• تاگەکان:

    Qanûnê şerî’atê, Qirkirina Jinan Pêk Tînin

    26 ئاب, 2021

    Endama koordînasyona komeleya jinên azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sine, ji bo sîte ya me re li ser zexwaca temenê niçûk nirxandin kir.

    Bi qanûnên şerî’etê di serî de jin û civakê qir dikin

    Ciwana Sine di despêka axaftina xwe de bal kişand ser, xwedî derketina li jinên Efxanistan û qanûnên Şerî’etê yên ku bi zorê li ser jinên Efxanî tê meşand û bi vî rengî dest bi axaftina xwe kir: “Hemû mirovahiya bi exlaq û wicdan, Tevgerên azadiyê, layenên demokrat û azadixwaz di heman demê de tevgerên jinên azad, niha ji bo rewşa Civaka Efxan bi taybet jî ji bo Jinan metirsiya xwe diyar dikin. Ji ber ku weke qanûnê Îranê û Tirkiyê welateke Efxanistanê jî wê bi qanunê şerî’atê yê civakê bi rêve bibe, Ya rast dixwazin bi van qanûna şerî’etê di serî de jin û hemû civakê qir bike.  

    Emrîka û Almanya rê ji deshilata Talîban re vekirin

    Ciwana Sine: Li Efxanîstanê, li welatê cîranên me, di gelek aliyan de jî belkî nasên me, ango xizmên me, di encamê siyaseta cîhanê a desthilatdar û dagirker de birçîbûn, koçberî û bi kuştinê re rû bi rû dimînin. Niha jî li Efxanîstan bi milyona mirov di bin dagirkeriya Talîban de hatine hiştin. Tê zanîn di sala 2001’an de Emrîka û hêzê xwe bi cih kiribûn. Ji bo bidin xuyakirin ku wê leşkerên xwe bikişin û ji meha Gulanê de hijmarekê mezin jî kişandin. Destpêkê Elmanya niha jî DYE hêz kişandin. Meydanê ji Talîbanê re vekirin û di nav demekê kurt de gelek deveran xistin bin deshilata xwe. Gav bi gav pêş de dihat tê şîrovekirin ku herî dawî berî ku rewş biqewime; ji rayedarên DYE ê, bi serçeteyên Talîban re hatine gel hev û li hevkirine, Hatiye gotin ku: “Dema ku talîban bikeve Kabîlê, mudaxele nekin.” Ev jî encama vê lihevkirinê bû, Kabîl hate dagirkirin.

    Şêre jinên Kurd, bi DAIŞ’ê re ketin nav şerekî giran de

    Endama Koordînasyona Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê, Ciwana Sine qala hovîtiya dagirkeriya Tirk û Çeteyên DAIŞ’ê li ser gel û Şervan li Rojavayê Kurdistanê û bi tayîbet li Efrînê kir. Di heman demê de behsa qehremani şervanên jin ên YPJ’ê kir û wiha dewamî da nirxandina xwe: “Ev plan û heman tablo li Minbicê, Reqa û di Şengalê de di êrîşê hovane yê DAÎŞ’ê de û sala 2018’an de,  bi dagirkirina Efrînê tîne bîra me. Ez bawerim tê bîra hemû mirovahiyê. Zivistana sala 2017’an, Emrîka yê ku got: “Ez hêzê xwe dikşînim.” Piştre jî Dewleta Tirk û çetê DAIŞ’ê êrîşê Rojava û bi taybet êrîşê Efrînê kirin. Bi armanca dagirkirinê,tevahî gelê Kurd, gelê me yê Rojava û bi taybet jî gelê Efrînê û Şervanê wê, ji bo bajarê xwe biparêzin li hemberê êrîşên hovane şer û ceng kirin û berxwedanekê bê hempa bi pêşengiya keç û xortên kurdan ve hate meşandin. Êrîş li ser destkeftî û Qezencên Tevgera Apoyî hatibû kirin û Şoreşa ku bi dest û rengê jin hatibû avakirin di bin xeteriyê de bû. Di serî de artêşa jin YPJ’ê, Şêre jinên Kurd li himber dagirkeriyê ketin nav şerekî pir giran de. Li ser şervana û li ser sîvîlan jî her cûre çekê Kimyewî dan şuxlandin. Her hal Ez jî û her kesek wê demê dizane, ji bo van dagirkeran behsê pîvan û nêzîkbûna exlaqî nake.”

