• تاگەکان: , ,

    Rêwitiya ku dabu pey şopa heqîqetê

    6 نیسان, 2021

    Peyman viyan

    Jiyana şoreşgerî pire ji wate, wate bi xwe azadiye, wate îdaayê jiyanê mezin dike, dema îdaa mezin bu hedef runî dibe ew dem tu kelem nikare pêşiya mirovan rawaste. Wate kelemên ser rêkan yek bi yek radike û eşqa firînê xwertir dike. Jiyan rêwiyê xwe hildibjêre û ber bi lotkeva dibazîne, ew dem xeyal dibin heqîqet, ew dem jiyan wate digre û wate dide. lê dibe ku ev rêkên ku ber bi lotkêva hildikşin pir zehmet û bi êş bin lê êş û zehmetî bu rêwiyên van rêkan havînê gîhandina azadiyê ye. êş û xweşiyê jiyanê dema bi watera dibin yek hestên azad ava dibin, ew dem ev hest di cîhana mirovatî da hertim zindî dimîne.

    Belê jiyana şoreşgerî jî pire ji xweşî, êş û zehmetiyê jiyanê, pire ji wate ku eşqa hevaltî dibexşîne, hesteke ku terîf têra wê nake, tenê dikare were jiyan kirin ku weke rastiya xwe were fêm kirin. Hin bîranîn hene ku yek deqe li bîra mirov naçe, belkê ew bîranîn hertim diben sebeb ku jiyan watedar bibe, eşqa jiyana azad xwertir û xwertir dibe. Di van rojan da çûm bîranînekê ku destpêka rêwîtiya me bu wargehên azad bu, her çiqas pir sal serda derbas bibe lê weke îro di mêjiyê min da zindiye. Çiqas em bi heyacan bun, weke volkanekê di dilê meda dikelî, me nikarîbu di cîhê xwe da bisekinin, weke her deqe, her sanye dereng dibu , pêwîst bu em di zutirîn dem da bighêjin meqsedê xwe, ew meqsed jî wargehên azad bun ku bi hezaran evîndarê azadiyê têda jiyan dikirin û tekoşîn dikirin. Ez û heval viyan, her deqe heval ka emê kingê têkevin rê biçin gel hevala, demekî dirêje em benda vê rojêne, em çima naçin, ew herdu kesê ku qerare me bighînin meqsedê esasî jî, herdem dibêjin ecele nekin, berf hatiye rê pir xerabin, îhtimale em biçin rêda pirskirêk derkeve, hudud pir berf girtiye û hewa pir sare, lê kê dikare ew gelecana di nav dilê meda aram bike. Em li gundekîdane benda derketinêne, yek jî xûrtek ku xelqê urmiye bu bi meraye, ew jî dixwest were beşdarî hevalan bibe, lê dema me xwest derkevin berf dest pêkiribu, mij û doman hemu çiya girtibun, li wir ew xûrt gût ez vê hewada nayêm, ez nikarim, heval viyan çû gel gût ev çawa dibe, yê ku dixweze bibe gêrîla pêwîste hesabê van rojan jî bike, lê ew xûrt nehat. Kesê bi navê walat ku pêwîste me saxlem bighîne hevala gût em neçin rêda tiştek were serê we ez nikarim hesap bidim, bila hewa xweş bibe piştra. Lê me tenê yek kelîme xistibu serê xwe emê biçin, derenge, em ketin rê, teqrîben pêwîste em 6 ya 7 saat bimeşin ta ku bighêjin hevala. Bi çi eşqekê em ketine rê, li ber paygahên pasdara pêwîst bu em agadarî rê bibin, em rêda ketine nîqaşê, walat dengê xwe kêm biken, viyan jî dibêje ji xwe pastar ji tirsa hindir dernakevin. Teqrîben 2 ya 3 saat em hatin, zêdetir hilkişandin bu, em cîhekî runiştin, hevalek bi mera bu ku ew jî lingekî wî di berfê da şewitî bu, hemu reş bibu pêwîst bu were başor emelyat bike, ez heyranê ew hevalî dibum bi wî lingîva çawa dimeşiya, ew çi îrade bu ku her me lê mêze dikir zêdetir îdaa yê me xwertir dibu. Walat gut, min heta niha pir kes anîn, lê min weke we ser heşk û ya xweda îsrar nedît, we pir îsrar kir em werin, pêwîste hîç pirskirêkek dernekeve, H. Viyan rabu gût tu mereq neke em keçên çiyane, em bi eşq ketine vê rêkê, dema tu ji bilindahiya çiya bitirsî, çonkên te dişkên û her cîhê xweda dimînî, em bi îsrara xwe hatine emê bi îsrara xwe jî bighêjin cîhê hevala. H. Viyan her di zaroktiya xweda aşiqê çiya bu, dema