Daxuyaniya Komelgeha jinên azad a Rojhilatê Kurdistan KJAR

keça biçuk ya 6 salî Niyan bi hovane hatiye tecawiz kirin û di encam de jiyana xwe ji dest daye. Em weke KJAR ev zihniyeta êrîşkar û tcawizkar şermezar dikin û soz didin gelê xwe ku ev buyer wê bê hesab nemîne. Di serîde helwesta bi rumet ya gelê me yê Bokan bi nirx dibînin û pîroz dikin. Helwestê gelê me yê Bokan bi temamî heqîqeta gelê me yê birumet, birêgez û bi exlaq ya gelê Kurd îfade dike. Gelê Rojhilat di dîroka xwe de dewamî li hember hişmendiya êrîşkar xwedî helwest buye û xwe parastiye, herweha ji gelê Îranê re pêşengtî kiriye û buye nimuneya gelê ku tucar lihember tecawizkarî serî natewîne û bêdenga nemay. Gelê rojhilatê kurdistan ew gele ku di şexsê şilêr Resulî de ber bi şoreşa JIN JIYAN AZADÎ de gav avêt û rejîma Îran ber bi hejandinê ve bir. Gelê me ya bi rumet lazime bizane ku tezawiza ev keça 6 salî Niyan bi temamî întîqama şoreşa JIN JIYAN AZADÎ girtine. Em jî weke KJAR di van rastiyan de carek din dubare  soz didin ku wê di oxira keça delal ya 6 slî astê tekoşîna xwe li hember ev hişmendiya êrîşkar bigînin zîrve û bê rawestîn bi hêza felsefeya JIN JINYAN AZADÎ ruyê wan tecawizkaran eşkere bikin û hesab bipirsin. Em buyera dest dirêjiya Merîwan, Sine, Mehabad û gelek buyerê din lazime ji bîr nekin. Tevahî gelê me yê rojhilat lazime li pişta helwesta gelê me yê Bokan be, pişgîrî bide û di şexsê keça delal ya 6 salî de Niyan xwedî li rumet û şerefa xwe derkeve. Em di vê baweriyê dene ku helwesta gelê me ya Îran û Rojhilat wê ji ev hişmendî û pergala kujer hesap bipirse. Jiber ku hişmendiya Rejîm cinsiyetgeraye ku bi xwe avakera vê hoviyetiyê ye elbet wê hesab ji ev êrîşkar û tecawizkar nepirse. Em bang li gelê xwe ya bi rumet dikin ku bi daketina koçe û kolanan her der bikin qada lêpirsînê û têbikoşin da ku tecawizkar derkeve hizura gel û bi edaleta gelê me ya bişeref werê darizandin û mehkeme kirin.

Gelê kurd ji dîrokê heyanî roja me ya îro xwedî civakek bi exlaq û polotîke. Ev tenê taybetmendî nîne, hemwext yek ji nirxên bingehîn ku gelê kurd lihember hercore erîşên derve xwe pê parastiye. Dijminên dagîrker bi qirkirina ev civaka exlaqî û polotîk hewldaye; civakek ji rêzê, cinsiytperest, bê rêgez û êrîşkar ava bike. Di vê wateyê de bê exlaqî û tecawiz bi tu şêwazî peywendiya xwe bi civaka Kurd re tune. Destdirêjî, tecawiz û … yek ji polotokaya dijmine ku dixwaze exlaq, rumet, nasname û hebuna gelê me pê qir bike. Wekî ku Rêber APO jî dibêje; civakê ku bi ruxandina exlaqî re rubiru hatibe; ew civake ku bi her awayî dikare were dagîr kirin û wêran kirin. Bi salên pir dirêje ku li her çar beşên Kurdistan dijmin êrîşê şeref, rumet û hebuna Kurdan dike.

Rejîma Îran jî yek ji wan dewletaye ku di milekî de û di her firsetî de qala exlaq dike. Di bin navê hîcab de rojane keçên ciwan û jinan di nav koçe û kolanan de bi erdê re kaş dike û bi darê zorê desteser dike. Heqaret li wan dike û heta memurê dewletê bi xwe tecawiz û destdirêjî li wan keçan û jinan dikin. Di wê wateyê de Rejîmek weha ne tenê ev buyera keça 6 salî lêpirsîn nake belkî vê heya jê werê wê veşêre û weke gelek buyerê din ser bigre û bêje ku wan bi xwe întîhar kir û gelek behaneyê din, lê em di vê baweriy dene ku gelê me ya Rojhilat wê ev buyer bê hesab nehêle.

Em banga li gelê xwe dikin ku carêk din bi yek dengî, yekyetî û bi felsefeya JIN JIYAN AZADÎ dakevin qadan û di şexsê keça bedew ya 6 salî de xwedî li hebun û rumeta xwe derkevin.

25-01-2025