Ji pişt dîwarên zindana Êvînê ji bo hemû azadîxwazan!
Ez 26’mîn salroja komplo û bêbextiya navnetewî dijî Rêber APO şermezar dikim. Bêbextiyek ku bi armanca tune kirina fîzîkî ya Rêber APO û qir kirina hemû gelê Kurd pêk anîn, lê bê encam ma.
Ew tune kirineke fîzîkî ji bo kesekê bû ku tenê tavan û sûcê wî lêgerîna jiyana azad ji bo xwe û hemû civakê bû, ew li pey peyda kirina modeleke jiyanê bû ku bi kedê re biyanî nebibe, wî têgihîştineke hemdem ji xwebûn, jiyan û azadiyê pêşkêşî cîhan û cîhaniyan kir, têgihîştinek ku îroyine û dikre pêk bê û bi wî awayi bû rêberê hemû bindestên cîhanî, bû sentezek ji ezmûnên hemû lêgerînvanên heqîqetê bi dirêjiya dîrokê heta roja me ya îro.
Rêberê me bi wî şêwazî berxwedan kir û bersiv da tenêtiya bêhempa di giravekê û di odeyekê de û hê jî wî karê mezin berdewam dike. Komplogeran xeyal dikirin ku dîwarê İmraliyê dê bikarin fikrê azad dîl bigirin, lê Rêber APO bi wî awayî ji nû de şêwazê gihîştina heqîqetê pênase kir û got ku “jiyana ku bin desthilat xwe xapandin û derevan de be, jiyaneke ku ji dest çûye, jianeke ku xiyanet lê hatiye kirin”!
Wî bi pabendî bi prensîbên exlaqî û xwe nasînê ji bo ava kirian Kurdistan, Rojhilata navîn û cîhaneke azad paradîgmayek di İmraliyê de darişt ku modeleke nû bû di proseya têkoşîna wî de. zindan kire ciyek ji bo fêr bûna şêwazên bihêz yên pêkanîna erkên exlaqî û siyasî beramber civakê. Ew bi kiryarên xwe yê zanistî, felsefî û exlaqî û estetîk beramber jinan bû Rêber û hevalê me yê rêya jiyan û têkoşîna me. Rêya têkoşîn ji bo gihîştina kesayet û cewhera xwe û xwebûnê fêrî me kir. bi wêrekî û egîdiyeke bêhempa rexne ji mêrantiyê û tolhildan ji zihniyeta mêrsalar ji xwe dest pê kir û bi wî awayi bingehên îdeolojiya azadiya jinan darişt. Bi şoreşa rojane di zindanê de jiyan afirand. Zindana takekesî ya İmraliyê ku çala mirinê bû kire ode û eywana jiyanê.
Ez yek ji miliyonan kesanim ku bi pirsa “ez kê me” re rûbirû bûm û min bersiva xwe di firkir û ramana û felsefeya APOcî de peyda kir. Me di xeta Rêber APO de ji zihniyetên tarî û desthilatdar û dewletdar re got na! Min bi zanabûn û bi zanîna wê yekê ku bedelê jiyaneke exlaqî mirin an zindanîbûne beramber zihniyeta inkargera dewletî û ji bo fam kirina wateya “jin, jiyan, azadî” rêya têkoşînê hilbijart û niha min hikmê îdam û sêdareyê girtiye.
zihniyeta dewletî ji bo dirêj kirina emrê xwe çi rêyekê nabîne ji xeynî serkût kirin, işkence, zindanî kirin û îdam kirinê. Çi rêyên me jî nînin ji xeynî berxwedanê û berdewam kirina têkoşînê. Min ser derê hicreya xwe nivîsîbû “ew odeya jiyanê ye, ne çala mirinê”! pasewanê zindanê û gerdiyanê dema ew dîtin, demûdest pak kirin û jê birin. Gardiyena min nedizanî ku hevalên min çil sal berê wisa dersa “berxwedan jiyane”” ser dîwarên sar yên zindana Amedê nivîsîbûn, ku kes nikare pak bike û jê bibe. Ya gardiyan nedizanî ku Rêberê min 26 sale ku çala tarî ya İmraliyê kiriye odeya jiyanê. Gardiyanê nedaznî ku Zeyneb Celaliyan 17 sale ku bi heman felsefeyê berxwedan dike û berxwedanê dijî! Wê nedizanî ku ez û hevalên xwe yên zindanî şagirdên wan mamostaya ne û dîwarê Êvînê nikarin bibin asteng ji bo lêgerîna me di rêay azadîxwaziyê de.
Em zindaniyên ku bi îdamê re rûbirû ne tarîtiya bêbextiya beramber Rêber APO şermezar dikin. Weke Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de gotî “dema ku em tecrîda ser Rêberê xwe bişkênin, em dê bikarin hemû zindanan bişkênin” lewra ji pişt dîwarên zindana Êvînê hemû kesên azadîxwaz vedixqwîn piştewanî kirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Azadiya wî dê bibe destpêka serdem ûjiyaneke nû ji bo me. Bi hêviya ku bi azadiya Rêber APO û dest pê kirina proseyeke nû ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata navîn, em şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê bikin cîhnaî û heta wê rojê em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Bimire hemû bêbextî û komplogerî!
Berxwedan jiyane!
Jin, Jiyan, Azadî!
Bijî û her bijî Rêber APO!
Şibata 2024 (Rêbendana 1403)
Wirîşe Moradî