li mektebê derdiket nediçû mal, kîtabê xwe digirt berê xwe dide çiya, bi dengê xwey zelal dest bi strana dikir, zarok der dura wê kom dibun, viyan bi dengbêjiya xwe dihat naskirin, irf û adetên ku sîstemê di nav civakê da dabu avakirin nikarîbu pêşya viyan bigre, viyan ev sinir di zaroktiya xweda şikandibu. Astengî hebun lê gûh nedidayê, weke ku ev hedef di zaroktîda di nava hestê viyan da zindî bu û her roj geştir dibu, îca berf û serma dikare pêşiya viyan bigre. Walat rabu gût başe keça çiya rabin em biçin beriya ku berf zêde bike, têpiya berfê were emê rê winda biken, em ketin rê kêm maye em bighêjin lotkê, berf zêde kiriye, bayekî pir sar jî bi berfê ra tê, em çar kesin pêwîste hîç ji hevdu qût nebin. Em çiqas ber bi jorva hildikşin berf zêdetir tê, hinek cîhên bilind berf qasî bejna me ketiye, bi zor em klingên xwe nav berfê da davêjin, lê em bi hêvîne ku rê kêm maye emê bighêjin hevala, viyan dibêje heval walat çiqas maye em bighêjn hevala, zêde nemaye, lê tenê  pêwîste em rê winda nekin. Em derketin ser serê çiyayekî bilind, bawekî ewqas sar tê, berf bi hemu şîdeta xwe rûyê me dide, ewqas bi şîdete ku bi zor em çavê xwe vedikin, tenê çend mêtrî em dikarin bibînin û bimeşin, bi hesabê walat pêwîste yek ya yek saat û nîv em bighêjin hevala, lê baw û berfa ku li rûyê me dida pir bi şîdet bu. gel me dema kesek nifir yekî din dikir digût têpiya xwedê li te bike, eynî ew têpî dihat, viyan jî di nav wê sermayê da dikenî digût weke diyare têpiya xwedê me dike. Li cîhekî ewqas şîdeta berf û ba zêde bu, çend deqa ez û viyan me hev girtiye ta ku nefrin, lê pêwîste em hîç nesekinin. Em hinekî ji ser lotke hatin xarê, lê diyare her diçe rewşa hewa xeraptir dibe, nabêje tişta ku walat lê ditirse hatiye serê me, rê winda buye, lê bi mera nabêje ku moralê me nekeve. Em birçîbune, lê nanê ku walat bi xwera aniye jî  me jêr xariye, gût kaş kê me hinek tişt zêde xwera anîba, lê walat hîç bawer nedikir ku min û viyan mêve û piskîvît bi xwera aniye, me çentê xwe vekir, walat û ez şaş nekim navê hevalê din jî şervan bu şaş man, gût we ev li kur aniye, ev heta niha çentê weda bu, we çima barê xwe giran kiriye, viyan gût erê wale ma em tera dibêjin em keçên çiyane, dizanin çawa tedbîr bigrin, walat wale win ne ji rêzêne. Me wir mêve û piskîvît xar, lê ewqas sare destê me hewada diçemite, îca were postê mêva lê jêbike. cîhê ku em runiştine boşkeyekî neftê ku nîvê wî nîn bu li wir bu, em rabun ketin rê, em diçin lê diyare em nizanin kêderêda diçin, cidî cidî walat rê winda kiriye, em dibêjn me rê winda kiriye, lê ew her naxaze em fêm bikin, em dizivirîn  û dizivirîn, me dilê xwe xweş kiriye ku nêzîkî hevala dibin, viyan dîsa bi hişyarbuna xwe gût way dayê, me gût çibu, gût em dîsa gel wî boşkîne, yanê em her dora xwe zivirîne û dîsa hatine cîhê xwenî berê, walat hîna jî dibê na na, lê rastî rastî em cîhekî nabînin û me rê winda kiriye, îdî dest û lingê me ji sermayê tevizîne. em dîsa çon jor hatin xarê, cîh nîne em rûnin, berf pir zêdeye, walat û şervan bi zor ser boşke berf hinek dan milekî em rûniştin, lê bi rastî îdî em li serma req dibin, her em dibêjin pêwîste em berxwe bidin, .çavê me her walate em çibikin, ji ber ku tenê ew rê nas dike , lê diyare walat cidî cidî tirsyaye, ji ber ku hatina berfê bi bara nahêle ku mirov pêşiya xwe bibîne. Pêlavan lingê meva girtiye, destê me req bûye, lê walat herî zêde tirsyaye ku tiştek me were wê hesab çawa bide hevala, dervay sekinanin tu çareyekî me nîne.

