser dike. Li ku derê Kurdek hebe pêwîste li hemberê qirkirinê li berxwe bide, tekoşîn bimeşîne.” Hemû hêzên dagirker û komploger bi girtina Rêber Apo xwestin carek din gelê kurd di qirkirinê re derbas bikin, lê Rêber Apo Îmralî kire cihê berxwedanê û hemû politîkayên wan ên qirêj vala derxist. Zayîna nû ya 3,yem a paradîgma pêk anî. Bi vê paradîgmayê, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê li fikir, felsefe û berxwedaniya ku Rêbertî li Îmraliyê dimeşîne de xwedî derketineke gerdûnî pêş ketiye. Hemleya ji bo azad kirina fîzîkî a Rêber Apo, ku jin îro pêşengtiya wê dike de, li her çar parçên Kurditanê û li tevahî cîhanê xwedî derketinek pir xurt heye. ji ber ku paradîgmaya netewa demokratîk alternatîfeke, ji bo tevahî  pirsgirêkên ku îro civak û mirovahî  jiyan dike perspektîfeke. ji bo azadiya fîzîkî a RêberApo misoger bibe, li hemû qadan des bi çalakiyên nû û bê hempa hatine kirin û ev hatiye pêşxistin. Ji bo wê şînber dane diyarkirin ku azadiya civak û mirovahiyê bi azadiya fîzîkî a Rêber Apo ve girêdayî ye.” Komelgeha Jinên Aazad A Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di dawiya daxwiyaniya xwe de wiha bang li jin û tevahî civakan kir: “Wekê KJAR em carek din, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, em soza bilind kirina tekoşînê didin. Emê bi hemû hêza xwe jin û civakê bi rêxistin bikin û asta tekoşînê li Rojhilatê kurdistan û Îranê di xeta netewa demokratîk de xebat bimeşînin. Banga me ji bo jin, ciwan û gelê me yê welat parêz eve, li azadiya fîzîkî a Rêber Apo xwedî derketin, li azadiya îradeya xwe xwedî derketine.”   



    KJAR