    Ya ku li Efrînê pêk hat û pêk tê qirkirine

    Endama Koordînasyona KJAR Ciwana Sine bal kişand ser pilanên qirêj ên Emrîka û Rûsya yê yên li ser xaka Efrînê û hevkariya wan bi dagirkeriya Tirk re û got: “Di serî de DYE, Rûsya û hemû Ewrûpa li hemberê vê êrîşê û dagirkeriyê bêdeng man. Rastiyeke ku ew bêdengî ji hevkariya wan dihat û li gor wê, li ber çavê hemû cîhanê Efrîna rengîn radestî dagirkeriyê hate kirin. Piştre jî dewleta dagirker a Tirkiyê li ser erdnîgariya Efrînê ji gohertinê bigre ta li ser gel tecawiz, talan û îşkence pêktîne her roj bi dehan jin û ciwana direvînin û qetil dikin. Ya ku di Efrînê de pêk hat û niha jî pêk tê qirkirine! Ev jî pir bi eşkere li ber çavê hemû mirovahiyê tê kirin.

    Heman leyîstok, niha li Efxanistanê pêk tînin

    Ciwana Sine wiha behsa rewşa heyî ya li Efxandistanê kir: “Niha heman rewş û dagirkirin Talîban jî pêkanî. Tişta balkêş jî ewe bi salaye ku Qaşo hemû dewletan li hember çeteteyên Talîban şer dikirin. Lê ev du, sê rojin hemû dewlet bi daxuyaniyan didin ku wê vê dagirkrinê nasbikin. Ji xwe ji milê DYE dema ku leşkerê xwe kişand di eqlê mirov de pirs dida avakirin. ‘Gelo tiştê bi serê Rojava û Efrînê de anî wê vê carê jî bi serê Efxaniya de bîne?’ Zêde derbas nebûye, me dît ku heman lîstok pêk hat. Niha li Efxanistanê heman leystoka ku li ser Efrîn kirin li ser Efxanistan jî dikin. Hem wê radest dike Emrîka bi xwe ye, hem jî bi vê şêwazê ji hemû Welatan re dibêje ku: ‘Ez nebim, kes nikare we biparêze. Wekê hêzekên hegamon ya cîhanê jî di hemû welatan de Serwerî û dagirkirina xwe jî rewa dike.”

    Cîhan li himber dagirkeriya hovane bê denge

    Ciwana Siwa Endama Koordînasyona komeleya Jina Azad A Rojhilatê Kurdistanê, wiha dewamî da nirxandina xwe û got: “Niha rewşa gelê Efxanê wê çawa bibe? Talîban wê çi bi serê vî gelê de bîne tê texmînkirin. Me di ekrana de dît ku bi hezaran gel xwe li sînoran didin, ji bajar û Welatê xwe direvin. Gelê Efxanistan di xeteriyê de ne. Jinekê bi tirs û xofa Talîbanê direviya û digot: ‘Ev dîmen ne fîlme niha rastiya Kabîlê ye û Talîban hat, lê cîhan bê denge û temaşe dike.’ Raste îro hemû cîhan bê deng temaşeyê dagirkeriya çeteyên Talîbanê dike, temaşeyî dagirkirina Tirkan dike, hemû cîhan temaşeya qirkeriya dewleta îranê li ser civakê û li ser jin dike,! Talîban di gava yekemîn de, rêveberî xiste destê xwe, ji bo civakê ji bo jina qanûn şerî’atê îlan kirin.”