     Li bîra mine walat û şervan komlekê ku li wan bun, komlekê xwe derxistin ku agir berdinê ta ku me germ bikin, bi xwe jî li serma dilerizîn, lê hemû hewildanê wan ew bu me xelas bikin. Raste her diçû em zêdetir diçemitîn, lê dema me hewildanê wan yê hevaltî û berpirsyarî didît, bi rastî germahiyek li nav dilê meda zêde dibu ku manevyata me zêdetir be. lê walat çikir agir negirte komlekî wî, tişta bi ken ew bu li wî halî da jî viyan dikeniya digût dema em çûn gel hevala emê tera komlekekî nû bînin, ew jî digût wale win komlekek deyndarê minin. Di rastî da tu çareyekî me nemabu, lê me moral dida hev, hêviyê me zindî bun. Ez heyrana îrada heval şervan dimam, mirov hîç nizanibu ku lingekî wî bi giştî şewitiye, her digût berxwe bidin evê wera bibin bîranînê destpêkekî nû. Heval şervan her dest û lingê min germ dikir, walat jî yê viyan, rastî rastî rewşa me nebaş dibu, îdî viyan destpêkir axifî gût dizanî ev çend sale ez bendê bum ku bighêjim xeyalê xwe, gût dizanî ez hîç li mirinê natirsim, lê xeyalê min pirin, pêwîste ez pir bi wate û bi qehremanî bimrim, pêwîste em berxwe bidin û zû teslîm nebin, gût dizanî hevalek minra gûtye şoreşgerek pêwîste bi mirina xwe gavekî nû,jiyanekî nû ava bike ku navê wî di pelên dîrokê da zindî bimîne.  dengê wê dilerizya, ew heval jî bi hestên xweş û kur lê gûhdar dikirin, min gût diyare wesyetê xwe dikî, viyan gût erê bila dar û berdê van çiyana  binvîsînin ku li vir çi qewimiye, walat keniya gût keça çiya diyare hûnermendî, gût bi rastî ez heyaranê berxwedaiya we û îdaayê we mam. Heval şervan keniya gût diyare îdî em hemu wasyetê xwe bi hevra dikin. viyan gût ama tiştek îtiraf bikim xwezka em îro nehatibana, hewa xweş buya em piştra hatibana, walat jî gût ev jî îtirafekî baş bu ku ev çiyana hevalara terîf bikin ku anîna we di vê hewayê da ne xetayê min buye. Îdî ji xwe me ling û destê xwe hîs nedikir, hêdî hêdî dengê me jî diçû, ji xwe cilê ser me req bibun, me rewşê mêzedikir îdî me dizanî bu çare nîne, ji ber ku em nizanin emê kêderêda biçin, lê weke ku çiroskek hêvî nedihîşt em wisa bifikirin ku hertişt xelas. Ew herdu bi hilma devê xwe destê me germ dikirin, ba hinekî sekinî, berf tê lê mirov dikare hinekî pêş xwe bibîne, zimanê me ji xwe nema dikare biaxife, lê çavê me her bi walat ra dibêje çareyek bibîne, em pêwîste li vir nemrin, ev hîna destpêka hedefa meye, xeyalê me mezinin rabe ku em ber bi hedefa xweva bibazin. Weke ku walat çavê me xwend, rabû gût ezê şansê dawî biceribînim, bi xwe jî bi zor radibu, şervan gût neçe tuyê winda bibî, lê walat gût na, dinya vebu, ez biçim vê jorê belkê rê payda bikim. Nîv saat çû nehat, îdî şervan jî karekî bike nîne, ji ber ku bi xwe jî îdî nebaşe, me dît walat bi kêfxweşiyekê hat, çavê wî dibiriqe, çiroska dilê wî geş buye, tenê çavê me diaxifin me gût çibu, gût min heval peyda kirin, way hewar, ew dem weke ku tîrêjên rojê bi germahiya xwe em hembêz kirin û hemû hucreyê bedena me ketin hereketê. Gût dizanin ku em pir ne durî hevalane, du heval bu nîçîrê hatine, walat ewqas qîr dike, ew heval dibhîsin, lê bawer nakin kêye, navê xwe dide dibêje werin werin min şervanê nu anîne, zu werin rewşa wan nebaşe, ew heval jî bi xwera dibêjin evana dînin vê rojê da hatine. Dema çavê me ew hevalana ket, jiyan carekî din bi hemû xweşikbûna xwe, bi germahiya rihê hevaltî ku ew çiyana kirine warê eşqa azdiyê, em hembêz kirin, ew heval li ser walat da acizbun gûtin te çawa vê rojê da evana anîne, walat gût heval derdê min girane, min li jiyana xweda yê wisa nedîtibun, hemû îsrara wan bu, ew heval jî keniya gût hele wan dadgahî nekin em wan bibin, piştî germ bun em dest bi lêpirsîna wan bikin. ew heval em birin , saatek nebu em gihîştin cîhê wan, gure gura suba dara, nîsk ser subê dikele, eşq û heskirina hevaltî bi sed mêtrî me hembêz dike, ew dem bu ku jiyana gêrîla bi hemu germahiya xwe em hembêz kirin û gût win xêr hatine, ew dem bu ku bum aşiqê suba dara û nîska ku di sermayê da weke dermanê esasiye. Yên ku van kêliyana jiyan kiribin dizanin ku ew demana da sube û nîsk jî ser be çi wateya xwe heye. Heval av germ kirin bi zor pêlav ji lingê me derxistin, lê ez hîna di ecêba heval şervan da bum, lingê wî vekirin nuqteyek cîhê sibî nemabu, ew heval jî ecîp man û gûtin bi rastî îrade dikare beranber  hemu zehmetiyan bisekine. Li wir em fêr bun ku, îdaa, îrade, girêdana hedef, eşqa azadiyê berxwedanî diafirîne, berxedanî jî jiyanê watedar dike û eş û zehmetiyên jiyana şoreşgerî dike havînê azadiyê.

