• تاگەکان:

    LEYLA QASIM JI BONA MIN DESTANEK Û KEÇEK LEHENG BÛ

    14 ئایار, 2021

    Me demek dirêj gelek posterên ku ew wêneya Leyla Qasim jî di navê de û hinek posterên bi nivîsên bedew û manîdar hatine amadekirin dîwarên malê ve hiştin. Wêneya darvekirina keçek Kurd bû. Ez cara yekê wê demê pê hesîbûm. Serî heta binî ez hejandibûm û êş da min. Di heman demê de onur û egîdiya jinekê ya di nava şer de dabû hînkirin. Gotinên ku ji celladan re gotî pir bi wate bûne û me hemûyan jiber kiribû.

    Li hember daxwaza dijmin a, “Ger tu lêborîna xwe bixwazî, emê te efû bikin”, tifî rûyên wan dike û dibêje; “ Na! Ez ti caran efûyê ji we naxwazim, ger yek hebe mirov lêborîna xwe jê bixwaze ew jî Gelê Kurd e. Lê têra xwe ji bona wan têkoşîn neda.” Gotinên wê yên dawî di vê naverokê de ne. Leyla Qasim ji bona min destanek û keçek leheng bû. Ew halê wê yê bi çek û rext û ew sekna wê her tim bandor li min kir. “Jin û Çek! Jin û Şer! Jin û Şerê Di Rêya Rizgariya Netewî de! Jin û Mirin! Ev tev ne tiştên ji rêzê bûn. Dibe ku xisletên çîna hêzên di nava wan de dijiya û rewşa wê bi xwe ya lehengiya dijî dijberê hev bûn. Rewşek dijberê wê bû, lê di heman demê de rastiyek jî rave dikir. Dê jina Kurd di nava şer de koletiya xwe derbas bikira.

    Ev di heman demê serhildanek li dijî hevkariyê jî bû. Lewma ne gengaz bû ku bandor neke. Her ku derbasî nava şer dibûm, girîngiya fêmkirina Leyla Qasim kûrtir dibû. Lêgerîna wê ya azadî, azadiya xwe di nava azadiya gelê xwe de dîtin, li dijî her cure binesaziyên paşverû û feodal û nêzîkbûnên wan ên ji jinê re, daxwaza wê ya di nava şer de cih girtin û şahadeta wê ya di vê rê de moralek bû û bandora wê ya giyanwerî zêde bû. Ma bi şoreşgerî Leyla xwedîderketin jî ne ev bû? Dê jin teqez di nava Rizgariya Netewî de cih bigire. Ancex dema jin bi çalak tevlî vê têkoşînê bibe, dikare bigihije azadiya xwe. Rêya rast a Rizgarî ev e. Wê demê divê Leyla’yan zêde bibin, vî şerî bijîn û bidin jiyîn.

    JI PIRTÛKA HEVAL SARA “JIYANA MIIN HER TIM ŞER BÛ”



    KJAR