• GEMARBÛNA DERYA Û ÇEMAN, ÇOLBÛN Jİ NİHA VE GİHİŞTİNE SÎNORÊN FELAKETÊ

    22 نیسان, 2021

    Eşkere ye ku pirsgirêka îndustriyalîzmê hem parçeyek ji pirsgirêka ekolojîk e, hem jî sedemê wê yê bingehîn e. Di bin navekî din de şîrovekirin dibe ku bê maneya dubarekirinê. Lê ekolojî ji îndustriyalîzmê zêdetir mijareke civakî û bi pirsgirêk e ku xwedî mane ye. Herçiqasî weke têgîn were maneya zanista hawîrdorê jî bi awayekî bingehîn ew zanist e ku têkiliya hişk a pêşketina civakî bi hawîrdora wê re analîz dike. Kengî felaketên hawîrdorê li alarmê dan, bi giranî ket rojevê; xwedî hin maneyên divê mirov xwe jê dûr bigire di nava xwe de hilgire jî kirin weke şaxekî lêkolînê. Ji ber ku ew jî weke îndustriyalîzmê pirsgirêkeke ji aliyê civakê ve hatiye afirandin nîne, ew weke marîfeta dawî ya yekdestdarên şaristaniyê di rojeva dîrok, dinya û civakê de hatiye danîn.

    Belkî jî ti pirsgirêk bi qasî yên ekolojîk girîng û giran nebûn ku karibin rûyê rastî yê nîzamên kar-sermayeyê ango şebekeyên rêxistinkirî bixista rojeva mirovatiyê. Bîlançoya sîstema şaristaniyê ya kar û sermayeyê (tevahiya dîrokê weke giştî yekdestdarên eskerî, ekonomîk, bazirganî û dînî hemû) bi tenê ji her alî ve jihevdexistina civakê nîne (bêexlaqî, bêpolîtîkatî, bêkarî, enflasyon, fuhûş û hwd.), hawîrdor tevî jiyana ruhberan hemûyî xistiye tehlûkeyê. Em ê dijbertiya yekdestdariyê ya civakê li derveyî van rastiyên balkêş û bi bandor hê karibin bi çi ispat bikin?

    Civaka mirov li gorî ruhberên din hemûyan weke xwezayeke mejî û nermiya wê di ser gişan re tê naskirin, jixwe di tehlîlal dawî de civaka mirov jî hebûneke zindî ye. Dinyayî ye. Berhemê atmosfereke avhewayê ya bi nazikî û nazenînî hatiye birêkûpêkirin, beridîna dinya nebat û heywanan e. Nîzamên atmosfer û avhewaya dinya me û cîhana nebat û heywanên wê pêve girêdayî hemû giştî ne, û ji bo civaka mirov jî di cih de ne. Ev nîzamên em behsa wan dikin gelekî nazik in. Gelekî hişk bi hev ve girêdayî ne, mîna zincîrekê pêk bînin. Wexta xelekek jê qut bibe çawa zincîr bê kêr dibe, xelekeke ciddî ji zincîra beridînê jî qut bibe bivê nevê wê tevahiya beridînê jê bi tesîr bibe. Ekolojî zanista van bûyer û pêşketinan e. Ji ber van sedeman gelekî girîng e. Nîzamê hundir ê civakê bi çi sedemê bişkê jî bi destê mirov ji nû ve dikare bê sererastkirin. Ma ne dawiya dawî rastiya civakî rastî ye ku bi destê mirovan hatiye avakirin. Lê hawîrdor welê nînin. Hin komên çavkaniya xwe civak, ya rastî bi marîfeta hin komên ji nava civakê derketî û li ser wê bi yekdestdariya kar-sermayeyê xwe bi rêxistin dikin bibin sedem ji xelekên hawîrdorê xelekên ciddî qut bibin, felaketên zincîrwarî yên bi beridînê dikarin hawîrdorê hemûyî di vê navberê de civakê bi qiyametê re rûbirû bihêlin.

    Divê mirov ji bîr neke ku xelekên hawîrdorê bi beridîna mîlyonan salî pêk hatine. Zirar û ziyanên bi giştî di pênc hezar salên dawî de, bi taybetî jî di dused salên dawî de, weke qutkirina bi hezaran xelekên ji yên bi mîlyonan salî pêk hatî ne ku ev yek di nava demeke pirr kin de pêkanîne. Reaksiyona şikestinê destpêkiriye. Pêşbînî nayê kirin ku wê çawa were sekinandin. Di serî de rêjeya karbondîoksîtê (CO2) û gazên din di atmoferê de rê li qirêjbûnê vedikin, û tê texmînkirin ku halî hazir bi sed salan heta bi hezar salan nayê paqijkirin. Ecnamên zirar û ziyanên di cîhana nebat û heywanan de belkî jî bi temamî derneketine holê. Lê eşkere ye ku herî kêm bi qasî atmosferê îşaretên S.O.S didin. Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihiştine sînorên felaketê. Bi tevahî nîşane diyar dikin ku qiyametê bi rêveçûna heyî bi bêbalansiyeke xweza ne, bi destê hin komên xwe weke şebekeyan bi rêxistinkirî bi serê civakê de bêanîn. Bêguman bersivên xwezayê jî bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mejî ye. Sînorên wê jî hene. Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê wê li rondikên çavên mirovan nenêre. Ji ber ku hemû ji îxaneta bi qabîliyetên xwe û nirxên diyarî wan hatin kirin berpirsiyar bêne girtin. Ma qiyamet jî welê pêşbîniya wê nayê kirin?

    Li vir armanca min ew nîne ku ez li senaryoyên felaketê yên nû zêde bikim; lê weke her endamê civakê yê divê ji sedî sed bi berpirsiyariyên xwe rabe, em jî bi têgihiştina wezîfeyên xwe yên exlaqî û polîtîk ên sedema hebûna me û berpirsiyariyên me yên hewce ne, di çarçoveya qabîliyetên xwe de bibêjin û bikin.

    ÇAVKANÎ; “ PARİZNAMEYA RÊBER APO A SOSYOLOJİYA AZADÎ BEŞA PİRİSGİRÊKİN CİVAKÊ YÊN EKOLOJÎK”



    KJAR