    Talîban, enceq di qanûnên şerî’etê de cih bide jin

    Endama Koordînasyona KJAR, Ciwana Siwa rewşa heyî ya jinên Efxanistan wiha da diyarkirin: “Di salên 1990’î de derdikeve pêş lê di sala 1996’an de bi hatina deshilatê ve heta roja îro Talîban li ser jinav û hemû civakê komkujiyan pêk tînin. Her cihekî ku dagir kirin jin wek ‘xenîmeta şer’ dîtin û revandin di heman demê de keçên ciwan ji bo çetê xwe dikirin cariye, tecawiz kirin û kuştin. Perwerdeya jin asteng kirin û Qanûn diyar kirin, ger jinek derkeve derve divê zilamekî an jî zarokekî kur li cem wê be wisa dikare derkeve derve. Hemû jin lazime Nîqab (hîcabê ku bê rû tê veşartin) li xwe bikin. Civaka zayendparêz û desthilatdar vê yekê li jinê ferz dike. Nîqab jiyan li jinê reş û tarî dike, bi vê çarşefê deng û rengê jinê qut dikin. Ger ku jinek rûyê wê an jî laşê wê xuya bike, di kolana de tê Siza kirin. Siza jî li gor şerî’atê, jin di kolanê de qirbaç dikin. Dîsa bi tewambariyên cûr bi cûr jin tên recim kirin û tên Sêdare kirin. Di nav salên derbasbûyî de, îsal jî ev herî zêde li Îran û li Efxanîstanê pêk hatin. Bi taybet jinên Efxan, ne mafê wan yê perwerdê û ne jî di siyasetê de heye. Jin di nav çar dîwaran de tê fetsandin, ji jiyanê hatiye qutkirin. Niha di gava yekemin ya Talîban de, li hemberî jin heman pêkanînan dikin. Encaq dikare di çarçoveya qanûnên şerîatê de cih bidin jinan.”

    Jinên Efxan tu carî dest ji tekoşînê bernedan

    Ciwana Sine: “Di sala 2006’an de hukûmeta Efxanîstanê di encamê tekoşana jinên Efxan de qaşo hin mafên jin naskirin. Jina di bin qanûn û zagonê desthilatiya dewletê, zilamtiya bi hezaran salan, zilm, zor û fişara  dewlet û Talîbanê de, qanûnê şerî’atê de jiyan. Gelo em ji vê re bêjin jiyan! Lê tu carî jinan serê xwe netewandin. Ji bo îrade û jiyana azad, her di nav şer û tekoşînê de bûn. Xwe li hember pergala desthilatdar zana kirin, xwe rêxistin kirin, ne tenê ji bo xwe ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn, ji bo azadiya giştî jinên cîhanê têkoşiyan. Li hemberî Tevgera azadiyê ya jina Kurd jî û tekoşîna heyî jî bi hişyar nêz bûn û hevkariya xwe her tim dan diyarkirin.”

    pêkanînê dewletên desthilatdar yên bi aqlê zilam, ji bo civak û jin qirkirin e.

    Endama  Koordînasyona Komeleya Jinên Azad A Rojhilatê Kurdistanê, Ciwana sine wiha qala têkoşeriya jinên Efxan kir û got: “Çawa ku ez weke jineke Kurd ji tekoşîna azadiyê hêz û îlham digrim, jinên Efxan jî ji vê tekoşînê îlham û perspektîf girtin. Herî dawî jî jinên Efxanî kom bibûn û digotin: Çawa jinan di Kobanê de li hember DAÎŞ ê li berxwedan em ê jî li hember ev dagirkirina Talîban li berxwe bidin.’ Li pêş bînaya Serokkomariyê jî daxwaza mafê xwe kirin. Ev nirxandin û biryardarî pir girînge û ez wekê jinekê Kurd ya têkoşer pê îftîxar bûm. Divê ev zanebûn bizivire rêxistinbûnekê xurt. Ji xwe tevgerên jin ê Kurd jî aligiriya xwe dan diyarkirin. Em jî wekê jinên Rojhilatê Kurdistanê, vê seknê silav dikin û bi li gel berxwedaniya wan in. tekoşîna me jî daya nişandan ku her jinekê zana û rêxistinkirî dikare li hemberê hemû êrîşan li berxwe bide û wê bi berxwedaniya xwe hêzên dagirker têkbibe!  

