• تاگەکان:

    ?GELO HEBÛN ÇİMA DUALÎ YE

    7 ئایار, 2021

    Jinê weke cinsekî mirov ê cudatiya xwe ya biyolojîk heye fêhm dike û di mijara rastiya civakî de ev di serê hêmanên bingehîn ê korbûnê de tê. Cudahiya cinsî nabe ku bi serê bibe sedema ti pirsgirêka civakî. Li gerdûnê dualîteya di her zerreyê de çawa ku di ti hebûnê de weke sedema pirsgirêkê nayê dîtin, dualîteya di hebûna mirov de jî nabe ku weke pirsgirêk were bi karanîn. “Gelo hebûn çima dualî ye?” bersiva em bidin vê pirsê divê felsefî be. Analîza ontolojîk (zanista hebûnê) dikare li bersiva vê pirsê (pirsgirêk ne) bigere. Bersiva min ev e: hebûn ji bilî dualîteyê nikare hebûna xwe pêk bîne. Dualîte, şêwazê mumkînbûna hebûnê ye. Jin û mêr bi rewşa xwe ya heyî nebin jî ango ne hev-alî bin jî dîsa nikarin ji dualîteyê xwe xilas bikin. Bûyera jêre ducinsî jî tê gotin ev e. Divê mirov matmayî nemîne. Lê dualîte her tim ji bo pêkhatina cuda meyldar in. Bingehê mirov dikare ji bo mejiyê gerdûnî (Geist) li delîl bigere jî di vê meyla dualîteyê de dikare bigere. Yek ji aliyên dualîteyê ne xirab ne jî baş e, bi tenê divê cuda be. Eger dualîte bibin wekhev wê wextê hebûn pêk nayê. Mînak du jin an jî du mêr nikarin pirsgirêka zêdebûnê ya hebûna civakî çareser bikin. Ji lewra bersiva pirsa “Çima jin an jî mêr?” qîmeta xwe nîne yan jî eger divê bersiva vê pirsê bê dayîn wê wextê divê bersiveke felsefî bê dayîn û bê gotin, ji ber ku gerdûn divê (neçar e, di wê meylê de ye, bi wî aqlî radibe, bi wê xwestekê) welê pêk bê.

    Eger mirov jinê weke têkiliyên zêde yên civakî bigire dest, wê ev bi tenê manedar nebe, ji bo bihurîna (çareserkirin)  ji girêkên kor ên civakî jî gelekî girîng e. Ji ber ku her kes hînî nêrtina mêrê serwer bûye, şikandina çavkoriya di warê jinê de bi awayekî mîna parçekirina atomê ye. Ji bo şikandina vê çavkoriya di warê jinê de hewldaneke mezin a entelektuel û hilweşandina mêrtiya serwer divê. Ji alî û bereyê jinê ve em li mijarê binêrin, hema hema ev şêwe kiriye hebûna xwe û ya rastî jina bi awayekî civakî hatiye avakirin divê ewqasî jî bê hilweşandin. Em dema li tevahiya têkoşînên azadî û wekheviyê, têkoşînên Sdemokratîk, exlaqî, polîtîk û çînî dinêrin, em dibînin di serketin an jî serneketina wan de li ser hêviyên wan ên şikestî (pîvan, bername û utopyayên bi cih nehatin anîn) şopên şêweyê têkiliyên (di navbera jin-mêr de) serwer (desthilatdarî) ên naşkên hene. Bi tevahî têkiliyên newekhevî, koletî, despotî, faşîzm û mîlîtarîzmê xwedî dikin, çavkaniya xwe bingehîn ji şêweyê van têkiliyan digire. Eger em dixwazin maneyên hêviyên me neşkînin li gotinên wekhevî, azadî, demokrasî û sosyalîzmê bar bikin divê em têkiliyên li dora jinê hatine deribandin û tevna têkiliyên bi qasî têkiliyên xweza û civakê kevin çareser û parçe bikin. Ji bilî vê rêyeke din nîne ku biçe azadî, wekhevî (li gorî cudahiyan) û demokrasiya rastî û exlaqê nedurû ye.

    ÇAVKANÎ; “ PARİZNAMEYA RÊBER APO A SOSYOLOJİYA AZADÎ BEŞA PİRSGİRÊKA CİNSİYETPARÊZİYA CİVAKÎ, MALBAT, JİN Û ŞÊNİYAN”



    KJAR