    Belê rêheval viyan her bi vê eşq û îdaayê, jiyan kir, tekoşîn kir û her pey xeyalê xweda beziya, weke RÊBER APO dibêje tu car xiyanet ji xeyalê xwe yên zaroktî nekin, viyan jî her têkoşiya ta ku xeyalê xwe têxe heqîqet û bibe şoreşgera walatê xwe. Bi vê eşqê çar beşê kurdistanê da tekoşîn da meşandin. bi dengê xwe yê zelal ew heskirin û eşqa hevaltî di dilê milyonan da da jiyan kirin, bi çeka xwe bu parêzvanê walat û jiyana azad. Şopên lingê xwe ser berd û dar, ser patîqayên van çiyana bi cîh hîşt, cîhê xwe hertim dilê hevalê xweda zidî hîşt. li  kolanên kobanê da navê xwe yê qehremantî bu dîrokê hîşt, bu viyana qehreman ya ser zimanê her kesî, bu şoreşgera eşq û azadiyê ku bi tekoşîna xwe her deqe dîrok divîsand. Belê ev îdaa û eşq bu viyan nedixwest ew roja ku gava destpêkê bu, di nav berfê da rehet bimre,  dixwest ku bi jiyan û mirina xwe, dilê dagirkeran bilerzîne û bibe hêviya jiyanê. Bi vê îddayê bi jiyan û tekoşîna xwe bu sembola berxwedan û serkeftinê.  Viyan çawa navê viyan soran bu xwe hilbijart,Îro bi hezaran keçê walatê rojê jî rêka viyan peyman berdewam dikin, viyan di dilê milyonan kes da jiyan dike û dibe geşkirina hestên azad.

    Carekî din şeşemîn salvegera şehadeta te pîroz be heval can, tuyê hertim di dilê meda zindî bî. Rê heval viyan di, 5-4-2015 li serêkaniyê gihîşte şehasetê.



    KJAR