    Bê guman ev; bi rêxistinbûn tekoşîn û yekgirtina jin dikare pêk were. Heman pêk anîn û qanun ji milê dewleta Îranê ve jî li ser jin tê birêvebirin. Her roj bi pêkanînê cûr be cûr jin tên qetilkirin. Ji bo vê jî em wekê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi Jinên Têkoşer yên Efxanî re ewqas nêzîkê hev in. ji xwe herî dawî di 8 Adarê 2021de çarçoveya hilmeta ku KJAR`ê destpêkiribû ji bo yekîtî û tekoşîna jin KJAR û Jinên Efxan hevpar daxuyanî dan konferans li dar xistin. Bi qasê ku dişopînim gelek car ji bo azadiya komelgeyê ji bo azadiya jin bi hevkarî kar û xebat hatin meşandin. Dizanim ku; li kîjan welatî be jî, pêkanînê dewletên desthilatdar yên bi aqlê zilam, ji bo civak û jin qirkirin e. Di Îranê de jî heman siyaset û qirkirin li hemberê jin didome.”

    ‘Di Temenê Biçûk De Zewac, Qirkirina Jin e’

    Endama  Koordînasyona Komeleya Jina azad a Rojhilatê Kurdistanê Ciwan sine di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilmeta KJAR a ‘Li Dijî Sêdare û Qirkirina jin, Dema Parastina Jiyana Azad e’ kir û bi vî rengî dawî li axaftina xwe kir: “Ev nêzê saleke ku KJAR hemleya ‘Li Dijî Sêdare û Qirkirina jin Dema Parastina Jiyana Azad e’destpêkiriye. Ev hilmet ji milê jinê di Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve pir xurt hate pêşvazî kirin. Niha jî weke gavekê di nav vê hilmetê de kampanya bi navê ‘Di Temenê Biçûk De Zewac, Qirkirina Jinê ye’ hate destpêkirin. Di temenê biçûk de çi 12 salî an jî 13 salî be, kesekê/î di vî temenê de zarok e. Ne dikare biryara jiyana xwe bide ne dikare tercîhekî bi zanabûn û azad bike. Ne hestê wê, ne mêjkê wê, ne jî bedena wê vê dagirkirinê radike. Ji xwe li Belucîstanê jinekê 13 salî ducanî dibe û di dema zayînê de jiyana xwe ji dest da. Li Sinê jî zarokekê 12 salî ji bo ku neyê zewcandin xwe kuşt! Min li jor behsa qanûnê şerî’atê kir. Ev çend sale hukûmeta Îranê nîqaş dike da ku temenê zewaca jinê daxe 9 salî. Ev hemû cûre pêkanînê û qanûnê dewletên dagirker û faşîstin û qirkirina jinan e. Li hember dagirkerî û faşizmê tekoşîna me hemû sînoran derbas kirin. Emê bi yekgirtina jin li hemberî qirkirina jin, tekoşîna xwe bilind bikin, emê azadiya xwe bi dest bixin. Em jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî, bi vê kampanya KJAR ê bingehê tekoşînekê hê xurtir bikin . Çi li hemberê dagirkeriya Îranê dibe, çi li Efxanîstanê, çi li hemberî Dewleta Tirk dibe; Hemû gelên Îranî bi Kurd, Fars, Azer, Belûc, Ereb, bi hemû baweriyên xwe, hêzên demokrat û azadixwaz di serî de jî jin û ciwan divê xwe rêxistin bikin, xwe biparêzin da ku em hemû dagirkeran têk bibin.”



    KJAR